Lijneya Darayî ya Parlamentoya Iraqê: Me planek ji bo serdana Herêma Kurdistanê amade kiriye
كوردی عربي ک.بادینی
Kurdî English

NUÇE RAMAN Raport Hevpeyvîn ABORÎ MULTÎMEDYA Magazîn ÇAND Û HUNER
×

Lijneya Darayî ya Parlamentoya Iraqê: Me planek ji bo serdana Herêma Kurdistanê amade kiriye

BasNews – Lijneya darayî ya parlamentoya Iraqê, ji bo pirsgirêka mûçe û dahata bac û gumrik û pirsgirêkên darayî yên din yên di navbera Hewlêr û Bexdayê serdana Hewlêrê dike û herwaha lijneyê plana serdana xwe amade kiriye.

Îro 16.09.2024, lijneya darayî ya encûmena nûneran bi amadebûna Serok û çend endamên lijneyê civiyan ji bo gotûbêj kirina çend mijaran, ku yek ji wan mijaran amadekirina plana serdana Herêma Kurdistanê ye ji bo pirsgirêka bûdce û mûçe.

Di vê derbarê de endamê lijneya darayî ya encûmena nûnerên Iraqê Dr. Nermîn Merûf ji BasNewsê re ragehand: “Di civînê de plana lijneya darayî hat amade kirin ji bo serdan kirina Herêma Kurdistan û Iraqê, di derbarê mûçe û dahata bac û gumrik û pirsgirêkên darayî ên di navbera herdu aliyan de.”

Herwaha ragehand ku ew civîn, yan dê di dawîya vê hefteyê, yan jî destpêka hefteya bê de bikirin.

Amaje bi wê jî daye, di civînê de gotûbêj ji bo wan yasayan hatin kirin, ku pêwîste di demên pêşde lijneya darayî li encûmena nûnerên Iraqê li ser kar bike, wek guhertina yasaya malnişînîya yekgirtî û yasaya banka navendî û yasaya bankan.

Nermîn Merûf got, rêjeya dahata neftê ya ku di yasaya bûdceyê de hatiye texmînkirin, hatiye şopandin.

Herwaha diyar kir, ku pêşniyarek hate kirin ji bo damezrandina sinduqa serweriya dewlet û pêkhênana tîmekî ji bo pêdaçûnê bike ku  rêkarên hikûmetê di dahata werzaret û saziyan de derbikeve.

 

Learn the Truth Here ... لـێــــره‌ ڕاستی بـزانــــــه
Copyright ©2021 BasNews.com. All rights reserved