BasNews – Îro 30.11.2024ê biryare li bajarê Hewlêrê konserek bi serenava ‘’Ji Sirûdên Giriyê Heta Ber Deriyê Stranan’’ birêve biçe û performansên deng û awazên ji bakur bo rojhilat û başûr heta rojavayê Kurdistanê bên pêşkeş kirin.
Muzîsyenên konsertê pêktên ji aranjer Dr. Amanc Xazî, Mihemed Xelîl, klarnet; Kirîv Heme, Viyolîn (keman) Rastî Seilêman, Ud; Herdî Osman, Viyolîn; Reyan Mihemed, Ud; Teyar Elî, Viyola; Hewrîn Dara.
Mamostayê beşa muzîkê li koleja Hûnerên Ciwan a Hewlêrê Dr. Amanc Xazî ragehand, ev çalakî, çalakiya rêveberiya giştî ya rewşenbîrî û hunerî ya Hewlêrê ye ku ezmûneke nû ye di komkirina formên gotina stranên kurdî yên her çar parçeyên Kurdistanê, ji bo ku bikarin bi bergekî nû li gel dengên koroyê pêşkeş bikin. Herwaha mijarên wê nivîsa hatiye danîn ji aliyê Ejîn Ebdulxaliq ve bi awayekî nûjen kar li ser hatiye kirin û hemû şêwazên dengbêjî û gotina stranên kurdî bi taybet formên wê û cure û şêwazên maqam ên herçar parçeyên Kurdistanê ye.
Biryare konser îro 30.11.2024ê demjimêr 16:00ê ango 4ê êvari li salona Rewşenbîrî – li ser rêya Kerkûkê li hember Konsulxaneya Almanyayê birêve biçe.