Dennis Dargul
Dewleta Sûmeran beriya bi hezara salan di navbera çemê Firat û Dicle Mezıopotamya û Kurdistanê de, hati bû avakirin. Li Gorî vekolînan Zimanê Nivîsên Bizmarî yên serdema Sumeran de, herî nêzî zimanê Kurdi ye. Li Mezopotamya û Kurdistan ê her vekolinên têne encam dan şopa Gelên li Kurdistanê mirov dikare bibîne.
Paytexta Sûmerên Antîk bajarê Uruk a. Paşê, ev deverene wek Mezopotamya tên binav kirin. Li ser vê xakê pêşketina teknolojiya cîhanê tê destpê kirin. Teknolojiya ku di serdema Summeran de hatiye pêşxistin, jibo roja evro gelek afiranderîyan ku bingeha xwe ji serdema Sumeran digre, radixe ber çavan. Di serdema Sumeran de, arşîv, afirandina nivîsê, avakirina xanî û malan, zanist û wext li rupelên dîrokê tomar kirine. Serkeftina Sumeran û rola wan ya mezin di dîrokê de, xwerêxistin bûye. Di cîhanê de yêkem civake ku sazî avakirine ku kontrolek taybet li ser civakê û xebatê hebû ye. Di wê serdemê de qumaş, amanên xwerinê (kaç û kilusk) berhemên xwerê di afirandin û bazirganî bi wan dikirin. Gelek giringî didan zanyariyê, serferaziyê, xwe perwerdekirinê û meselên jiyanê.
Ev sistema Sumeran bi xwe re têgihiştina bazirganiyê, bîrkarî, dan û stendına civakî, wefadarî, hev xepandin, başî, xwerabî di deroniya mirovan de avabû ku ev rastî li ser tabletan jî hate nivîsîn. Di bazarê de hejmara baranü siraya berhemên afirandê, listeya berhemên kirîn û firotinê, dihatin dursit kirin. Di jiayana bazirganiyê de kar û xebatên jiyana rojane de, Penûsşor (katîp) zêde bûn û giringiya xwendin û nivîsandinê derket pêş. Vekolîn, meraqkirin, pirsîn, bizava mirovan û paşeroj wek çerxek jîyanê diziviriya. Jibo pênûsê qamiş û ji hin giya jî, boya nivîsê hate afirandin. Ev sîstema nivîsa bizmarê belavî tevahîya cîhanê bû û 2 Hezar Salan berdewam kir.
Em temaşeyî çend Berhemên Teknolojiya Sumeran bikîn:
1-Endezyariya Avdanîyê:
Li ser çemên Firat û Dicle, Zêya Mezin û Biçûk, jibo avdaniyê kanalên taybet hatin durist kirin ku bi rêya teknika darî av jibo deverên pêwist yên çandinîyê, dursit kirin. Her wiha bi durist kirina bendavên biçûk, berhemên cotyariyê pêşxistin.
2-Nivîs
Summerî, di cîhanê de yêk ji wan şaristaniyane ku beriya zayinê 2800 sal nivîsa bizmarê pêşxistiye û bingeha xwendin û nivisandinê dana ye.
4- Ajodar
Summer yêk ji wan Şaristaniyane ku cara yêkem, çerx afirandiye û erebanên bi çerx durist kiriye. Yêkem car erebanên pey Lawiran jibo bazirganiyê afirandiye. Beriya Zayinê 3 Hezar salan û heta niha, ev erebanên bi çerx jibo rêyên dûr yên bazirganî, şer û artêşê, avdanî û cotkariyê bikar anîne.
5- Hevcar
Dewleta Sumeran jibo çandiniyê ji teknîkek baş afirandiye. Hevcar yêk ji berhemên vê desthilatdariyê ye ku xebata çandiniyê hesan kirine. Di tabletan de jibili pênasa van berheman, Duaya (Lava) Xwedaya Mişkan Ninkîlîm dixwendin, daku mişk ziyanê nedin berhemên çandiniyê.
6- Tevnê Afirandina Qumaşî
Di Sûmmeran de berhemek piroz ku wek cara yêkem afirandine kargehên qumaşî bûne. Tevnê qumaşî, hêşta berhemê serdema Summeran e. Di heman serdemê de gelek kargeh hati bûn vekirin ku Qumaşê diafirandin, jibo welatên din dihatin şandin.
7- Kerpîş
Di Sistema avakirina avahiyan de, gavên giring hatin avêtin. Wek teknika duristkirina kerpiçan, ji axa qelandî berhemên xaniyan û perestgehan dursit dikirin. Ev avahiyên dihatine avakirin, gelek saxlem û xweragir bûne ku heta evro wek şûn û war mane. Bajarên wê demê bi van kerpîş û berhgeman ve dihatin avakirin.
8- Sifir û Derav
Summeran di ware peydakirina berhemên bin axê jî mifa wergirtine. Yêkem maddê Sifir (Baxir) peydakirine ku nexş û nigar ser dariştine. Her wiha jibo bazirganiyê jî kargehên Sifirî avakirine. Derav di dema sumeran de hatiye afirandin û di bazirganiyê de bikar anîne.
9- Bîrkarî (Matematik)
Beriya Summeran, civakên hov wek Bîrkarî Hestî bikar ani bûn. Bi kevirên goriver, duristkirina stivankan, hejmara mirovan û lawiran diyar dikirin. Lê Summeran yêkem car Sistema Bîrkariyê wek Yêkîneyên 60 sistema matematikê pêşxistin. Di destpêkê de jibo hijmartinê wek pênûs qamiş bikar anî bûn. Bi tevî pêşxistina Tabletên Kilsê (curek hevîr axe), bi Qamişê tûj ve nivîs dinivîsandin. Her wiha hejmar ser tayletan bi şêwazê raste rast, dinivîsandin. Paşê ev şêwazê nivîsa bizmarê bu bingeha bîrkariya cîhanê.
10- Gerdunasî (Astronomî)
Di cîhanê de cara yêkem xebata gerdunasiyê di serdema Summeran de hatiye destpêkirin. Peydakirina demjimêrê, bi rêya tav û heyvê, berhemê zanistiya Summeran e. Di cara yêkem de ster, dem û wektê stêran, rijîna stêran û bizava gerdûnê vekolîna wan hêşta di wê demê de hatiye destpê kirin. Di dema Summeran de, destpêka roj û şevan, navên strêrkan wek demjimêr dihatin bikar anîn. Her wiha di serdema Summeran de ye ku Mezineka Avê (teleskopa avê) jibo nêzkirna stêrkan bikar anîne. Di tabletan de jî gelek qala gerdûnê, zevîyê û sistema feleknasiyê hatiye kirin û paşeroja evro ya zanistî bingeha xwe ji Sumeran digre.
Bi kurtî Summerî, ku desthilatdariyek li Mezopotamya û Kurdistanê ye, heman berhemên mijara gotinê, serpêhatî, çîrok û têgihiştina olî, kevneşopa di nav civaka kurd de hene û hin rawişt û titalên jiyanê, hêşta di nav civaka Kurdistan û Mezopotamya de berdewame.
Dê berdewam be….
Dennis Dargul