BasNews – Bi tometa kuştina hemwelatiyekî tîmên binkeyê polîsê Seyidsadiq û Hesarî yên ser bi beşa polîsê Seyidsadiqê tometbarek girtin.
Îro 05.09.2024ê rêveberiya polîsê Silêmaniyê vê derbarê de daxuyaniyek belav kir û ragehand, piştî şeva borî ji ber pirsgirêkekî civakî ya şer û nîqaşê di navbera çend kesekî de derket, bû sedema kuştina hemwelatiyekî û demildest tîmên herdu binkeyên polîsê Seyidsadiq û Hesar geheştin cîhê bûyerê û lêkolîn li ser girtina tometbar hatin destpê kirin.
Herwaha hat ragehand, piştî wergirtina biryara dadwer tometbar ji aliyê tîmên herdu binkeyên polîsê Seyidsadiq û Hesar ve hat girtin û herwaha dest li ser 3 çekên demançe de jî hate girtin.
Li gor heman daxuyaniya polîs; tometbar E.M.Q bi biryara dadwer û li gor madeya 406 a yasaya cezadanê ya Iraqê ew kes hin girtin û lêkolîn berdewam e.