BasNews – Desteya Serbixwe ya Mafê Mirov nîgeraniya xwe li hember çûna hêzeke ewlekariyê a li ser Ofîsa Navendî ya Rewşenbîriya Çawdêr anî ziman.
Li gor agahiyên BasNewsê, Bafil Talebanî ferman daye hêzên komando, ku dest daynin ser tevahiya mal û milk û wesayîtên Mela Bextiyar, herwaha daxwaz jî li hêzên komando kiriye ku eger Mela Bextiyar bertek û lihember derketinek kir, bigrin.
Li gor wan agahiyên ku li dezgeh-saziya rewşenbîrî ya Çawdêr ve dest BasNewsê ketine, îro 05.09.2024, hêzeke ewlekariya YNKê êrîş kiriye li ser avahiya saziya rewşenbîriya Çawdêr a Mela Bextiyar li taxa Beranan a bajarê Silêmaniyê û dest danîne ser wê navendê.
Di vê derbarê de desteya Mafê Mirov li Herêma Kurdistanê îro 5ê Îlonê daxuyaniyek belav kir û ragehand:
“Mixabin vê êvarê 05.09.2024, li dû zanyaran ji zardevê rêzdar Mela Bextyarê siyasetmedar ku parve kiriye, hêzeke dezgeha ewlehiyê li bajarê Silêmaniyê çûye ser Nivîsîngeha Navenda Rewşengerî ya Çawdêrê û destê xwe danaye ser wî baregayî û kelûpelan, ku di heman demê de ofîsa wî ya taybet e jî.”
Herwaha ragehand: “Diyare ew hêz binavê gerîna wî cihî weke milkekî aliyekî diyar kirî ew kare kirine û bi ferman çûne, lê çûn û bi karanîna hêza ewlekarî dest danîna ser kel û pelên taybet ya wî cihî ku navendeke rewşenbîriye, ji bikaranîna tedbîrên yasayî û dadgeh û sivîl, guncav nîne ku nêzîkatiyeke bi wî awayê binpêkirina rêgezên azadiya ziman û rewşenbêriyê ye.”
Desteya Serbixwe ya Mafên Mirovan herwaha got, “Em hêvîdar in rewş asayî bibe û ber bi rengvedanên din ve neçe û mafê kesî û xwedîtî li wê dezgehê parastî be, herwesa hemî jî pabendî yasayê bin û dadgeh yekalî bike.”