Dennîs Dargul
Şkeftên Bazda li devera Riha ya Bakûrê Kurdistanê ye. Ji xwe nave Bazda Kurdî ye û bi zimanê Erebî jî Elbazda tê binav kirin. Di heman demê de jî Tirkan nave wê guhêrîne wek “Boz Dag Magaraları – Şkeftên Çiyayê Mor” bikar tînin. Çawe ku navên Kurdî ev sed sale dixweze ji holê rabike, nave vê şeftê jî bi armanca helandin û jinav birinê, guhêrîne.
Ev şkeftên Bazda ya Gelê Kurd li devera Harranê beriya 2 Hezar salane û heta niha bikartine.
Ev şûnware dîrokî 19 km ji navenda Qeza Harranê dûre. Deşta Harranê û derdora wê ji şûnwarên dirokî ve gelek dewlemende. Ji xwe bajarê Riha wek bajarê Îbrahîm Pêxamber tê bi nav kirin. Di cîhanê de devera herî dewlemend û xwediyê şûnwarên dîrokî, çîrok û serpêhatiyên mitolojîk, li vê devera Rihayê ne. Perestgeha herî kevin ya cîhanê ku Kurd jê rê dibêjin Girê Mirazan û Girê Keçelan li vê devera Rihayê ye. Ev devera Bakûrê Kurdisanê jibo hemû ayînan û xwendingehên dîrokî giringîya xwe heye. Mesela Yêkem Zankoya Cîhanê li Harranê hatiye avakirin. Avakirina Zankoya Harranê xwe digehîne beriya 2 Hezar salan.
Di nav vê deşta Harranê de şkefta Bazda heye ku cîhek giring ya serdanên geştiyarane. Ev Şkeftên Bazda di destpêkêde bes yêk bû. Paşê di serdema Romayiyan-Bizansiyan de wek kargeha kevirên qesir û xanan tê bi kar anîn. Piraniya kele, xan, rêk û xebatên endezyariyê de, kevirên vê kargehê bi kar tînin. Her wiha di serdema Eyubiyan de jî her wek kargeha kevirên qesir û xanan hatiye bi kar anîn. Di Şkeftê de nivîsên serdema Eyubiyan bi zimanê Erebî hatine nivîsin. “Kargeha Keviran ya Şkeftên Bazda di serdema Xanadena Eyyubiyên Kurd de, bikar anîne û navên wek: “Ebdurrehman El Hekarî, Muhammed İbnî Bakir” xwedaniya vê kargehê kirine. Di serdema Emeviyan de jî cîhek gelek giring bû ku ji kargehê mifa wergirtine. Piraniya Keleyên vê deverê bi kevirên vê şekftê ve hatine avakirin. Şaristaniyên devera Harranê, Şuhayb û Qesra Xan Bahlul (Berhrrur), bi kevirên vê şkeftê ve hatine avakirin.
Di Şkefta Bazdayê de ku bi hezran salane kevirên birî jê derdixin, tunêl, meydan, jorên mezin û biçûk, salon , bi şêwzên ciwan yên keviran durist bûne ku hêjaye ku mirov vî şûnware dirokî yê Bakûrê Kurdistanê bibîne.
UNECO yê ku şûnwarên deşta Harranê xistiye nav Mîreteya Parastina Navdewletî, Şkefta Bazda jî di lîsteyê de ye. Ev Şekftên Bazda di sala 2010 ê wek devera şûnware dîrokî hat ragihandin û karê vekolînê ser tê encam dan. Ev Şkeftên Bazda mezintirîn Kargeha Kevirên Qesir û Xanane, ku biriya beriya 2 Hezar salan li Bakûrê Kurdistanê hatiye avakirin.
Dennis Dargul