Mekteba Rêxistina Kerkûk – Germiyan a PDKê li Kerkûkê tê vekirin
كوردی عربي ک.بادینی
Kurdî English

NUÇE RAMAN Raport Hevpeyvîn ABORÎ MULTÎMEDYA Magazîn ÇAND Û HUNER
×

Mekteba Rêxistina Kerkûk – Germiyan a PDKê li Kerkûkê tê vekirin

BasNews – Berpirsê Rêxistinên Mekteba Rêxistina Kerkûk – Germiyan ê PDKê amaje bi wê yekê dike ku PDK wedigere bo Kerkûkê û dê binkeyê xwe veke.

Berpirsê Rêxistinên Mekteba Rêxistina Kerkûk – Germiyanê Luqman Kakeyî ji BasNewsê re ragehand: ‘’Heta wê dema ku avahiya me temam dibe li bajarê Kerkûkê me avahiyek bi kirê girtiye. Biryare serê salê em wegerin bajarê Kerkûkê Mekteba Rêxistina Kerkûk – Germiyan a PDKê dest bikarê xwe yê asayî bike.’’

Herwaha diyar kir: ‘’Rêveberiya Kerkûk – Germiyan a PDKê wedigere bajêr.’’

Piştî xiyaneta 16ê cotmeha 2017ê PDKê Kerkûk bicîh hişt û binkeyê wê ji aliyê milîsên Heşdî Şeibî û hin hêzên din ên Iraqê ve dest li ser hat danîn. Sala borî jî piştî ku ji Bexdayê biryar hate dayîn ku binkeyê PDKê paşde bê radest kirin, şovenîstên Kerkûkê ji tirsa wegera PDKê xwepêşandan û nerazîbûn nîşandan, li hember wê kurdên Kerkûkê jî xwepêşandan dijî şovenîstan kirin û di wê bûyerê de hêzên ewlehiya Iraqê wek dema Beis çend ciwanekî kurd şehîd kirin. Lewma PDKê jî binkeyê xwe pêşkeşî zanîngeha Kerkûkê kir û ew hem wek destpêşxeriyek bo xizmetkirina bajarê Kerkûk û xelkê wê bû, hem jî ji bo aramkirina rewşê û rêgiriya li tundiya zêdetir bû.

Learn the Truth Here ... لـێــــره‌ ڕاستی بـزانــــــه
Copyright ©2021 BasNews.com. All rights reserved