Zaze Mahabadî
Bi gotina Aşûriyan Uruadrî, lê bi gotina Urartuyiyan bixwe jî, wan ji xwe re digotin Vianî an jî Biyanî. Di lêkolînên zanistî de jî Vianî an jî Viyanî û Biyanî ji aliyê ziman ve berdewama Huriyan in û wek em hemû jî dizanin Hurî jî bav û bapîrên Kurdên naha ne.
Urartuyiyan li rojhilatê axa Tirkiyê ya roja me ya îro û piraniya erdnîgariya ku Kurd lê jiyan dikin, li gel gelek zehmetî û mercên seqa û hewayekî giran de jî di hezar saliya Berî Zayînê de karîn dewletekî gelek bihêz ava bikin. Herçend seqa û mercên jeolojik gelek zehmet jî bûn li dora çavkaniya Gola Wanê ku dişibe behre dewletek ava kirin.
Urartuyî şaristaniyetekî li tenişt û dora Gola herî mezin a Asya biçûk hatine avakirinê ne. Herwaha ji aliye çand, hüner, mîmarî û endazyariyê ve wek Asya biçûk ji mîrateya cîhanê re gelek tiştên giring li dû xwe hiştin.
Paytexta eyaleta Urartu Tushpa ango bajarê Wanê yê roja me ya îro ye. Şaristaniyeta ku di hewza Gola Wanê de hatiye avakirin 200 salan mohra xwe li dîrokê da û bi hebûna avê û mîmariya xwe û karkeriya maden ango kanayê ve pêşket. Urartuyiyan di mercên herî giran ên erdnîgarî de wekî ku dixwestin nûjenî dikirin, ew zeviyên ku ji bo çandiniyê ne guncaw jî bûn dianîn rewşeke ku guncaw bibin û ji bo wê jî kanalên giring ên heta roja me ya îro jî tên bikaranîn ava kirin.
Piştî lêkolîn û kolanên hatine kirin derket holê ku qralên Urartuyiyan giringiyekî taybet dane rê û kanalên avê û zêdetir ji 60 bendav û gol û kanalên avê çêkirine. Ev hejmar ji bo wê demê gelek zede û gelek giringe û wê demê li ti cîhekî cîhanê ewqas zêdeyiya avê û komkirina wê nehatiye kirin.
Taybetmendiyekî din a wan avaniyên avê jî ew e ku li her kanal û bendavekî de kevirên tirbeyan hatine dîtin. Di wan kevirên tirbeyan de ku yên qralanin, tê gotin ku ew bendav û kanal ji bo çandiniyê û li cîhên herî guncaw hewl tê dayîn ku bên çêkirin. Her qralekî di wan kevirên tirbeyan de navê xwe lê zede kiriye. Di saya wan bendavan de gol û kanalan bi awayekî rêkûpêkî karîn ew zeviyên stewr av bidin û bi awayekî sistematik av li ser mirovan hate belav kirin.
Ji ber wê jî di erdnîgariya Kurdistanê de Qraliyeta Urartu cara yekem bingehê avdaniya çandiniyê karîn bixulqînin. Piştî Qraliyeta Urartu jî ew kevneşopî ji, Persan, Heleniyan, Roman û Bîzansiyan û ji şaristaniyetên piştre jî ma û di destpêka pêşketinê de gelek roleke giring girt ser xwe.
Ji ber zêdebûna avê herêm wek ‘’Herêma Bendavan’’ û li Asyaya Biçûk a Kevin de wek ‘’Şaristaniyeta Avê’’ hatiye pênase kirin. Li gel hemû mercên zehmet û mercên erdnîgarî di serdemên kevin ên berî dîrokê, dikare bê gotin ji herêmê re serdema zêrîn bi saya avê û ew avaniyên avê yên hatine çêkirin ve hatiye xulqandin û heta roja me ya îro jî ew avanî tên bikaranîn.
Me behsa avanî û kanal û bendavên 2700 sal berî naha hatine avakirin kir! Şaristaniyetekî ku 2700 sal berî naha bi çi awayî endazyarî û mîmarî pêşxistiye û bi awayekî nûwaze mifa ji wê avadaniyê hatiye wergirtin û herçend li herêmekî lerzeyi hatibe avakirin jî ew avanî û avahiyane çawa karîn bigehin heta roja me ya îro û bi rastî gelek balkêş û fewqulade ye.
Yek ji wan avaniyan jî kanala Menua ye ku bi navê Qralê Urartu û qralê ku ew kanal avakiriye hatiye çêkirine. Dirêjiya wê 50 kîlometreyan zêdetire. Ew kanal li cîhanê wek yek ji nûwaze ya endazyariya avê tê peijrandin. Em dibinin ku 2700 sal berî naha wê kanalê ji zevî û bax û baxçeyan re bûye çavkaniya jiyanê.
Ew kanala ku wek Shamran an jî wekî ku xelkê Wanê di roja me ya îro de dibêjin Şamranalti ew nav îhtîmaleke mezin navê prenses ango dotmîreke Urartuyiyane ku piştre jî bûye Sitî û Keybanûya Aşûriyan û bi demê re ew nav guherî, lê di vê mijarê de ya rast pir agahiyên zelal tine, lewra qasî ku em dizanin Vianî ango Urartuyiyan rêyên avê û kanal û avahiyên xwe yên mîmarî re navên dotmîr an jî kiçmîrên xwe lê kirine.
Yek ji nuwazeyên Urartuyiyan jî avaniya bendava Gola Keşîş e…
Pisporên mijarê derbarê vê avaniyê de dibêjin, wek xuya dike û hêza berxwedayîna wê jî mirov li berçav bigre, li gor golên ku çavkaniya wan esman û kanalên avê dikare bê gotin ev li cîhanê bê hempaye. Ji bo wê jî avaniyên avê yên herî giring eger liv ê deverê ne divê ku mirov pir şaşmayî nemîne.
Qralên Urartu, di pêşketina çandinî û sewalkariyê ya liv ê herêmê de bi gehandina sîstema avdaniyê ve dikare bê gotin ku xwedî rola herî mezinin. Di gelek kolan û lêkolînan de derket ku embarên mezin yên xwarin û vexwarinê hatin dîtin. Di wan embaran de ji dexilê hişk kirî yên wek genim û ceh bigre, heta tirî û rûnê kunciyan hatine dîtin û ev yek nişan dide ku Urartu di pêşxistin û rewşa çandiniyê de xwedî çi bandor û astekî ne.
Elbet dema ku mirov li ser Urartuyiyan diaxive nabe mirov tenê behsa endazyariya avê bike. Urartuyî di warê mîmarî ango avahîsazî û qesirbendî û karkeriya kana û madene de gelek li pêş in. Şaristaniyeteke ku hostayên kevin û kana û madenê herî zêde li ser tê axaftin û şaristaniyeta ku destpêkê tê bîra me ye. Kanayên baxir (sifir) û hesin ve dewlemendiya herêmê ji bo me gelek zînet, amûr û emrazên çandiniyê pêşkeş kiriye û li gel wê jî asta bazirganî û hilberîna madenan a di wê demê de gehandiye asteke bilind a berçav.
Wekî ku me li jor jî diyar kir li Herêma Urartuyiyan hewa û çiya dijwarin. Lê Urartuyiyan ji bo li gel vê erdnîgariyê bikarin hemaheng bin bi projeyên mîmarî yên orîjînal mohra xwe li avadaniyê dan û li herêmê bajar, kelheyên mezin û bilind û avaniyên wek kanalên avê çêkirin û li herêmê geşdarî û xweşî avakirin.
Urartuyiyan bajar li gor planekî diyar avakirin. Bajar wisa ava kirin ku wek dixwestin li gor şiklên erdnîgarî na, avahî di berwar û berpalan de wek berbank û bersivikan hatin avakirin û dema li kelheyê tê nêrandin wek pîramîdekî xuya dike û rûyekî bi wî awayî xulqandin. Taybetmendiyekî sîstema parastina wan jî ew e.
Qralên Urartu, di hewza gola Wanê de siyasetekî ku cîhê bi hezaran mirov bikarin lê bimînin û bicîh bibin ava kirin. Paytext Tushpa (Tuşpa) yek ji bajarên herî qerebalix û balkêş ên wê demê bûye. Rêyên wê wek planekî izgarayî ya bi awayê tîkane û amûdî tê pênase kirin. Tuşba yek ji wan bajarên ku ew plan di demên kevnar de pêkaniye û pêşketiye.
Qralan navçeyên xwecihî yên herî dest didin li ser wan navçeyan bajar avadikir. Di şeran de ew erdên ku dihatin bidest xistin de bajar dihatin avakirin û ew pîvan zêdetir derdikete pêş û bi wî awayî têgeheştina li ser bingehê çandiniyê bajarvanî pêşxistin. Ew hemû pêşketin ji bo me wê aşkera dikin ku Urartuyî li gel endazyarî û avahîsazî û qesirbendiyê, di mijara bajarvaniyê de jî gelek zana bûne û xwedî nêzîkatiyekî kevnar a zanistî bûne.
Mîmariya Urartu
Berî Zayînê di sedsala 9emîn de desthilata Qraliyeta Urartu di bin serokatiya Qral Sardurê Yekem ve avabûna Urartuyan destpê kir û Berî Zayînê di sedsala heştem de geheşt asta herî bilind. Ji ber rewşa stratejik a Bazîdê ji aliyê parastinê de wek sînorên başûr rojavayê qraliyetê hatiye destnîşan kirin.
Mîmariya Kelheya Mezin a Urartu, bi dîwarên saxlem ên ji kevirên gelek mezin ku wek zinaran û bi bircên parastinê yên balkêş hatine çêkirin. Ji navçeyên niştecîhiya bilind ve dorpêçbûna wan gelek balkêş bûye û bi wî awayî kelhe li hember êrîşên dijminan tê asteke pir zêdetir berxwedêr be û heman demê de jî dibe sedem ku li ser wî dîmenê ku heye serwer û desthilat be.
Hemkarên min ên ku arkeologin, di gelek xebatên xwe yên li ser kelheya Urartu û bermayên wê yên lêkolîn kirin de, karîn şaristaniyeta Urartuyan de stratejiyên wan ên leşkeri, şiyan û karînên wan ên mîmarî û şêwazê jiyana wan pir baştir fambikin û têbigehin û di wan aliyan de hemûyan de dikare bê gotin ku pir balkêş û bêhempa ne.