BasNews – Îro êvarê di navbera du malbatên li gundê Dugoman li qeza Pişder hatibû jiyankirin û li ser bûyerê polîsê Raperîn girtina 6 tometbaran ragehand.
Îşev 11.011.2024, rêveberiya polîsê Raperînê ragehandiye ku piştî bûyerê lêpirsînê a di derbarê bûyerê de da destpê kirin û piştî aşkera kirina nasnameya wan, bi biryara dadwerê lêkolînê, şeş tometbar ji aliyê hêzên asayîşê û polîsê Raperînê ve hatin girtin.
Li gor daxuyaniya polîsê Raperînê, tometbar li gorî madeya 406 a yasaya cezayên Iraqê hatine girtin.
Herwaha hatiye diyarkirin ku di nava tometbaran de tometbarê serekî heye, ku hewldaye bi wesayîtê li sê kesan bide, ku birane û ji ber wê jî yek ji wan jiyana xwe ji dest daye û herduyên din jî birîndar bûn.