Tê payîn ku ji Xaneqînê gelek kes ji bo piştgiriya Mela Bextiyar bigehin Silêmaniyê
كوردی عربي
Kurdî English

NUÇE RAMAN Raport Hevpeyvîn ABORÎ MULTÎMEDYA Magazîn ÇAND Û HUNER
×

Tê payîn ku ji Xaneqînê gelek kes ji bo piştgiriya Mela Bextiyar bigehin Silêmaniyê

BasNews – Di çarçoveya paqijkirina rêveber û xebatkarên kevin yê YNKê, îro û şeva borî, bi fermana Bafil Talebanî hêza komando ya YNKê, mal û mêvan û sazî û medya û rewşenbêriyên ser bi Mela Bextiyar dagir kir, çavkaniyekî jî ragehand ku Mela Bextiyar ji alîgir û kesên nêzîkên xwe daxwaz kiriye ku carê aram bin.

Şeva borî hêzên komando bi fermana raste rast ya Bafil Talebanî, li Xaneqînê dest danîn ser mêvanxaneya Mela Bextiyar, êvara îro jî hêzên komando dora navenda rewşenbêriya Çawdêr girt, ku Mela Bextiyar bi xwe xwedantiya wê dike.

Li gor agahiyên BasNewsê, Bafil Talebanî ferman daye hêzên komando ku dest daynin ser tevahiya mal û milk û wesayîtên Mela Bextiyar  û herwaha daxwaz jî li hêzên komando kiriye ku eger Mela Bexdiyar bertek û li hember derketinekî bike, wî bigrin.

Li gor wê zanyariya ku ji wê navenda rewşenbêriya Çawdêr ketiye destê BasNewsê, Mela Bextiyar li gel beşek ji zîrewanên xwe li baxê xwe li Mêgepan meye û daxwaz li kesên nêzîkî xwe kiriye ku vê gave ti helwestek û bertekekî nekin, heta ku bi xwe helwesteke tund li ser bûyeran bide, biryare gelek kes ji xelkê li Xaneqînê ve ji bo pişetaniya li Mela Bextiyar bigehin Silêmaniyê.

 

Learn the Truth Here ... لـێــــره‌ ڕاستی بـزانــــــه
Copyright ©2021 BasNews.com. All rights reserved