BasNews – Serok Mesûd Barzanî pêşwazî li Balyozê Belcika li Iraq û Urdinê kir û di hevdîtinê de Balyozê Belcika li Iraq û Urdinê beşdariya rêjeya bilind a xelkê Kurdistanê di helbijartinan de wek pêngavekî bi bandor a ji bo bihêzbûna rewabûnê pênase kir.
Îro 03.12.2024ê li Selahedîn, Serok Barzanî pêşwazî li Balyozê Belcika li Iraq û Urdinê Serge Dicksonkir û di hevdîtinê de Balyozê Belcikayê pesnê rola Serok Barzanî ya di xebata gelê Kurdistanê de û bidestanîna seqamgiriya li Herêma Kurdistan û Iraqê da, herwaha pîrozbahiya serkeftina helbijartinên Parlamentoya Kurdistanê li Serok Barzanî kir û beşdariya rêjeya bilind a xelkê Kurdistanê di helbijartinan de wek pêngavekî bi bandor a bihêz a rewabûnê pênase kir.
Balyozê Belcikayê teqez kir ku ji bo welatê wan û Yekitiya Ewrupayê seqamgiriya Herêma Kurdistanê nirxeke wê yê bi taybet heye.
Di hevdîtinê de danûstana bîr û fikrî derbarê pêşhateyên dawiyê û guhertinên li navçeyê, metirsî û gefên terorê û pêwîstiya parastina ewlehî û aramiya navçeyê jî hatin guftûgo kirin.