BasNews – Desteya Destpakiya Iraqê dest bi lêkolîneke tomara dengê Serokê desteya Şêwirmendan li Ofîsa Serokwezîrên Iraqê kir, ku pêywendî bi wergirtina bertîleke mîlyon dolar li hember dayîna derfeteke veberhênanê ve he ye.
Medyayên Iraqî û platformên medyaya civakî dengek belav kirine ku Şêwirmendê Serokê Encûmena Wezîran Ebdulkerîm Feysel, di dema pêywendiyeke deng de daxwaza bertîla xwe dike ku mîlyonek dolare, herçend ku Feysel ew tometane red kiriye û ragehandiye ku ew deng bi dest hatiye çêkirin.
Ev tomara sêyeme ku di nava çend rojên borî de girêdayî berpirsên payebilind ên Iraqê ne ku tên belav kirin, a herî berçav jî ya Serokê berê yê desteya destpakiyê û Serokê Desteya bacê bû.
Herwaha medyayan ragehandiye: “Şewirmendê Encumena Wezîran Ebdulkerîm Feysel bi kefaleta 50 milyon dînar û qedexeya derketina derve ji bo dema lêpirsînê hat berdan.”
Li gor çapemeniyên Iraqî, tometbar di çarçoveya lêkolînan de ji hişê xwe çûye û bo nexweşxaneyê hatiye veguhestin.