BasNews – Li herêma Guangdong a Çînê di eniya jineke 107 salî de şax derket û şaxê wê heta 10 santîman dirêj bûye.
Li ser vê rewşê hat gotin ku ji ber zêde li ber tawê ango rojê maye nexwaşiya ji çerm bûye sedem şaxê wê jinê çêbe. Ji aliyê xelk û gelê herêmê ve jî ew wek şaxê temen dirêjiyê ye.
Tê gotin rewşên waha her çend metirsiya wê nebe jî, lê metirsiya wê ya penceşêrê heye û ji bo wê jî divê berdewam dem bi dem kontrolên wê bên kirin.
Berî naha li herêma Sichuan a Çînê jina bi navê Liang Xiuzhen a bi temen di nîva serê wê de şaxekî 13 santîmî derket û wek jina Gergedan hatibû naskirin. Destpêkê wek xalekî destpê kiribû û ji aliyê bijîşkan ve wek girêbaya çerm a veduhere bo şax hatibû pênase kirin.