Bêwar Barî Teyfûrî
Çiqasî diçe gorî emel û torê mirovan mirovahî qels û erzan dibe. Nirxên giranbuha ber bi windabûn û tinebûnê ve diçin. Yezda yê mezin çi nirxên ji bo jîyana mirovahîyê afirandîye: ol, exlaq, edeb, tore, çand, evîn, maf, edalet, heqîqet, dilsozî û yên din mirov hêdî-hêdî ji van nirxên pîroz û evra dûr tên xistin. Jîyanek erzan û bê wate tê pejirandin û nirxandin. Weha dîdem, rozgar a cîhanê û mirovahîyê tehlûke û bobelatara rû bi rû maye. Berjewendî yê tekekesî ji her nirxî bilindtir tê hesibandin.
Gelo, dawîya mirovahîyeke bê edeb, bê exlaq, bê bawer dê çawa be? Dunya bi vê rewşê ve weha ber bi kuva diçe?!
Hêzên desthilatdar ên cîhanî vê alozîyê û tehlûkê bi sîyaseteke qirêj ve eşkera kûr û mezin dikin, mirovahîyê bobelatên gewre re asê dikin. Nirxên pîroz tên fetisandin. Zulm-zordarî, hevdu înkarkirin, dagirkerî, xirabî ser dikevin, hertim neheqî diqewimin, neheqî heqîyê pêpez dike derbazdibe. Lê pêşengên mirovahîyê: pop, keşîş, şêx, mele, nîvîskar, zanyar, ramyar, ronakbîr, rewşenbîr, helbestvan, rêberên komeleyên sîvîl, bawermend ker, kor û lalin, xemsarin, helwesta xwe dîyar nakin, bûne kundê sîstêma (pergala) zordara. Ya îro ev rewş dîdema dunya me ye. Mixabin em binelîyê vê cîhana bê exlaq, bê edeb û bê tore ne, ev dunya jî mala mirovahîyêye mirov têda nefesê distînin. Lê mixabin, hêzên bê tore, bê xwedê hevdugirtine hewl didin bi navê dêmokratîya çewt nefesa me ya netewa kurd bimiçqînin. Gelo çima cîhana bê edeban hewil dide kurda tine bike, kurd kî bûne?
Ji bo ku bersîva vê pirsê zelal bê xuya kirin pêwîste em di dîrokê de rola kurda pêş çava re derbazbikin. Deng û şopa kurda ji dîrokek kûr û dûr ve tê. Kurd di dîrokêde hertim rolên balkêş û girîng leyîstine. Dîrokek kurda dewlemend û bi wate heye. Kurd efrandar û terefdarê edalet û rastîyê bûne. Kurda moreke qenc û saf li dîroka mirovahîyê xistine. Demên ku kurd desthilat bûne, cîyê kurd lê bi hukm bûne heqî, edalet, rastî, exlaq, tore, wekhevî, aşitî, biratî altindar bûne. Dîrok nirxek giranbuha dide kurda û gellekî pesnê kurda dide. Kurd netewek efrandare. Îro jî dîrokzan ên gerdûnî bi coş, bi îftîxar (bi firnax) ji kurda behs dikin û ji bo kirin û emelên wan ên qenc kurda dinirxînin. Kurda zef nirxên baş, balkêş dîyarî mirovahîyê kirine.
Kurd damezînerê çand û şaristanîyan bûne. Kurda ti dem der-dora re, mirovahîyê re zirar negîhandine(nedane). Kurd hertim ji bo şeref û sîyanetê ya mirovahîyê çalakvan bûne. Pêşeng û altindarê heqîyê bûne, ti dem heqî nedane neheqîyê. Îro jî rabûne ser pîya ji bo rastî û heqîyê, ji bo jîyanek paqij, durust, bi edeb, bi rûmet hemberî dagirker û xwînmêjên (vanpîrên) mirovan, gelan berxwe didin. Ji bo azadîya mezlûman, bindestan bûne hêzek avangard. Ji bo ku nirxên mirovahîyê yên qenc ku ji holê neyên rakirin hemberî zulm û zora hêzên çete bûne şoreşvan, pêşengîyê li şoreşa nirxên mirovahîyê dikin.Wek dilsozên dîrokê tên naskirin. Bi hewla kurda ve hertim edalet pêş ketîye. Dîrok weha xuya dike. Kurda di şerê di dijî DAIŞ ê de îsbat kirin ew kîne. Alemê kurd wek netewek altindar naskir. Dîroka kurda serpêhatîya mirovahîyêye, cîhan vê dîrokê baş dizane, lê mixabin em haj ji xwe tinenin. Netewa ku dîroka xwe nizane xwe nasnake!!!.
Dîroka kurda çiqasî jî di hêla dagirkerên dîrokî ve bê reşkirin jî kurda ti car nikarin veşêrin, windakin. Dîroka mirovahîyê ya medenî ji kurda dest pêdike. Dîrok bi kirinên kurda ve wetadare, dîrok bi emelên kurdava ronî dibe, şemal dide. Kurd bi gorî dîrokzanên gerdûnî stûn û sîwan a dîrokêne.
- Kurda ol efirandine, bi rêya olan ve cîvak hatine perwerde kirin.
- Kurda şaristanî efirandine, pê cîvak têgêhîştine.
- Kurda dewlet, bajar ava kirine, maf û jîyana mirovan hatîye parastin.
Kurda çi kirîye îro dîrok şahidîyê dide, mirov ku pê dihese tenê dikare pê firnaxbe. Bi pergal û hukmê kurdava di demên antîk ên berê de mirov rehet, wek bira wekhev jîne, bi edeb, bi tore, bi exlaq hevdura reftar kirine. Kurda hertim mirovahîyê re xizmetek saxlem û berbiçav kirine. Kirin, emel, fikir û ramanên xwe ve helal, durust, bi tore, bi edeb û bi exlaq bûne.
Ji bo ku bi kurda bihesî û nasbikî pêwîste dîroknas ên kurd Bedel Boselî seh bikî, berhem û nîvîsarên Îbrahîm Sedîyanî bixwinî. Belê, kurd di dîrokêda xwedan cî û gilî bûne. Gellek cara rênîşa dîrokê berbi qencîyê ve guherandine.
Îro hêzên dagirker ên bê edeb, bê exlaq, bê çand ên ku cehd(hewl) dikin mirovahîyê bikin li bin hukm û bandora xwe ji qudret û helwesta kurda, ji sekin a kurda a ku ji mirovahîyê re feyde tîne jê ditirsin. Ew rind fehm dikin ên ku mirovahîyê ji vê xof û tirsê, bandorê rizgar bikin kurdin. Lema jî ev hêzên muftexur, xwînmêj, bê edeb hevbeş gelê kurd kirine hedef. Hewil dikin her derfet û hemil û destkeftîyên kurda ji holê rakin, welatê me kefenê reş bipêçin. Lê dîrok bi heskirin a xweda yê dilovan tê safîkirin, tê wekilandin. Kurd careke din rola xwe, peywira xwe ya beşerî li ber dîrokê diqetînin û mora edaletê dubare li dîrokê dixin. Ji bo vê jî yekbûna kurda ferze. Dunya dagirkeran ji yekbûna kurdan vediciniqe, ziravqetî dibe, pir ditirse. Lewma jî hertim kurd dijî hevdu rakirine. Lê, sekinandina kurda ya dijî hevdu wedelîye.
Bi serketin a kurda ve dunya me yê azad nefesê bistîne.
Xweda yê dilvîn re jî dunyak bi edeb, bi exlaq azad û saxlem lazime. Ev xastek û armanca xweda yê tewrebilind di pirtûkên semawî(esmanî) de hatiye îfade kirin (nitirandin). Bi hukm û vîna xweda di dijî bê exlaqîya ku li dunyayê tê reşandinê bi wesîla kurda ve mirovahîya bi menewîyat, bi edeb yê bi serkeve. Jîyana bi exlaq, bi tore yê di temsîla kurda de vebijî. Pergala îro ku desthilatdarên dagirker dîroka nûjenda di hemberî mirovahîya maqûl dane rûniştandinê, Kurd bi giştî, bi taybet dijî vê pergala xwînrêjane ne. Lewma jî kurd û Kurdistan hertim rastî êrîş û derbên dagirkeran hatiye. Lê gîyana kurdaye Xwedahesîyê kurd daîmî li ser pîya hîştiye. Sekina kurda ya îroyîn îsbata vê rastîyêye.
Ti zulm, zor, bişavtin, înkar kirin, parçekirin, şer jî nikare dengê kurda, hemla kurda bitemirîne. Ti hêz nikare kurda ji dîrokê qut bike. Lewra dîroka mirovahîyê bi gorî gellek zanyarên giranbuha ji kurda dest pê dike. Kurd torîvan û xwedanê şaristanîyanin, mirovahîyê re xizmetek paqij kirine, dikin û yê bikin. Li ber dîrokê ev mîsya (peywir) ji Yezdanê mezin a kurdaye, hewar û dengê kurda ya edaletêye. Hemla kurda ji nûve vejîna nirxên mirovahîyê ye: exlaq, tore, wekhevî, reftara bi edeb, maf, azadî û jîyana bê xof bi perwerde xastek û daxwaza kurdaye.
Dunya mala mirovahîyêye, armanc a kurda avakirina dunyayek aram û azade. Lê pergala hêzên desthilatdar ên sereke, ên xwedan hukm dijî vê armanca qencin. Heyîn û sekin a kurda hakîmên cîhana bê edeb, bê exlaq, bê xweda, durû, êrîşkar, dagirker û pergala zordara nerehet dike.
Ji bo ku mirov, cîvak ji xirabîyê, ji bê exlaqîyê bên parastin li ser axa welatê me cara yekemîn bi îdêya tekxwedêbûnêva bi rêya olan ve girse hatine perwerde kirin. Belê, mijara tekxwedêbûnê ji kurda belayî cîhanê bûye.
Welatê kurda kana (xezîna) nirxên mirovahîyêye, mirovahî bi hezar salan ve bi vê
kanê ve têgêhîştîye. Dagirkerên dîrokî ev kan jî ji xwera kirine hedef, bi rêya talan-tajanê, wêran û parçebûnê ve hewil didin bihedmînin, ji holê rakin.
Belê, dagirker bi navê dêmokratîya derew, çewt, sexte cehd dikin olên gerdûnî hêç bikin. Cîvakan dijî hevdu radikin, mirovahîyê berbi lawazbûnê ve dibin, mirovan bi xapandinê ve dikin li bin hukm û bandora xwe.
Kurda hertim edalet temsîl kirine, daxwaza kurda li hemberî pergala zordara avakirina pergalek bi edalete. Dîrok xuya dike kurd hertim aldarê edalet û rastîyê bûne. Lê, hêzên zordar, dagirker, hov ên dîrokê dijî vê rastîya dîrokî rawestîyane, nirxên pîroz û evra berbi windabûnê ve defdidin, lê heyîn û sekina kurda ji xwe re asteng dibînin. Lema jî hewil didin şoreşa kurda bitemrînin.
Bila îro dîrok, dunya derbarê kurda de etif bike. Bila îro mirovahî li ber xwedayê tewrebilind şerm bike ku derbarê kurda de durûtîyê dike. Ev zulm, zor hovîtîya ku li hember netewa kurd tê ceribandinê berpirsîyarî dikeve ser mirovahîya maqûl a medenî. Lewra, derheqa vê rewşa kurda de bê deng û bê helweste. Derewî, durûtî bûye xîslet a mirovahîyê. Dunya bi derewan ve hatîye dagirkirin, mirovahî bi derba nijadperestan ve nirxên xwe ên pîroz winda dike, bê qîmet dibe.
Pêdivî ya kurda bi azadîyê re heye ji bo vê serhildanekêdaye. Ji bo ku xwe wek netewekê biparêze berxwe dide (berxwedan dike).
Demek dirêje dewletên dagirker hest û şerefa kurda re dileyizin, hemberî berxwedana kurda yek armanc û hemramanin. Îmkan, firset û derfetê nadin ku kurd bigêhijin xastek û daxwazên xwe yên pîroz û rewa. Ji rewşa kurda hêzên gerdûnî ji bo menfeet û berjewendîyên xwe yên qirêj bikartînin. Ji ber ku vê gavê yekbûna kurda tine berpirsîyarî dikeve ser rêxistin û partîyên sîyasî jî, lewra, di nava kurdada hêzên serekene, gel li bin bandora xwe de xayîdikin. Lê, mixabin xastek, nêrîn, daxwazên wan ên ramyarî cîvakî, dîplomasî, gelêrî, cîhanî ji hevdu cudane, ev rewş jî gel şaşmayî dike, ji bo vê jî hevdugirtin çênabe, dibe sedem ku kurd ser nakevin. Evê alozîya di navbera kurda de hêzên desthilatdar dişixulin lap kûr bikin.
Ji bo axaftin a durust jî pergala dagirker û zordaran kurda tawanbar dihesibînin. Dunya hertim rûyê xwe yê qirêj, durû bi xedarî nîşanî kurda dide. Lê wextê kurda tê dîrok tê dubare kirin. Kurd ruhê dîrokêne. Kurdê mutleq serkevin. Di şexsê kurda de edalet, rastî, wekhevî û gellek nirxên pîroz ên Xwedayî, esmanî yê cîyê xwe bigirin. Li ber şoreşa kurda dîwarê zordara hildiweşê.
Helwest a kurda li hember der-dor, cînar û xelqê din de gellekî qenc, dilovan, dilsoz û başin. Kurd hertim destê dostanîyê, biratîyê dirêjî her kesî dike, hetta neyarê xwe re jî xêrxwezîyê dîyar dike. Ev helwest û karaktêr bixwe taybendmendîya kurda ya gelêrî û dîrokîye. Di dîroka mirovahîyê de kurd bê şik torîvanê nûjenbûna bûne. Îro jî bi hewil û sekina kurda ve belgek nû ya dîrokî tê nivîsandin.
Kurd xemla dîroka mirovahîyêne, ev rastîyeke jîyanêye, pergala zordara hemberî vê rastîyê acîze...
Bêwar Barî Teyfûrî.