Bombebaranên Tirkiyê li Silêmaniyê bi alîkariya dezgeheke ewlekariya YNKê pêk tên
كوردی عربي
Kurdî English

NUÇE RAMAN Raport Hevpeyvîn ABORÎ MULTÎMEDYA Magazîn ÇAND Û HUNER
×

Bombebaranên Tirkiyê li Silêmaniyê bi alîkariya dezgeheke ewlekariya YNKê pêk tên

BasNews – Tirkiye bombebaranên xwe yên li Silêmaniyê tundtir dike û pispor jî dibêjin, ew teqîn bi alîkariya dezgeheke ewlehiyê ya YNKê birêve diçe, bi taybet di mijara destnîşankirina cih û tevgera armancan de.

Demeke bi awayekî rojane, dron li sînorê Silêmaniyê bombebaran û êrîşan li ser baregah û otomobîl û kesên cuda cuda encam didin ku di bombebarana dawî de bavek û 2 kurên wî jiyana xwe ji dest dan.

Eve jî gumana wê li gel pispor û çavdêran avadike ku ew êrîşane bi alîkarî û hemahengiya dezgayekî ewlekariyê a YNKê birêve diçe. Îro 05.09.2024 jî, dronekî li navçeya Zelan ya ser bi bajarokê Çwarta li bakurê Silêmaniyê, wesayitek kir armanc û di encamê de 3 kesan canê xwe ji dest dan, lê agahiyên zêdetir hîn nehatine destxistin .

Di vê derbarê de çavdêrê siyasî Dilşad Celal Kamil, ji BasNewsê re axivî û got, “Serokê berê yê Partiya Çareseriya Demokratîk PÇDKê Dr. Fayeq Gulpî ragehandiye ku ji xalên kontrolê yên YNKê agahî ji Tirkiyê re tên dayîn û ew jî karwanê otomobîlên PKKê bombebaran dikin. Em di wê baweriyê de ne ku YNK li dijî PKKê zanyariyên temam dide MÎTa Tirkiyê, vê yekê jî PKKê aciz kiriye, ji ber ku YNK ji aliyekî ve xwe wek piştevanê PKKê nîşan dide û zanyariyan li dijî PKKê dide Tirkiyê.”

Ew çavdêr dipirse: “Tirkiye çawa bi hûrî dizane ku tevgera PKKê li wî sînorî çawaye eger bi hevkariya YNKê nebe? Beşek ji wan kesên ku dibin armanc, yekser hêzên leşkerî yênYNKê diçin ser wan û wesayît û kesan dibin cihên cuda, gelo ev cihê gumanê nîne?

 

Learn the Truth Here ... لـێــــره‌ ڕاستی بـزانــــــه
Copyright ©2021 BasNews.com. All rights reserved