BasNews – Serdana Serokomarê Îranê Mesûd Pizîşkiyan bo Herêma Kurdistnê, di vê demê de giringîyeke xwe ya taybet hebû. Ev hevdîtin waha dihat çawerê kirin ku Îbrahîm Reîsî encam bide, lê jiyana ji destdana wî ya di bûyereke ketina xwarê a hlîkoptera wî bû sedema wê ku Mesûd Pizîşkiyan weke yekem serokomarê yekem yê Îranê serdana Herêma Kurdistanê bike.
Ev serdan serdaneke taybet bo Îranê. Dema Îbrahîm Raîsî xwest serdana Herêma Kurdistanê bike, ji ber serdana Erdogan a Bexda û Hewlêrê bû. Serdana Serokomarê Tirkiyê bo Iraq û Herêma Kurdistanê ev rastiyê nîşan da ku ne tenê Herêma Kurdistanê, belku Iraq bi giştî ji bo ewlehî û aboriya Tirkiyê girîng e.
Tirkiyê ew rêkeftinên ku li gel Iraqê îmze kiriye, ji bilî mijarên aramî û ewlekariyê, li ser çendîn mijar û projeyên aborî jî rêkeftin kiriye. Projeya geşepêdanê yek ji rêkeftinên navbera Tirkiye û Iraqê bûye. Ev proje ew korîdore ku Besrayê bi Ovakoyê ve li Tirkiyê girêdide û ji wir jî bi bazara Yekîtiya Ewropayê ve girêdide, ku dê aramiya aborî ji bo bazirganiyê li herêmê misoger bike, bi taybetî eger beşeke wê bi Herêma Kurdistanê de derbas bike. Piştî van hewlên Tirkiyê, Îran jî serdana Iraq û Herêma Kurdistanê kir û dixwaze pêşî li serweriya Tirkiyê a li wî welatî de bigre.
Yek ji armancên serekî yê serdana serokomarê Îranê ya li piştî serokomarê Tirkiyê ewe ku korîdora bazirganî û ewlekariya ya di navbera Tirkiye û Iraqê de bê hilweşandin û rêya stratejîk a Îranê Hîlala Şîe bigehîne armancê. Ew navçeya ku ji bo Tirkiye û Îranê girînge, Hewlêre; Hewlêr wek helwesteke stratejîk ji bo herdu welatan tê hesibandin. Ew sedem û hemahengiya naha di navbera Îran û Herêma Kurdistanê de heye, tenê encamên gef û zextên Îranê nîne. Salên borî Îranê gef û êrîşên leşkerî yê herî zêde li ser Herêma Kurdistanê kir, bi awayekî ku êrîşa mûşekî li ser Hewlêrê kir û ragehand, ku baregehên Mosadê li Herêma Kurdistanê heye! Herçend ew axaftinane bi fermî hemû hatine ret kirin. Piştre Herêma Kurdistanê bi hewlên xwe, karî pêşî li ber hewildanên bi vî rengî bigre.
Bo Îranê hatiye îspat kirin ku guhertina li Iraqê bêy PDKê, zehmete, ji ber vê jî, Îran têgehiştiye ku hîştina Herêma Kurdistanê a di nav bazneya gefê bo ser xwe, şaşe, di heman demê de Kurdistan dikare bibe navendeke alîkariyê jî.
Îran naha agahdare ku Rojhilata Navîn pêngav avêtiye biber bi navçeyeke piştî şer, îranê pêywendiyên xwe li gel Erebistana Siûdî aram kiriye, pêywendiyên Siûdiyê li gel Qeterê normalin, Tirkiyê pêywendiyên xwe li gel Misrê normal kiriye, Sûriyê li gel welatên navçeyê pêywendiyên xwe pêş xistiye, naha ji bilî şerê di navbera Filîstîn û Îsraîlê,ti pêywendiyekî din li Rojhilata Navîn tuneye, ji ber wê Îran hewil dide ku pêywendiyên wê li gel Iraqê û Herêma Kurdistanê pêywendiyek nebe, tenê di çarçoveya leşkerî û ewlekarî de be, hizra Îran û Herêma Kurdistanê waha dixwaze ku pêywendiyên wan yên aram û normal hebin.
Herêma Kurdistanê hertim hewil daye ku pêywendiyên xwe li gel ciranan baş bike, lê ew welatên derdor bûye ku Kurdistan we gef ji bo ser xaka xwe danîne û hertim di wî alî de temaşeyî Herêma Kurdistanê kirine, ku babe Kurdistan ava bibe û Kurdistan pêş bikeve; ji ber ku ji bo wan dibe pirsgirêk.
Divê em ji bîr nekin ku navenda biryardanê li Îranê di destê Rêberê Bilind de ye, herçend ku Pizîşkiyanê wan kesekî nerim be û meyla wî ber bi aşitiyê be, lê rêberê bilind û tîmên wî ne ku biryarê li ser siyaseta derveyî Îranê didin, bi wateyeke din (Qada “hêza leşkerî” serdestiya dîplomasiyê dike), Her çend ew kesên ku berpirsên siyasetê ne û bername û plana derve ya Îranê ne, lê cara duyem, bi serdanekê pêwendî asayî nabin û pêwîstî bi xebateke zêdetir heye.
Di encam de serdanên bi vî awayî û dem, diyar dike ku gelo serkeftî dibe yan na? ji ber ku naha Herêma Kurdistanê di navbera du rêyên stratejî yên du hêzên herêmî de ye, ku her yek ji wan dixwaze hêza din têk bibe û serkeftina projeya xwe misoger bike, ku hem derfetek û hem jî hestiyar e ji bo Herêman Kurdistanê bi giştî û Hewlêrê bi taybetî.