Mesrûr Barzanî: Aliyên siyasî dijatiyekî sîstematîk li hember hewldanên hikûmetê yên dijî tekoşîna gendeliyê kirin
كوردی عربي
Kurdî English

NUÇE RAMAN Raport Hevpeyvîn ABORÎ MULTÎMEDYA Magazîn ÇAND Û HUNER
×

Mesrûr Barzanî: Aliyên siyasî dijatiyekî sîstematîk li hember hewldanên hikûmetê yên dijî tekoşîna gendeliyê kirin

BasNews – Îro 04.09.2024ê bi amadebûna Serokê Hikûmeta Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî yekem raporta cîhbicîhkirina tekoşîna dijî gendeliyê ji aliyê Desteya Destpakiyê ve hatiye amadekirin birêve çû.

Serokê Hikûmeta Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî di yekem merasîma raporta cîhbicîhkirina stratejiya tekoşîna dijî gendeliyê li Herêma Kurdistanê, ku ji aliyê Desteya Destpakiyê ve hatiye amade kirin de gotarek pêşkeş kir û ragehand: ‘’Cîhê keyfxweşiyê ye ku beşek piraniya wan daxwaz û spardeyên di vê raportê de ji bo tekoşîna dijî gendeliyê amaje pê hatiye kirin û kabîneya nehem a hikûmeta Herêma Kurdistanê her di destpêka dest bi karbûnê de kar li ser kiriye û plan û karnameya ji bo cîhbicîh kirina wê daniye.’’

Serokê Hikûmetê got: ‘’Herçend beşek ji pirsgirêkên tekoşîna dijî gendeliyê û bernameya çaksaziyê û destwerdan û rola aliyên siyasî hebûye jî ku ne wekî hevkar bûn, heta hin aliyan dijatiya sîstematîk li dijî hewldanên hikûmetê birêve birin. Lê ez di vê derê de hemwelatiyên xoşdivî yên Kurdistanê piştrast dikim, li hemû pirsgirêk û astengî û krîzan, em bi germî û bi îradeyekî bihêz ve emê berdewam bin li ser berdewamkirina karnameya çaksaziyê û tekoşîna dijî gendeliyê û nehiştin û rêgirîkirina li winda kirina saman û dewlemendiya giştî.’’

Mesrûr Barzanî got: “Rûbiribûna gendeliyê û sînordarkirina îsrafkirina samanên giştî, beşeke girîng a karnameya Kabîneya Nehem bûye, ji ber vê yekê me bi awayekî cidî kar kir û rêkarên pêwîst ji bo pêşxistina zelalbûn û tekoşîna dijî  gendeliyê girtin. Di vî warî de, ji bo têkoşîna li dijî gendeliyê wan bi Desteya Destpakiyê ya Herêma Kurdistanê re, wek desteyek serbixwe hevaheng kiriye.

Serokê Hikûmetê ragehand: “Ev rapor bi hevkariyeke tam ligel Hikûmeta Herêma Kurdistanê hatiye amadekirin û di Îlona 2021ê de, Encûmena Wezîran stratejiya tekoşîna dijî  gendeliyê pesend kir û helwesta xwe di berdewamkirina tedbîrên ji bo pêşxistina şefafiyet, berpirsiyarî û têkoşîna li dijî gendeliyê tekex kir. Di heman demê de wezaret û aliyên peywendîdar hatin raspardin ji bo pêdaçûna cîbicîkirina rasperda û pêşniyarên vê raportê bikin, ku di meha Adara îsal de, di civîna Encûmena Wezîran de ji aliyê Serokê Desteya Destpakiyê ve hatibû pêşkêşkirin.

Herwaha got: “Cihê dilxweşiyê ye ku piraniya daxwaz û raspardeyên ku di vê raportê de hatine behskirin ji bo tekoşîna dijî  gendeliyê, Kabîneya Nehem a Hikûmeta Herêma Kurdistanê ji destpêka destbikarbûna xwe ve, kar li ser kiriye û pilan û bername JI bo cîbicîkirina wan daniye, ji wan jî:‘’dîjîtalîkirina karûbarên hukûmetê û avakirina jêrxaneke bihêz a dîjîtal û gavavêtina ber bi hukûmeta elektronîkî ve.”

Serokê Hikûmetê ragehand: “Pêvajoya dîjîtalîkirina xizmetguzarî û karûbarên hikûmetê berdewam e û beşeke girîng e ji çaksaziyên hikûmetê ku bêguman dê roleke wê ya bibandor di pêşvebirina zelalî û şefafiyê, nehiştina burokrasiyê û nehiştina gendelî û îsrafa çavkaniyên giştî de bilîze.”

Serokwezîr Mesrûr Barzanî diyar kir:  “Mijareke din a karên me ya ji bo tekoşîna dijî  gendeliyê, çaksazkirina sîstema bankî û girêdana saziyên hikûmetê û sektora taybet bi sîstemeke bankî ya pêşketî û nûjen e.”

Barzanî ragehand: “Hebûna sîstemeke bankî ya pêşketî û çalak jî yek ji pêwîstiyên sereke yên jiyana rojane ya xelkê ye. Faktorek girîng a geşepêdana aborî û jîngeheke guncaw e ji bo geşepêdana aborî û bazirganî û alîkariya kêmkirin û nehiştina gendeliyê dike.”

Herwiha diyar kir: “Hikûmeta Herêma Kurdistanê jî ji bo şefafiyet û dadperweriyê û nehiştina îsrafkirina samanên giştî, bernameyên çaksaziyê cîbicî kiriye, kar li ser serrastkirin û pêşkêşkirina çend projeyasayan kiriye, ya herî berçav jî yasaya çaksaziyê ya mûçe, dermale, bexşîn, îmtiyaz û xanenişînan li Herêma Kurdistanê bûye, ku di sala 2020ê de ji Parlamentoya Kurdistanê re hatibû şandin û wê jî pesend kiribû. Di van salên dawî de jî, çend dosyayên gendeliyê hatine lêkolînkirin û bo dadgehên Herêma Kurdistanê hatine şandin.

Serokê Hikûmetê diyar kir: “Daxwaza me ya bihêz ji bo tekoşîna dijî  gendeliyê heye, lê ev ne tenê berpirsiyariya hikûmet û dadgehan e , lê belê, pêwîstî bi hevahengî, hevkarî û piştgiriya hemû welatiyan, hemû beşên civakê, zanîngeh, saziyên perwerdeyê, mamostayên olî û medyayê heye. Ew dikarin roleke girîng di hişyarkirina raya giştî û ravekirina metirsiyên gendeliyê de bilîzin. Di heman demê de divê em kar li ser pêşxistin û belavkirina çanda destpakî, rastgoyî û dilsoziyê bikin.”

Mesrûr Barzanî ragehand: “Her çend e beşek ji kêşeyên tekoşîna dijî  gendeliyê û bernameya çaksaziyê, destêwerdan û rola aliyên siyasî bûye ku ne tenê hevkarî nekirine, belku hinek alî bi awayekî sîstematîk li dijî hewlên hikûmetê derketine. Lê belê ez welatiyên xweşewîst yên Kurdistanê dilniya dikim ku tevî hemû pirsgirêk û astengî û qeyranan em ê berdewam bin li ser karnemaya çaksaziyê, tekoşîna dijî  gendeliyê û nehîştina îsrafkirina samanên giştî.”

Serokê Hikûmeta Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî di dawiya gotara xwe de got: “Careke din destxweşiyê li Desteya Destpakiyê dikim ji bo amadekirina vê raportê û her piştevaniyeke Hikûmeta Herêma Kurdistanê jê re tekez dikin, ji bo sînordarkirin û jinavbirina nexweşiya kujer a gendeliyê li Herêma Kurdistanê.”

Learn the Truth Here ... لـێــــره‌ ڕاستی بـزانــــــه
Copyright ©2021 BasNews.com. All rights reserved