Awareyên Şingalê li Duhokê dikarin kartên niştîmanî derbixin
كوردی عربي ک.بادینی
Kurdî English

NUÇE RAMAN Raport Hevpeyvîn ABORÎ MULTÎMEDYA Magazîn ÇAND Û HUNER
×

Awareyên Şingalê li Duhokê dikarin kartên niştîmanî derbixin

BasNews – Berdevka Firaksiyona PDKê li Civata Nûnerên Iraqê Viyan Dexîl îro 11.11.2024 di civîneke rojnamevanî de ragehand, “Wekî hêsankarî ji bo welatiyên nişteciyên nav kempan û yên derveyê kempan, ji niha û pê de dikarin li Duhokê karûbarên derxistina kartên niştîmanî bi rê ve bibin, li şûna ku biçin Şingalê.”

Berdevka navbirî ron jî kir, “Tîmeke nivîsîngeha me bi Nûnerê Birêveberiya Koç û Koçberan a Dihokê û karmendên Fermangeha Kartên Niştîmanî re serdana kempan dike, ji bo ku her rojê karûbarên 100 awareyan bi rê ve bibin. Ev jî wekî ku wê bi xwe got, “Bi bizav û xebata Wezareta Navxwe ya Hikûmeta Herêma Kurdistanê û Liqa 17ê ya Partiya Demokrat a Kurdistanê bûye.”

Viyan Dexîl herwesa got, “Her roj dê li pêgeha eliktironî ya Birêveberiya Koç û Koçberan a Duhokê û Ofîsa Perlemanê navên wan kempan bên parvekirin ên ku tîma hevpar ji bo komkirin û pirkirina zanyaran qesta wê dike.”

Birêveberê Koç û Koçberan li parêzgeha Dihokê Pîr Deyan jî ji aliyê xwe ve eşkere kir, “Eva hatiye kirin pêngaveke giring e, ji bo ku kartên niştîmanî bi hêsanî ji bo awareyên Şingalê li Duhokê bên derxistin, hem ji bo kurtkirina rêyê hem jî ji bo kêmkirina xerciyên çûn û vegeriyanê.” Ji bo bilezkirina wê piroseyê jî, hemî hevahengiyan dikin.”

Pîr Deyan di derheqa serhejmêriya giştî ya şêniyan de jî got, “Me jî dixwest ku welatiyên Êzidî û xelkê Şingalê û deverên din her hemî ji bo birêveçûna wê piroseyê li warê xwe bûna, lê qedera wan wesa ye ku 10 salan li awaretiyê bimînin, lewma jî em hêvîdar in ew pirose zirarê negehîne welatiyên Êzidî.”

Learn the Truth Here ... لـێــــره‌ ڕاستی بـزانــــــه
Copyright ©2021 BasNews.com. All rights reserved