BasNews – Bi amadebûna Serokê Hikûmeta Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî îro 4ê Îlonê merasimek ji bo xelatkirina hejmarek veberhênerên Herêma Kurdistanê hat lidarxistin.
Serokê Hikûmeta Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî gotarek di merasîmê de pêşkêş kir û got: “Rêz û pêzanîna min ji bo rola berpirsane û niştimanperwer a veberhênerên Herêma Kurdistanê heye ku di van salên dawî de hevkarî û piştgiriya Hikûmeta Herêma Kurdistanê û karnameya çaksaziyê kirine, bi awayekî ku sektorên giştî û yên taybet hevdu temam kirine û bi hev re çend projeyên girîng û stratejîk pêk anîne.
Herwiha got: “Di van salên dawî de em rûbirûyî rewşek darayî ya dijwar bûne, li hundir û derveyî Herêma Kurdistanê gelek pirsgirêk ji me re hatin derxistin. Lê belê bi saya Xwedê û bi saya xweragiriya welatiyên xweşewîst yên Herêma Kurdistanê û piştevaniya sermayedaran, me karî em gelek ji wan pirsgirêk û astengiyan derbas bikin û li ser bername û projeyên hikûmetê berdewam bin.
Serokê Hikûmeta Herêma Kurdistanê spasiya sektora taybet kir ku di dema qeyranê de, roleke niştimanperwerî lîstiye û alîkariya hikûmetê kiriye da ku baştir xizmeta welatiyan bike.
Herwaha got: “Armanca me ya sereke pêşxistin û avakirina jêrxaneke bihêz a aborî bo Herêma Kurdistanê ye, herwiha em dixwazin navçeyên din ên Iraqê jî pêş bikevin. Iraq welatekî dewlemend e, di warê samanên xwezayî, mirovî û madî de û dahateke wê ya mezin jî heye, lê mixabin ji ber nebûna rêveberî û xizmetguzariyên baş, niha welatiyên Iraqê di rewşeke xirab de dijîn.”
Serokê Hikûmetê got: “Rewşa xizmetguzarî û pêdiviyên serekî yên jiyanê li Iraqê di asteke xirab de ye. Mixabin Herêma Kurdistanê berdêla siyaset û reftarên nebaş û ne tendirust dide ku ji aliyê hin kesên li dijî hikûmetê tê kirin ku bi awayekî dadperwerane bi Herêma Kurdistanê re reftar nakin.”
Herwiha got: “Pêşkeftin û geşepêdana Herêma Kurdistanê di berjewendiya hemû Iraqê de ye û diviyabû hikûmeta federal û Herêma Kurdistanê hevrikiyê li ser wê yekê bikira ku kî dikare zêdetir xizmeta welatiyan bike û pirojeyên giring û stratejîk cîbicî bike.”
Serokwezîr Mesrûr Barzanî got: “Em ti carî kol nadin û bi piştevaniya Xwedê û hevkariya we, emê li ser bernameyên xwe yên xizmetkirina welatiyên Herêma Kurdistanê û tevahiya Iraqê berdewam bin.”