BasNews – Bi amadebûna Serokê Hikûmeta Herêma Kurdistanê yekem sempozyuma Siryanî li Niştiman li Hewlêr a paytext destpê kir.
Serokê Hikûmeta Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî di sempozyumê de gotarek pêşkeş kir û ragehand: ‘’Xwîşk û birayên birêz, mêvanên ezîz û xoşdivî bi xêrhatineke germ li hemû aliyan dikim, bo Hewlêr a paytexta Herêma Kurdistanê, paytexta pêkvejiyana olî û çandên cuda, bi xêrhatinê li hemû wan mêvanên birêz dikim ku li seranserê cîhanê hatine bo beşdarbûna vê sempozyumê. Bi taybetî berpirs û mamostayên olî yên hemû çandên cuda li vê derê beşdarin, hûn hemû bixêr hatin. Hêviya serkeftinê ji bo vê sempozyumê dikim û destxweşiyê li rêxistvanên vê sempozyumê dikim.
Barzanî got: ‘’Destxweşiyê li Wezareta Rewşenbîrî û Rêveberiya giştî ya Rewşenbîrî û Hunerî ya Siryanî dikim ji bo rêkxistina vê sempozyumê.’’
Herwaha got: ‘’Hêvîdarim ev gotûbêj û lêkolîn û behsên di heyam vê sempozyumê de tê pêşkeş kirin, bibin sedemê zêdetir pêşxistina çanda Siryanî û li xizmeta bihêzkirina ruhê pêkvejiyana aştiyane ya pêkhateyên olî û netewên cuda yên Kurdistanê bin.’’
Serokê Hikûmetê got: ‘’Kurdistan di berdewamiya dîrokê de wek landik û dergûşa mirovahiyê ya berdewam û welatê netewên cuda, ol û baweriyê cuda bûye, çend şaristaniyên cuda yên wek şaristaniyên MED û Sumer û Akad û Kildan û Asûr û Siryanî û hwd gelek şaristaniyên din lê bûne û li ser bingehê Kurdistanê serê xwe rakirine û pêşketine.’’
Serokê Hikûmetê Mesrûr Barzanî got: ‘’Min di boneyên din de jî amaje bi wê yekê kiriye ku li devera me de li yek gundî mizgeft û dêr û kinîşt cîhê wan hebûye û bawermendên wan olane û çandên cuda li gel yek jiyane û cudayiyên hev qebûl kirine. Herwaha ku êrîş li ser Kurdistanê jî hatiye kirin, cudayî di navbera ol û çandên cuda de nehatiye kirin û hemû bi yek çav li wan hatiye nêrandin. Nehez û dijmin wek yek li me dinêrin, divê em jî bi yek dest û wek bira bin ji bo ku bikarin li dijî hemû nexwaşiyan rawestin.’’
Barzanî got: ‘’Piştî raperîna sala 1991ê û helbijartinên parlamentoyê û pêkanîna Hikûmeta Herêma Kurdistanê heta îro, pêkhateyên cuda yên Kurdistanê jî beşdariyekî diyar di jiyana siyasî û çandî û civakî ya Kurdistanê de kirine û Hikûmeta Herêmê pêbende bi parastin û pêşxistina vê rewşa bi hevre ya jiyanê ye ku yek ji taybetmendên Herêma Kurdistanê ye û ji bo me serbilindiye û berdewam rijdbûn û parêzgarî li hemû çandên cuda em dikin û em li dij hemû cure hizrekî tundiyê û cudakariyê jî radiwestin.’’
Herwaha ragehand: ‘’Vê dawiyê jî hew hate dayîn ku mafên pêkhateyên Herêma Kurdistanê ji aliyê Bexdayê ve bên binpêkirin, me bi hemû şiyana xwe ve em li dijî wan hewldan û planan rawestan û encamê de beşek ji mafên zewtkirî hatin wegerandin û bi piştevaniya xwedê û xelkê niştimanperwer ên Kurdistanê, di dema pêş de ya Parlamentoya Kurdistanê de jî hêviya me ew e maf û nûnertiyên pêkhateyên Kurdistanê di warê parlamenterî û îdareya herêmê de bi awayekî wek layîq misoger bikin.’’
Barzanî got: ‘’Hêvîdarim em hemû kar bikin ji bo zêdetir pêşxistin û bihêzkirina hizir û ruhê pêkvejiyan û misogerkirina aştî û yekitî û bingehên demokrasî û hev pejirandin û rêzgirtin li wan nirxên pîroz ên ku dibin sedem zêdetir pêşxistina niştimanê me û parastina pêkhateya destûrî ya Herêma Kurdistanê.’’
Serokê Hikûmetê got: ‘’Careke din destxweşiyê li encamdana vê sempozyumê dikim û soz didin ku wek hercar giringî bi ziman û rewşenbîrî ya Siryanî û ziman û çand û ferheng û rewşenbîrî ya giştî ya pêkhateyên cuda yên Kurdistanê bidin.’’
Serokê Hikûmeta Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî dawiyê de ragehand: ‘’Gelek spas, careke din spasiya amadebûyan dikim her şad û serkeftî bin, welatê me jî her avadan be.’’