BasNews – Duh 17.09.2024ê fermandarê hêzên Quds a ser bi Sipaha Pasdarên Îranê Îsmaîl Qaanî ji bo serdanekî nehatî ragehandin geheşt Bexda ya paytexta Iraqê û gelek civîn li gel rêveberên siyasî yên Çarçoveya Hemahengî û rêveberên gelek grubên çekdar ên Iraqê yên ku Îranê piştgiriya wan dike pêkanîn.
Serdana Qaanî ji bo Bexdayê di demekî de ye ku krîza siyasî ya Iraqê kûrtir û berdewame, bi taybet piştî aşkera bûna tora çavdêriya sîxurî kirin li ofîsa Mihemed Şiya Sûdanî li meha borî, herwaha tundî û êrîşa çapemenî û gotarên berdewam ên hin ji rêveberên Çarçoveya Hemahengiyê bi taybet a herî diyar jî Serokê Îtîlafa Dewleta Yasa Nûrî Malikî û Serokê gruba Esayîb Ehlî El Heq Qeys Xez Elî li dijî Serokwezîrê Iraqê Mihemed Şiya Sudanî.
Çavkaniyên agahdar li Bexdayê ji rojnameya El Erebî El Cedîd re ragehandin ku Qaanî bi serdana xwe ya nehatî ragehandin ve geheşt Bexdayê û gelek civîn li gel rêveberên Çarçoveya Hemahengiyê û rêveberên hin aliyên çekdar ên Iraqê pêkanîn û li ser piştevaniya çareserkirina krîzan û ragirtina êrîşên çapemeniyê li dijî Sûdanî û hikûmeta wî gotûbêj kirine.
Li gor heman çavkaniyan ku Qaanî di civînên xwe de helwêstê Tehranê yê derbarê pêwîstiya çareserkirina krîzan û ragirtina wan alozî û tengezariyên dijî Sûdanî û hikûmeta wî ji aliyê siyasî û hêzên milîs ên çekdar re ragehandiye.
Li gor raporta rojnameya El Erebî El Cedîd, Qaanî di civînên li Bexdayê behsa vekêşîna hêzên Amerîkayê kiriye û behsa pêwîstiya danîna lîste û demjimêrekî ronî û aşkera û hatî ragehandin ji bo vekêşîn kiriye. Herwaha behsa wê yekê jî kiriye ku hebûna hêzên Amerîkayê nêzîk Îranê metirsiye û gefxwarine li ser asayîşa netewî ya wî welatî.
Tehran demeke givaşê dixe ser Bexdayê bi taybet di dosyaya bi dawî anîna rola Hevpeymaniya Navnetewî û vekêşîna hêzên Amerîkayê li Iraqê, ku yek ji dosyayên serekî yên Îranê ye di warê karûbarên Iraqê de.
Vê derbarê de lêkolînvanê siyasî Mihemed Elî El Hekîm ragehand: ‘’Serdana Îsmaîl Qaanî ji bo Bexdayê di vê demê de û vê pêvajoyê de, ku krîzeke siyasî ya mezin a nehatî ragehandin re derbasbûn heye, teqez dike ku milmilaneya navbera hin aliyên nav Çarçoveya Hemahengiyê de û herwaha li aliyê din jî Mihemed Şiya Sûdanî geheştiye qonaxeke metirsîdar. Ji bo wê jî Îranê destwerdanê dike ku rîtma mala siyasî ya Şîe di her milmilaneyekî de kontrol bike.’’
El Hekîm diyar kir: ‘’Milmilaneya navbera aliyan di Çarçoveya Hemahengî û Sûdanî de geheştiye qonaxeke metirsîdar û gefxwarina dûrxistin û çûna ber bi helbijartina pêşwext a Parlamentoyê dibe rastî, piştî tora sîxuriyê ya mezin bi awayekî serekî rêveberên Çarçoveya Hemanehgiyê û fraksiyonan dike armanc û wê jî acizî û bertek li dû xwe anîn û nakokiyên li gel Sûdanî berfirehtir kiriye.’’
Herwaha got: ‘’Piştî destwerdana Qaanî ji bo rawestandina alozî û tengezariyan li dijî Sûdanî û hikûmeta wî yên ji aliyê rêveberên Çarçoveya Hemahengî û fraksiyonên wan ve, dibe ku di rojên pêş de guhertinên berçav ji aliyê aramî û rawestandina êrîşn çapemeniya Iraqê de pêkbên.’’