Zanîngeha Harranê (Hawran ê)
كوردی عربي ک.بادینی
Kurdî English

NUÇE RAMAN Raport Hevpeyvîn ABORÎ MULTÎMEDYA Magazîn ÇAND Û HUNER
×

Dennîs Dargul

Mirovahî, li ser bingeha meraq, iêgerîn û pêwistiya jîyanê de, afiranêrî pêkanî ye. Mirov ji roja derketine ser rûyê zeviyê heta niha, pey zanînê ne. Rêxistiniya zanist û xwendingehan bi şêwazeke fermî, dema Sumeran de hatiye destpêkirin. Bingeha xwendingehê, di destpêka mirovahiyê ya zanîngeh û medreseyan li Kurdistan û mezopotamya hatiye destpê kirin. Xaka Kurdistanê, Welatê Kurdan her roja ku derbaz dibe, di cîhanê de giringiya wê ya dîrokî derdikeve pêş. Taybet dagirkerên Kurdistanê gelek baş dewlemendiya welatê me fêm kirine. Ji ber hindê di dagirkirinê de, înkara maf û hebûna Kurdan de rijd in. Li Hemberî vê rewşê Gelê Kurd û îradeya wê ya siyasî jî berxwedana xwe berdewam dike. Eger em temaşeyî dîroka zanistî ya Kurdistanê bikîn, cîh û warên gelek giring me hene ku me Kurdan bixwe çi vekolîn ser van deveran nekirine. Her çi deverek dîrokî, cîh û warek mejûyî me hebe, ji aliyê dagirkerên Kurdistanê ve hatîye pênûsdan û li gorî xwe destkarî di dîroka wê de kirine. Di xwendingehên xwe de, çi welatek ku Kurdistan dagirkirine qala mêjûya kurdan nake.

Behsa qehreman, zana, şaêr, helbestvan, dîrokzan, zanîngeh, peyxamber û fermanderên mezin yên kurd nake. Bes qala xwe dikin. Eger Behsa Kesayetek Kurd ku sinûr derbaz kiribin, wek Selahaddîn Eyubî, Rustemê Zal, Ebu-l Izz ismaîl Cezîrî, ne wek Kurd wek Tirk an jî Ereb didin naskirin û bi kurtî ser re derbaz dibin. Her wiha gelek şûnûwarên me Kurdan hene dema diroka wê di pirtûkên dagirkeran de dixwîne, qet behsa Kurdan di nav nivîsê de mirov nabîne. Ev Dagirkerene rojane dibêjin Kurd birayên me ne. Lê bes bi gotine weke din hemû xapandin û armanca jinavbirinê ye.

Li Bakûrê Kurdistanê zanîngehyek heye dîroka wê xwe digehîne beriya 4 Hezar salan. Ev 4 hezar sale nave wê neguhêrî ye. Di dema Sûmeran, Akadan, Babilan û Medya û hemû serdemên Îslamê de jî her Harran bûye. Bi zimanê Kevin yê kurdî Hawran (Harran) di heman demê de jî kurd bi zimanê xwe ji Barê Karwanan re, Hewran dibêjin. Harran bi zimanê Akadî jî, tê weteya “Behndana Karwanan”. Harran ango Hawran — ev devera Kurdistana Bakûre ku yêkem zanîngeha Cîhanê lê hatiye avakirin. Di hemû serdemên dîrokê de, di zanîngeha Harranê de zanist, feylezof, gerdunnas, feleknas, erdkolog, tenduristî, bîrkarî û mamosteyên mezin lê perwerde bûne. Di vê zanîngehyê de xwendekarên bawerîya Manîzm ê, Cuhî, Mesihî, Bisilman û Hemû tax û çînên civakê lê perwerde bûne. zanîngeha Harranê, çawe ku di serdema Beriya Îslamê de bê ferq û cûdahî xizmeta perwerdeya civakê dikir, taybetmendiya xwe ya bê ferq û cûdahî piştî islamê jî her berdewam kir. Jibo hemû serdeman û hemû desthilatdariyan cîhê şanaziyê û qudretê bûye.

zanîngeha Harranê di salên p.z 744 an de Xelîfê Emeviyan Mêrvanê-II ji ber giringîya zanistî, di wê demê de civakek pêşketî, cografyayek stratejîk Harran ji bo Emeviyan kire Paytext. Di wê demê de sedema Paytexbûna Harranê xebatên dîrokî û zanistî yên zanîngehyê bûn. Di wê serdemê de zanîngeh ji nû ve hat nûjen kirin. Giringiyek mezin dan xwendina Tenduristî — Tip, Astronimî, Bîrkarî, Felsefê û zanistiya çandinê. zanîngeh di Sistema perwerdê de, li ser beşan hati bûn dabeşkirin. Xwendekar, ji her deverên rojhilata navîn qesta zanîngeha Harranê dikirin. Moxolan (Ew jî Tirk in) di salên 1260 - 1271 an de ev devere dagirkir. Bes di serdema Moxolan de, bi tevî Bajarê Harranê zanîngeha Harranê jî hate hilweşandin û tarûmar kirin. Bajar û zanîngeh hate talankirin. Bi hezaran xelkê deverê bi tevkujîyê re derbaz kirin û mal û mulkê wan talan kirin. Piştî wê hilweşandina Tirkên Moxol edî zanîngeh carek din nehat ser xwe û heta niha bes Minara wê û kavilên wê di nav sahrayeke hişk de, berxwe didin. Di gelek destnivîsên dirokî de qala zanîngeha Harranê dikin ku her kevirek wê yên dergehî, nava zanîngehyê û cîhên xwendinê bi peyvên zanistî, perwerdeyî û nexş û nîgarên destî ve hatibûn nexşandin. Lê Mixabin Moxolên dirinde ev bajarê Harranê û zanîngeha wê jî hilweçandin û heta niha nehatiye ser xwe. Di ferheng û pênasên Yunan de heye ku zanîngeha Harranê, xizmetek mezin ya (tercumaniya) wergeriya pirtûkên dîrokî kiribû. Ji gelek zimanan pirtûkên ayini, civakî, dirokî û arşivên dewletan dihatin, wergêrandin. Di xwendingehê de Grupên Manizmê ku ereban jê re digotin Sabii, pirani aktif bûn. Tercûmeya zimanên van grupan û Grupên Suryaniyan dikir. Sabii baweri bi ronahiyê, xêrê û bereketê hebûye. Ayinek ku berdewamiya Zerdeştiyan bû lê paşê ew grupên Sabiiyan bûn Bisilman. Di sedsala 12 an de, pirani van grupan Berhemên Feylesofén Yunanan, wergêrandin zimanê Erebî.

Ev karê rewşenbîrî û zanistîyê zanîngeha Harranê, di dema xwe de karek herî pîroz yê Zanistiya Cîhanê bû. Bi sed hezaran kesayetên xwende li vê zanîngeha Harranê de perwerde bûne. Heta çaxa navîn û hatina Moxolên dirinde, dergehê ronahiyê yê giştî cîhanê bûye. Bi hatina vî Nifçê Tarî Gelê Kurdistanê di serî de azadiya xwe, welatê xwe û her tiştê xwe ji dest da. Edî bi hatina van dagirkeran, li Kurdistanê ne arami, ne zanist, ne xweşî û ne jî xak û niştiman ma. Lê tekoşina jiyanek bi rûmet, azad û ronakî di nav Gelê Kurd de, her berdewam dike... 

Learn the Truth Here ... لـێــــره‌ ڕاستی بـزانــــــه
Copyright ©2021 BasNews.com. All rights reserved