Asayîşa Hewlêrê girtina bazirganekî madeya hişber ragehand
كوردی عربي
Kurdî English

NUÇE RAMAN Raport Hevpeyvîn ABORÎ MULTÎMEDYA Magazîn ÇAND Û HUNER
×

Asayîşa Hewlêrê girtina bazirganekî madeya hişber ragehand

BasNews – Asayîşa Hewlêrê ragehand ku bazirganekî madeyên hişber girtiye û ragehand ku di dema girtina wî bazirganî de dest danîne ser hindek madeyên hişber yê ji cura Krîstal, ku ji bo firotinê hatibûne amade kirin.

Rêveberiya Asayîşa Hewlêrê îşev 05.09.2024, belav kiriye ku bi fermana dadwerê lêkolîna asayîşa Hewlêrê tometbarê bi navê B. S. R. girtine, ku li bajarê Hewlêrê karê wî bazirganîkirin û dabeşkirina madeyên hişber bû ye.

Herwaha hat diyar kirin ku di dema girtinê de dest danîne ser hindek madeyên hişber yên Krîstal ku ji bo firotinê hatibûn amadekirin.

Asayîşa Hewlêrê di daxuyaniyekî de jî hemwelatiyan piştrast dike ku hewlên wan yên ji aliyê hêzên wan ve dê berdewam be, ji bo tunekirin û girtina bazirganan û tometbarên madeyên hişber.

Herwaha rêveberiya Asayîşa Hewlêrê sipasiya hemahengî û alîkariya hemwelatiyan jî kiriye.

 

Learn the Truth Here ... لـێــــره‌ ڕاستی بـزانــــــه
Copyright ©2021 BasNews.com. All rights reserved