BasNews – Berpirsekî Iraqî ragehandiye: “Asta hilberîna petrola Iraqê, li jêr wê astê de ye ku rêxistina OPEC li ser rêkeftin kiriye ye.”
Îro 12.010.2024, ajansa nûçeya Reuters ji berpirsekî Iraqî ve veguhestiye ku di meha Îlona 2024, asta hilberîna petrola Iraqê bo 3.94 mîlyon bermîl a rojane daketiye, ew jî kêmtire li wê beşa hilberînên ku Iraq divê li çarçoveya rêkeftina OPEC de berhem bîne û rêjeya wê 4 mîlyon bermîl-varel a rojane ye.”
Wî berpirsê Iraqî ji Reutersê re gotiye: Sedema kêmbûna berhemanîna petrola Iraqê û pabendnebûna bi rêkeftina OPECê, ji ber bikaranîna zêde ya navxweyî û ne hinartina petrola Herêma Kurdistanê ye.