Zaze Mahabadî
Ji destpêka salên 1800ê gelek gerok û kesên digeriyan ango dîroknasên gerok derbarê edet û fêrbûn û kevneşopiyekî kurdan de ev gotinên li xwarê kirine….
‘’Eger mirov ya rastî bibêje eger qehwe neba yan jî berî qehweyê kurdan çaw jiyan dikir ez gelek mereq dikim.’’
Gerok…Robert Mignan (1803-1852)
Heta salên 1930ê ‘’Qehweya Kurdan’’ ji Ewrupa re dihate şandin. Li gel Kurdan Çanda Qehwê….
Qehweya roja me ya îro yê ku cara yekem ew li hev aniye û dest bi vexwarinê kiriye terîqeta Sufî ya Yemenê ye. Ji wê derê jî di salên 1470yê de li Adenê, 1510ê Qehîrê, 1511ê jî li Mekeyê hatiye dîtin.
Lê em dizanin bingeha Qehweya Kurd ji wê gelek kevnartir e.
‘’Li gel Kurdan piştî xwarinê qehwe û kêşana tûtinê wek rîtuel û vecîbeyekî ye. Li gel Kurdan vexwarin û çanda Qehwê gelek belav û berfirehe. Serokên eşîretên Kurdan xwedî qehweciyên taybet in. Her şev kombûn li malên serok eşîr de pêktê û li wê derê qehwe tê vexwarin.’’
Oswald Hutton Parry (1868-1936)
‘’Sala 1838ê li Bedlîsê tişta herî zede dihate vexwarin Mokka bûye. Ango Qehweya bi şîr e. Gel û şêniyan gelek ji wê qehweyê hesdikir.’’
James Brant
Heta salên 1930an jî Qehweya Kurd ji Ewrupa re dihate şandin.
Elbet dikare bê gotin ku tişta em jê re dibêjin Qehweya Kurdî ne ew qehweya ku em îro dizanin ew qehwe ye. Qehweya Kezwan an jî Kezanê ye.
Ji ber ku gelê kurd ji aliyê çanda xwarin û vexwarinê de ji nûbûnê re pir vekirî nînin, em dizanin ku ew kevneşopiyekî gelek kevnare û ji demên pir kevin ve hebûna wê em tehmîn dikin.
Bi qasî ku ez dizanim ji serdema neolitik û hebûna mirov a li Şikefta Şanîdar hatî destnîşankirin û di wê çarçoveyê de lêkolînên ku hatine kirin de derketiye ku darên Kezwanan ku wek fisteq an ji pisteqên kovî tên pênase kirin ji wê demê ve hebûne.
Ango civaka Kurd ji wê demê ve fêkiyê wî darî re ne biyanî ye û jig elek şêwazan jî sûd û mifa ji wî fêkiyi wergirtiye û ew bi hezaran salan jî berdewam kiriye.
Herwaha ji dara Kewzan an jî Kezwanê û ew av û reçîneya jê derdiket gelek caran dikir benîşt, gelek caran dikire derman û bi wî awayê sûd jê werdigirt û ji aliyê din ve jî fêkiyê wî darî jî wek çerez bikartanî û diqeland û dikire qehwe.
Qehweya Kurd, wekî qehweya din a roja me ya îro ji qehwê çênabe, bi awayekî şehik û hilû, tama rûnê fisteqê li xwe digre û ji xwe dara kezwanê yek ji 10 cureyên dara fisteqê yên herî navdar e û qehweya kurd jî bi dendikên wê darê çêdibe.
Fisteq an jî pisteqên kovî (kezwan), ji malbata darên fisteqê ye û li çiyayên Başûrê Kurdistanê bi awayekî xwezayî çêdibe û ji ber wê jî kafeyîn têde tine û dema wek qehweyê tê vexwarin jî tama fisteqê dide.
Di zimanê Kurdî de li gor her herêmekî û her navçeyekî navên wê waha ye; Kewzan- Kezwan- Kizwan- Kezan – Keskan – Xizwan – Qisan û hwd dara ku madeyê serekî yê Qehweya Kurdî jê çêdibe ew dare û herwaha awayekî qehwê yê gelekî kevnare.
Berî 90 salan qehweyekî dihate berhem anîn (Wêneyê Şervanekî Kur dli ser bûye) hebûye û wekî her tiştekî Kurdî be helmet û kampanyayekî diziya wan tê destpê kirin, qehweya Kurdî jî li hember wê bêdeng namîne.
Ew qehe ji welatên wek Fransa, Portugal û gelek welatên din ên Ewrupayê re dihate şandin.
Di roja me ya îro de jî kurd ji bo careke din miratê xwe bidest bixin tekoşînek dane destpê kirin û yek ji wan jî qehweya Kurdî ye û em naha dibinin navê Qehweya Kurdî li her derê belav bûye. Li Bakurê Kurdistanê ti qehwexane û kafeyek nemaye ku nivîsa ‘’Qehweya Kurdî li gel me heye’’ têde nehatibe nivîsandin. Herwaha li Başûrê Kurdistanê jî ew qehwe ango Qehweya Kurdî bi markaya ‘’Jan’’ tê berhemanîn û tê firotin.
Li gor heskiriyên Qehweya Kurdî ew qehwe wek evîn û eşqa Kurdane, ruhekî wê yê taybet heye û nabe bilez bê vexwarin….
Noşî Can be…