Dennîs Dargul
Serjimêriya Kurdistan û Iraqê di 20-21. 11. 2024 ê tê encam dan. Taybet dîroka serjimêriyê gelek kevne. Dîroka Serjimêriyê xwe bi fermî digehîne beriya sedan salan. Her welatên ku serjimêrî encam dane, bi armanca tespîtkirina jimara rêgezê Nêr jibo leşkeriyê û jibo danana bacê di hat encam dan.
Di dîroka mirovahiyê de yêkem car li Çinê beriya 2 Hezar salan serjimêrî lê ne bi sîstem hatiye ancamdan. Piştî Welat ê Çînê Misirê û peyre İmparatoriya Roma serjimêrî di welatên di bin kontrola xwe de encam dane. Bi şêwazeke fermî û rêxistinî jî welatên Siwêd sala 1749ê, 1760 an Norweç, 1769 ê Danîmark, 1790 ê Emrîka, 1801ê Frense û di sala 1826 Osmaniyan serjimêrî encam daye. Piştî şêrê cîhanê ya yêkem ku nifusa cîhanê rastî karasetek mezin hat û bi milyonan mirov mirin. Paşê ji nû ve dizayna welatan hatin destnişan kirin û sinûrên destkirde hatin danan. Kurdistan jî bi Peymana Lozanê li ser çar welatên ereb, tirk û farsan ve hat dabeş kirin.
Edî Welatê me Kurdistan û Serjimêrên wê li ser çar welatên dagirker û kujer, hate dabeş kirin. Her welatekê jî cuda reftar li ser Serjimerîya Kurdi kir. Her welatekê jî serjimêriya Kurd kirin pêlistûkên xwe yên armancên sîyasî. Nifusa Kurd li her çar perçan jî hate tarûmar kirin. Heta li Sivyetê jî heman xerabî li serê gelê Kurd anî. Kurd li ser xaka xwe hatin koçberkirin, dewsa nifusa kurdî Dewleta Tirkiyê Nifçê Esil Tirk bi cîh kirin, Ereban Erebên hawirde anîn ser gund û warên Kurdan, Farsan jî xaka bin destê wan de ye, perçeyek xaka kurd li ser nijada Eceman dabeş kir. Li Suriyê Kembera Erebî durist kir ku ereb anîn ser xaka kurdan, kurd bê nasname hiştin, li Tirkiyê Kurd wek Tirkên çiyay bi nav kirin û Kurd heta niha tune dizanin û bi dehan tevkujî encam dan û bi hezaran gindên Kurdan şewitandin û bi milyonan gelê kurd koçber kirin. Iraqê jî jibo ku Kurd nemînin her curre tevkujî, koçberi û enfal encam da û zêdeyi 4 Hezar gund û warên Başûrê Kurdistanê, kîmya barandin ser bajarên Kurdan û wêran kirin.
Di sala 1921 ê Dema Dewleta Iraqê hat avakirin, biryar hati bû dayîn ku her 10 Salan carekê serjimêrîyê encam bidin. Li Iraqê û Başûrê Kurdistanê, yêkem Serjimêrî sala 1927ê encam daye. Paşê 1934, 1947 û 1957 serjimêrî li tevahîya Iraqê hat encam dan. Her wiha di nav tevliheviyê, alozî û şerê navxweyî de Sala 1965, 1977, 1987ê jî Jimartina Kesan hat encam dan. Lê Serjimêriya sala 1997 ê herêma Kurdistanê beşdar nebû û di nav plana serjimêrîyê de nebûye.
Lê tevahîya pêkhatên siyasî yên Kurdistan û Iraqê, Serjimêriya sala 1957ê ji bo xwe bingeh digrin ku çi destkarî û hile di vê xebatê de nebûye. Ji xwe pişti salên 1960 an edi alozi, bê dadî, şer û nexweşî li tevahîya Iraqê ranewestiya. Taybet desthilata Iraqê ev sed sale li dijî mafên xwezayî yên gelê Kurd şer dike.
Di sala 2005 ê de bi biryara Gelê Kurd û bi giştî Gelê Iraqa Federal, Destura Bingehîn ya Iraqê hat amade kirin. Statuya deverên ku Kurd, Tirkmen, Mesîhî û Ereb bi hevre dijîn (ku pirani Kurdin), li Madda 140 ê biryar bû ku 31.12.2007 bi teferandûmê ve paşeroja serjimêriya van deveran, were eşkere kirin. Jiber ku şêniyên (Nînove, Şengal, Maxmûr, Kerkûk, Diyala Selahaddin, heta Çiyayê Hemrîn) van deveran piranî kurdin. Ji ber hindê Hikûmetên Iraqê her dem hejmara Serjimêriyên van deveran jibo referandûm, paşdixin. Dixwezin Nifusa Kurdan kêm bikin paşê Referandûm were encam dan ka ev deverên Mada 140 Ser bi herêma Kurdistanê ve bin an jî ser bi Bexda ve bin. Lê di dema şerê Daişê de, Hikûmeta Feşela Bexda, ev deverên Mada 140 hemû ji DAIŞê re hişti bûn û çek û teqemeniyên xwe diyarî DAİŞê kiri bûn û leşkerên wan xwe siparti bûn Herêma Kurdistan ê. Pêşmergê Kurdistan ev Deverene bi qehremanî û şehidbûna 2 Hezar Pêşnerge û 10 Hezari zêdetir birîndar, rizgar kir. Lê Hikumeta Şie Meseb ya Bexda yê û Îranê rêkeftinek veşartî li gel YNK ê mor kir û 16ê Oktober ê Hêzên Kurdî, xwe ji deverên Madda 140 vekêşa û hêrişên Bexda li gel Çekdarên Heşti Şehbiya Îranê her berdewam kir. Lê Pêşmergên Partî Demokratî Kurdistan PDK li dijî hêrişan rawestiya û li Pirdê û li Sêmalka, Hikûmeta Iraqê bi berxwedanek mezin şkandin. Pêşmergê Kurdistan disa vegerya sinûrên xwe yên beriya şerê DAIŞê. PDK, plana ji nav birina Hikûmeta Herêma Kurdistanê, pûç kir.
Li Rojhilata Navîn çawe ku di her warê jiyanê de, xemsarî heye, di vê serjimeriyê de jî em kurd herdem xemsa bûne. Giringî û weteya wê me gelek li ber çav negirtiye û baş fêm nekiriye. Jiber hindê jî wek netew û têgihiştina netewbûnê em vê mijarê ciddi nagrîn.
Gotinek Me Kurdan heye: "Av disekine dujmin nasekine" Desthilatên Iraqê, çi Saddam an yên beriya wî bin, an jî yên Evro bin, di têgihiştina tunekirina kurdan de, xwediyê heman têgihiştinê ne. Nijad petesti di hest û têgihiştina wan de gelek kûre. Di serjimêriyê de jî dest ji nijadperestiya xwe bernadin. Ji civaka Kurdên Ezdi yên deverên Musilê dixwezin xwe ne wek Kurd wek Erebên Ezdî tomar bikin. Dixwezin li deverên Madda 140 î de nifusa Ereban ji ya Kurdan pirtir nişan bidin. Ci dema ku zanîn Kurd li van deverên Mada 140 ê ji yên Ereban kêmtir bûne, wê demê dê bixazin referandûnê li herêma nakok encam bidin.
Jiber van rastiyan, pêwîste gelê me yê Başûrê Kurdistanê di babeta Serjimêriyê de hişyar be. Li gorî biryarên Himûmeta xwe, tevbigere. Jibo serjimêriyek bi rast jê derkeve, fermanên Hikûmeta Herêma Kurdistan û Komisyonên Serjimêriyê, bi cîh bînin.
Ev rojên wiha, dîrokîne, babetên giringin ku di qada diplomasi, tenduristî û pêwendiyên civakê û desthilatê, sererast dike. Ysanî dê Himkûmet bizane ka di nav xaka Kurdistanê çend, jin, mêr, zarok hene, rewşa aborî, asta xwendinê, paşeroja gencan û bi gişti civakê, di encama serjimeriya zanistî ve, dê ji nû ve were birêxistin kirin. Pêwiste em giringîya vê serjimêrîyê, bizanîn û erkê dikeve ser milême, bi cîh bînîn. Erkek Niştimanîye û dîrokî ye.
Dennis Dargul