Ajansa Anadolu: Di operasyoneke MÎTê de berpirsekî PKK/YPGê hat kuştin
كوردی عربي
Kurdî English

NUÇE RAMAN Raport Hevpeyvîn ABORÎ MULTÎMEDYA Magazîn ÇAND Û HUNER
×

Ajansa Anadolu: Di operasyoneke MÎTê de berpirsekî PKK/YPGê hat kuştin

BasNews – Ajansa Anadolu ya fermî zimanê Tirkiyê ye ragehand, Saziya Îstixbarata Tirkiyê (MÎT)ê yek ji berpirsên PKK/YPGê yê bi navê Metîn Dînç ku wek Dijwar Tekoşîn tê naskirin li herêma Qamişlo bi operasyonekî noqteyî bê bandor kiriye.

Li gor çavkaniyên ewlehiyê ji wê ajansê re ragehandine Metîn Dînç an jî bi navê xwe yê din ku nav rêxistinê de wek Dijwar Tekoşîn tê naskirin, di salên 2008-2015ê de bi tometa ‘’Endambûna rêxistineke çekdar a derveyî yasayê û propagandaya wê kirinê, çek dabînkirin ji bo wê rêxistinê, derveyî zagonan civîn û xwepêşandan çêkirin û birêvebirin û di çarçoveya wan tewanan de piştî hatibû binçav kirin, hatibû girtin.’’

Li gor heman çavkaniyê; Metîn Dînç sala 2015ê de bi rêyên derveyî yasayan derbas bûye û beşdarî rêxistina PKK/YPGê bûye û gelek çalakiyên dijî hêzên ewlehiya Tirkiyê birêve birine.

Hat ragehandin MÎTê li bajarê Qamişlo ya Rojavayê Kurdistanê cîhê Metîn Dînç (Dijwar Tekoşîn) destnîşan kir û bi operasyoneke noqtayî ew ji nav bir.  

Learn the Truth Here ... لـێــــره‌ ڕاستی بـزانــــــه
Copyright ©2021 BasNews.com. All rights reserved