Tahîr Silêman: Eger mirov ne xwedî welat û welatê xwe birêve nebe mirov nikare goristana bavê xwe jî biparêze
كوردی عربي ک.بادینی
Kurdî English

NUÇE RAMAN Raport Hevpeyvîn ABORÎ MULTÎMEDYA Magazîn ÇAND Û HUNER
×

Tahîr Silêman: Eger mirov ne xwedî welat û welatê xwe birêve nebe mirov nikare goristana bavê xwe jî biparêze

Rostam Silêman

Kurd li çar aliyên cîhanê belav bûne. Li her cîhekî cîhanê mirov dikare rastî kurdan bê, yan koçber bûne, yan ji bo kar li wan deveranin, yan jî hin welat hene ji berê de kurd li wê derê her hene û niştecîhên wê deverê ne. Li hin welatên Qafqaz û Sovyeta berê mirov dikare bibêje kurd niştecîhên qedîmin. Yek ji wan welatan jî Azerbeycane ku hejmareke zêde kurd li wî welatî jiyan dikin û li gor hin çavkaniyan kurd niştecîhê wî welatî bixwe ne û beşek ji wan dibe ku piştre hatibin li wê derê bicîh bibin, lê beşek her di berê de niştecîh û xwediyê wan deveran in. Ji xwe heta naha jî navên 2800 cîhên niştecîhî, gund, bajar û deşt û çiyayan bi kurdî ye ku ew jî nîşan dide ku hebûna kurdan a li wî welatî ne li ser koçberiyê, berovajî wê li ser niştecîhiya qedîm û xwediyê wan deveran bûye.

Herçend ev rastî hebe jî lê nebûna dewletekî kurdî û nebûna statûyekî kurdan a fermî li cîhanê dibe sedem ku hemû cîhê ku kurd lê hene pirsgirêkên wan ên xwedî derketina li ziman û çand û hemû nirxên xwe yên dîrokî heye. Ango rastî asîmîlasyon û bişaftineke bê sînor tên û hemû nirxên wan ên dîrokî û civakî jî tên dizîn û dest li ser tên danîn. Li Azerbeycanê jî zêdetirî 2 milyon kurd hene lê ji ber rastî asîmîlasyoneke tund tên û nebûna dewletekî kurdî dibe sedem ku, ew jî wek bi milyonan kurdên din ên li welatên cuda-cuda bê xwedî bimînin û hewldanên jiyandina ziman û çanda kurdî jî tenê di asta kesayetên welatperwer de dimîne.

Yek ji wan kesayetên welatperwer û dilsozê çand û zimanê kurdî û zêdetirî  22 salane bi tenê serê xwe rojnameyekî kurdî derdixe nivîskar û rojnamevan Tahîr Silêman e. Mamosta Tahîr Silêman derbarê xebatên xwe û rewşa civaka kurd a li Azerbeycanê û zehmetiyên hene di wan mijaran hemûyan de bersiva pirsên BasNewsê da û hevpeyvîna li gel nivîskar û rojnamevanê Kurdê Azerbeycanê Tahîr Silêman waha ye:

Berî her tiştî ji ber vê derfetê em spasiya we dikin û em dixwazin hûn xwe hinek bidin naskirin û xebatên we, jiyana we û wek kurdekî Azerbeycanê Tahir Silêman kî ye?

Tahir Silêman: Navê min Tahir Silêman e û ez sala 1954-ê li gundê Xalisê ser bi nahîya Bêdîyê ya Komara Ermenîstanê ji dayîk bûme. Sala 1976-ê min dest bi zanîngehê beşa mamostayê ziman kir û di sala 1980-ê de min zanîngeh xilas kir û ez vegeriyam li gundê Develîyê ya nêhîya Bêdîyê û cara yekem min dibistana kurdî vekir û ez bûm mamostayê zimanê Kurdî û Azerî. Min deh salan li wê derê mamostayî kir, lê piştre şerê Qerebaxê destpê kir, ermenan hemû kurdên musilman derkirin. Beşek ji wan kurdan ku di sala 1937-ê de hatibûn surgin kirin, çûn Kazakistanê, Ozbekistanê û Rûsyayê bal xizmên xwe, em jî çûn Azerbeycanê. Li Azerbeycanê demekê Navenda Çanda Kurd a Ronahî vebû û herwaha rojnameya Dengê Kurd derket û min demekê li wê derê kar kir. Piştre ez çûm min di rojnameya serokatiya Azerbeycanê ya Respublika de min demekê kar kir. Piştre min dît ku, li civata Azerbeycanê ya kurd de ango ji bo kurdên li Azerbeycanê jiyanê dikin pêwîstiya wan bi rojnameyekî kurdî heye û ji ber wê jî ez rabûm min rojnameya Dîplomata Kurd bi fermî tomar kir. Ji sala 2003-yê şûnda min dest bi weşana wê rojnameyê kir.

Di rojnameya Dîplomata Kurd de hûn piranî kîjan mijaran zêdetir derdixin pêş û armanca wê rojnameyê çiye û di civaka Kurd a Azerbeycanê de çiqas cîh girtiye?

Tahir Silêman: Min bixwe hine pirtûk ji zimanê Rûsî wergêrî kurdî kirine û min her hewldaye ku ez xizmetekî ji ziman û çanda kurdî re bikim. Min pirtûka Vladimir Minorskî min wergêra wê kir zimanê azerî û kûrdî. Kurdî li vir Hewlêrê weşand (Kurd û Kurdistan) û min belav kir, herwaha bi zimanê Azerî jî ew pirtûk min li Azerbeycanê belav kirin. Pirtûka Şerefxanê Bedlîsî wergêrîyayî Azerî jî, herwaha ew wergêrane beş bi beş di rojnameyê de jî me weşandin û ya ji dest me hatiye me xwestiye bicîh bînin û ew xebatane gelek cîhê xwe jî girtiye. Lê mixabin me wekî pêwîst piştevanî nebûye û vê derbarê de eger Herêma Kurdistanê wek pêwîst alîkariya me kiriba dê rewş gelek baştir bûya.

Ji bo nimûne Kak Nêçîrvan Barzanî serdana Azerbeycanê kir, min jî wextê vebûna Muzêxana hertim zindî Melle Mistefa Barzanîda wê demê dît û min jê re jî got; Îlham Aliyev hûn vexwandine Azerbeycanê û çavê gelê kurd ê Azerbeycanê jî li rêya we ye û min daxwaz jê kir ku hema nîv demjimêr jî be bi rewşenbîrên me ya kurd a li wê derê re hevdîtinekî pêkbîne, lê ew derfet çênebû. Lê bi hatina wî û rakirina ala Kurdistanê keyfxweşî û dilxweşiyekî mezin li gel civaka kurd a li Azerbeycanê çêkir. Heta ewên ku berê li Azerbeycanê kurd û digotin em ne kurdin ew jî bi vê rewşê gelek keyfxweş bûn û rondik ji çavên wan dihat û ji keyfxweşiyê digiriyan. Lê me dît naha derfet hene û eger nûnertiya Herêma Kurdistanê li Azerbeycanê vebe û ala Kurdistanê li ser wê nûnertiyê bê bilind kirin dê gelek sûd û feydawê wê hebe.

Ez dixwazim vê yekê jî bibêjim naha li Azerbeycanê herî kêm zêdetir ji 2 milyon kurd hene û asîmîle bûnê re rûbirûbûne û eger ev yek waha berdewam bike piştî 20 salên din mirov ti kesekî nabîne ku êdî kurdî biaxive. Ji bo wê jî pêwîstî heye ku, rojnamevan û televîzyonên me yên kurdî bên li wê derê xebatê bi zimanê kurdî bikin. Min ew yek di sala 2004-ê de ji Serok Mesûd Barzanî re û herwaha ji Kak Nêçîrvan Barzanî re jî got, çawa li her deverekî nûnerên televîzyonên kurdî hene bila bên li Azerbeycanê jî hebin, bila agahiyên li ser kurdên Azerbeycanê bigehînin Kurdistan û cîhanê, ku kurdên wê deverê jî bizanin xwediyên wan hene. Lê mixabin heta naha ew tişt tine.

Ez bixwe jî waye ez bûm 70-ê salî û wek minak ez bidim Celadet Bedirxan kovara Hawarê derdixist û piştî demekê derfetên wî yên darayî û malî nebûn û diçû avdanî ji bo mîrekî dikir û piştre ket bîrê avê û xeniqî û canê xwe ji dest da. Piştre jî kurdan hemûyan got; wey heyf û mixabin… Sibe ez jî bimirim ti kesek tûne vê rojnameya Dîplomata Kurd biweşîne. Wê demê jî dîsa dê bê gotin way heyf û ew rojname nema, lê eger naha piştgirî û xwedî lê derketina wê rojnameyê hebe û hin ciwanên din ji bo vî karî bên perwerdekirin û derfet ji wan re bên afirandin wê demê ew rojname ez nebim jî êdî dê her hebe û xizmetê bike. Lê naha ew kar tenê bi min çênabe û divê piştgiriyek li vî karî bê kirin.

Yanî hûn dixwazin êdî xwedî lê derketina vê rojnameyê hebe û tenê bi hewldanên kesî yên we ve nemîne

Tahir Silêman: Belê ez dibêjim ev rojname hem siyasî ye, hem civakî ye, hem çandî û ferhengî ye û hemû aliyan ve karûbarên nivîs û xizmetê ji civaka kurd a li Azerbeycanê re dike û divê ji naha û pê de Herêma Kurdistanê bixwe jî piştgiriyê lê bike ku hebûna xwe bihêztir bike û kar û xebat û xizmeta xwe berdewam bike. Ji bo mînak berê me ofîsa rojnameyê hebû û rojê zêdetirî sed kesan serdana ofîsê dikirin, lê naha derfetên me kêmbûn min mala xwe bixwe beşek kir ofîs û naha zêde xelk nikare serdana ofîsê bike.

Li hember rojnameya Dîplomata Kurd eleqe û nêzîkbûna civaka kurd a Azerbeycanê çawa ye;

Tahir Silêman: Nêzîkbûna civaka kurd a Azerbeycanê ji rojnameyê re gelek başe û nivîsên xwe, helbestên xwe, an jî kar û çalakiyên xwe ji rojnameyê re dişînin, ez jî di rojnameyê de cîh didin û diweşînim. Lê asîmîlasyon gelek pêşketîye, gelek helbest û nivîs bi zimanê kurdî nayên bi zimanê azerî tên nivîsandin. Lewra ez dibêjim eger ew xebatên çand û zimanên kurdî bên pêşxistin, xebatên Navenda Çanda Kurdî careke din bên pêşxistin rojnama Dengê Kurdjî bê weşandin û em korsên zimanê kurdî vekin, komên folklorê em ava bikin, ji xwe berê hebûn û me di cejnên Newrozê de ew beşdar dikirin û gelek kareke baş dihate kirin. Gotineke pêşiyên me ya gelek girin heye ‘’Eger welatekî mirov nebe mirov nikare goristana bav û kalên xwe jî biparêze’’ Divê Herêma Kurdistanê xwedî li kurdên li Azerbeycanê jî derkeve, em wek kurdên li Azerbeycanê divê sêwî nemînin. Li Azerbeycanê nêzîkî 2800 cîhên niştecîhî yên wek gund, nahye û bajar navên wan bi kurdî ye. Navê Azerbeycanê bixwe jî bi kurdî ye; Az ango-ez, ar- ango agir, bican jî bi xwe kifşe wateya din Ez-agir- bi can, Ez agirê bi can, Azerî  bi giştî, ez arî ye, kurd xwe arîne.

Li Azerbeycanê derfetên yasayî û astengên li pêş ziman û çanda kurdî hene yan na?

Tahir Silêman: Ne xêr li Azerbeycanê ew astengî nîn in. Hine dibistananda bi zimanê kurdî ders derbaz dibin. Heta naha ez rojnameya Dîplomata Kurd 21-sale derdixim ti rojekî pirsgirêkek çênebûye. Em her Newrozê cejna xwe pîroz dikin, konsertên kurdî tên saz kirin, lê ti carekî pirsgirêk vê derbarê de çênebûne. Ev yek ne tenê ji bo kurdan, li Azerbeycanê nêzîkî 48- gel û milet hene ji bo ti miletekî ew pirsgirêk tûne.

Derbarê rewşa Kurdistanê de hûn çawa difikirin?

Tahir Silêman: Ez gelek xemgînim ku, em wek kurd nikarin yekitiya xwe ava bikin. Her alîyek di milê xwe de dikşîne, ma heta kengî emê di vê rewşê de bin, ji ber wê jî kurd malên xwe difroşin û direvin diçin bo Ewrupa û ereb tên tijî dibine Kurdistanê. Ez vê rewşê di cîh de nabînim û gelek pê xemgîn dibim. Divê jiyaneke baş ji bo civaka kurd bê avakirin, ku xwedî li welat û niştiman derketin hebe. Divê yekbûn çêbe û kî xera dike û rastî çiye aşkera bin, ku civak bixwe bikare yê v êxeletiyê dike bibîne û helwêst li hember dayne. Eger waha berdewam bike dijminên kurdan gelekin û dibe ku êrîşî wan destkeftên Kurdistanê bikin û hewl bidin ji nav bibin û tirsa min ew e.

Kurdên Azerbeycanê Herêma Kurdistanê çawa dibînin?

Tahir Silêman: Mirovên sêwî berdewam çavê wan li dervaye. Em jî kurdên Azerbeycanê hinek sêwî mane û berdewam çavê me li welat e. Berdewam em dixwazin bizanin li Kurdistanê çi heye û em bi pêşketina welat dixwazin serbilind û keyfxweş bibin, lê dema em dibînin her aliyek di milê xwe de dikşîne, em bi vê gelek xemgîn û nerihet dibin. Ji bo me yekbûn û yekitiya li welat gelek giringe. Em hêvîdarin hemû hêz bên gel yek û yek gotin, yek hêz û yekrêziyek li Kurdistanê hebe, ku em wekî kurd bikaribin ji hemû cîhanê re wê peyamê bidin ku, bi rastî jî me ew hêz-qewat heye. Amerîka û hêzên navnetewî eger piştgiriyê nedin ji bo wan hêzên herêmî eger rêkbikeve dê bixwazin 24 demjimêran de Kurdistanê ji holê rakin. Em hemû kurdên Azerbeycanê, Kazaxistanê, Gurcistanê û kurdên li welatên Qafqazê em bi Kurdistanê serbilind in û çavê me berdewam li Kurdistanê ye ka kîngê wê Serbixûnaxwe elam bike.

Hûn kengî ve tên û diçine Kurdistanê û dema hûn têne Kurdistanê çi hestek li gel we çêdibe?

Tahir Silêman: Ez ji sala 2004-ê ve her sal têm û diçim û dema ez dikevim nav sînorên Kurdistanê û ala Kurdistanê dibînim di berxwe de hêsir ji çavê min tên xwarê. Li Kurdistanê derfetên dilxweşker hene, hemû xwandin bi kurdî ye, zanîngeh hene û her tiştek kurdî ye û mirov bi vê kelecan digre û kefxwaş dibe.

Di dawiyê de jî careke din dubare em spasiya we dikin ji ber vê derfetê û dawiyê de hûn çi tiştekî dixwazin bibêjin û bendewariyên we çi ne?

Tahir Silêman: Wek berî naha jî min got, çawa li her deverekî nûnertiya Herêma Kurdistanê heye, bila li Azerbeycanê jî nûnertiya Hikûmeta Herêma Kurdistanê hebe û peywendiyên li gel civaka kurd a li Azerbeycanê pêşbixe, herwaha li Başûrê Kurdistanê ve komên hunerî û çandî serdana Azerbeycanê bikin, li wê derê konsert û çalakiyên çandî bên pêşxistin. Ez di sala 2004-ê de hatim gel Serok Barzanî û min wê demê pêşneyar kir; Nemir Mela Mistefa Barzanî 3 salan li Azerbeycanê maye û ew mala ku Nemir Mela Mistefa Barzanî lê mayî em bikirin û em bikin mûzexane û mala kurda, lê ew tişt pêknehat û ew mal xerabkirin û nema. Ez dawiyê de daxwaz dikim Hikûmeta Herêma Kurdistanê xwedan li kurdên Azerbeycanê derkeve û nehêle kurdên li Azerbeycanê asîmîle bibin û ev rojnameya ku naha ev 22- sale ez li Azerbeycanê derdixim ew jî eger nebe, çi rojnameyekî din tine ku behsa kurd û Kurdewariyê bike. Em di rojnameya xwe de behsa kurd û Kurdistanê, dereq dîroka kurd û Kurdistanê û hebûna nirxên çandî û dîrokî û siyasî yên Kurdistanê dikin û em hewl didin wekî kurd hebûna xwe li Azerbeycanê biparêzin. Ji bo wê jî em alîkariyê dixwazin û hêvîdarim Kurdistan jî her demekî serkeftî û serfiraz be û em bi wê serbilind in û emê pê serbilindtir bibin.

Learn the Truth Here ... لـێــــره‌ ڕاستی بـزانــــــه
Copyright ©2021 BasNews.com. All rights reserved