Kurdistan û Xebata Çaksazî û Avadankirinê
كوردی عربي
Kurdî English

NUÇE RAMAN Raport Hevpeyvîn ABORÎ MULTÎMEDYA Magazîn ÇAND Û HUNER
×
Dennis Dargul

Kurdistan û Xebata Çaksazî û Avadankirinê

Dennîs Dargul

Li Kurdistanê, xebatek berfireh ya çaksaziyê û avdankirinê hatiye destpê kirin. Hikûmeta Herêma Kurdistanê, bi niyetek pak hewildide û xizmeta avakirin û avadankirinê bike. Di nav pîvanên siyasi yên rojhilata Navîn de, ragirtina desthilatek siyasi ya kurdi, gelek zehmetiyên xwe hene.  Bi van zehmetiyan ve her çar dorên te dagirkerin û zor û zehmetî her roja zêdetir dibe û îradeya sîyasî li hemberî van astengiyan xûrttir dibe.

Ji bo avakirin û avadankirinê çend şert û mercên dîrokî tê xwestin ku li ser bingehek saxlem kar û xebata Hikûmetê bi rêve biçe. Em dikarîn bêjin jibo avdankirin û çaksaziyê saziyên dewletê û kadroyên dewletê pêwîstin. Gelo, sistema Hikûmraniya Hikûmeta Herêma Kurdistanê kariye di van Sîh salan de, sazi bûn û kadroyên dewleta Kurdi ava bike? Li Başûrê Kurdistanê şensek mezin û dîrokî bi destketiye ku li ser hîmek netewî, saziyên hikûmraniyê qahîm bike. Lê mixabin di têgihiştina saxlemkirina saziyên hikûmraniya kurdî, avakirina kadroyan li ser bingehek zanistî, gelek zeîfe. Têgihiştina hizbewarî, astengiya herî mezine li hemberî pêşketina hikûmraniya welatê me Kurdistanê. Di dîrokê de her dem mîrekên Kurd ji ber nakokî û arêşeyên naxweyî, mecal jibo xwe nehiştin ku sazi bûn û dewlet bûnê pêş bixin. Di heman demê de Mîrekên Kurd cîhê xwe ji Partiyên Kurdî re hiştiye ku heman dîroka xwe kuştinê, dubare dibe. Li Başûrê Kurdistanê, hikûmranî avakirin û avdankirin pêwiste di çarşoveya têgihiştina Netewî de be. Hemû civakê bi yêksanî himêz bike. Ez di wê baweriyê de me ku Hikûmeta Herêma Kurdistanê û Serokê Hikûmetê Rêzdar Mesrûr Barzanî hewil dide ku hizmetguzarî, avakirin û avdankirinê jibo hemû deverên Kurdistanê bigehîne. Lê astengî, di têgihiştina partizanî, dorteng û nazarî de ye. Ji bo ku Hikûmeta Herêma Kurdistanê sernekeve, kar û xebata xwe pêşnexe, hezar astengî di navxweyî de, tên derxistin. Di rastiyê de jibo ku birayê wî sernakeve, hewildide daku gel birsî bimîne, mûçe wernegre, xizmet neyê kirin, hem dîplomasiyê de hem jî, di jiyana rojane de astengiyan derdixin. Gelo ev nakokiyên me kurdan ku “bira dujminê biraye û ji hev neznakîn” kelepore-kevneşope? Di jiyana rojane ya civaka Kurd de, em gelek baş dibînîn ku astengiya heri mezin li dijî hev û din, kesên herî nêzin. Ev wek malbat, bira, xizm û xwîn, di nav civaka Kurd wek keleporek qirêj û xerab e. Wek nimûne: Di nav malbatek Kurd de, birayek, xizmek, dostek nêz, tirimbêlek baş bikire, xaniyekê jibo xwe ava bike, dewsa dest xweşi û keyfxweşiya xwe diyar bikin çi dibêjin? “Te ew pere ji ku anî?’’ Hezar gotinên derew û ne rast dê li ser serkeftina birayê xwe bibêjin. Di dewsa keyfa wan were, hesûdiyê dibin. Di nav Civaka Kurdistanê de, ev têgeheştine ji kakilka malbatê destpê dike, heta Hikûmraniyê bilind dibe. Evro bi hezar qurbanî, xwîna şehîdan, ked û xizmetek mezin destkeftên pîroz ketine destê me kurdan. Mixabin em nizanîn van destkeftan biparêzîn û xizmeta gel û welatê xwe bikîn. Giringiya wê, baş nehatiye fêm kirin, rojên zehmet, yên şoreşê zû hatin jibîr kirin.  

Hikûmeta Herêma Kurdistanê, bi tevî kêmasiyên xwe gelek kar û xizmetek mezin encam dide. Karên herî giring pêşiya Gendeliyê hatiye girtin. Avakirin û avdanî pêşdikeve. Cade û otoban, site, rawestgekên elektirîkê, plan û projeyên mezin, yên xizmetgûzarî, tê encam dan.  Bazar, asayîş bin kontolê de ye. Lê nakokiyek mezin mirov dibîne ku xelkê Kurdistanê têr gazinde ye. Jiber ku edî ne Xelkek nezane. Siyasetê, cîhanê, rewşa aborî, pirsgerekên navxweyî baş dişopîne û nêrinek Realist heye. Hêvî û daxwezên wî, gelek cûdane ji plan û projeyên Hikûmeta Herêma Kurdistanê. Xelkê Kurdistanê baş dizane, xizmetek tê encam dan, wek sistema elektirîkê ku têra Kurdistanê heye. Lê ew mifay jê wernagre. Gazinan dike û mafê wî ye, xwedî li keda xwe derkeve. Jiber ku ev Hikûmeta Desthilatdar wî hilbijartiye da ku xizmeta wî bike. Lê kehreba heyî ew jê sûdmend nîne. Dibêje: Kehrebaya me heye çima didin Iraqê? Sistema Muwelidan (Jenerator) sistemek zor xerabe, hem jibo tenduristî, hem jî ji bo civakê, hewirdorpakiyê, zerer û ziyanek mezin dide. Di plana avakirin û çaksaziyê de, xelk dixwaze çareseriyek binaretî bo elektrîkê bibîne. Xelk baş dizane tenduristiya wî gelek binirxtire ji pereyê kehreba deverên Iraqê bo herêmê were. Jiber van rastiyan, çaksazi, avakirin û avadankirin, siraya xwe heye. Di Hikûmraniyê de 4 xalên sereke hene ku pêwiste destpêkê werin çareser kirin. Avakirina avahiyên perwerdê, avahiyên tendurîstî, kadroyên pîşeyî û xebata xwe de şeraze, bi lez pêwistiyek mezine. Sistema perwerdê, dadweriyê, xizmeta binaretî jibo gel encam bide û gelê kurd piştrast bike.

Çaksazî û avadankirin pêwiste destpêkê  jibo van 4 xalan were encamdan.

1-Perwerde (Leşekerek Niştimanî)

2-Tenduristî

3-Dadwerî

4-Elektrîk, Av û rê û ban

Di van xalan de çaksaziyek binaretî neyê encam dan, avahî bilind kirin bes hejmarek Teyrên di esmanan zêde bike ku li erdê xelkê xwe nebîne. Feqîr feqîr tir, dewlemend dewlemendtir dibe. Ev xerabiya herî mezine di Hikûmraniyê de.

Dewlet bûn tecrube (serbore) ye, welatên ku hezar salin hikûmraniyê dikin, mirov hezar kêmasiyan di welatê wen de dibîne. Hetta hin welat hene ku hêzar sale nekarîne xizmetek pêwist jibo gel û welatên xwe encam bidin. Dema em Kurdistanê bigrîn berçavan (bi tevî astengiyên navxweyî û derve) çend salên hikûmraniyê, gavên mezin avêtine. Ji bilî hesudiya derve û hindirîn, dîsa diplomasiyê de, rê û banên sereke de, afirandina berhemên navxweyî, avakirina kargehan, afirandina berhemên xwemalî de, pêşketinek baş encam daye. Lê dewletbûn û hikûmranî, pêşwaziya hemû zor û zehmetiyane. Di dema ev karên baş têne encam dan, hin çalakiyên din jî tên pişt guhkirin ku pêwiste çaksazi jibo wê xebatê jî encam bide. Ew jî: Xebatên çand, huner û rewşenbîriyê ne. Ev xebate ji aliyê hemû siyasetmedarên kurd ve tên piştguh xistin. Di rastiyê de, perwerdeya herî başe ya civakê, çand, huner, ziman û avakirina Malbatek Kurdewarî ye.  Ev jî bi filmên sinemayê, avakirina dezgehên çand û hunerî ve tê encam dan.    

    Hêvidarin çaksaziya ku ji aliyê Hikûmeta Herêma Kurdistanê ve hatiye destpêkirin, daxwazên civakê, gazinên wan, li ber çav were girtin û çarçoveya xizmetguzarî û çaksaziyê berfireh bibe.  Kabîneya Hikûmeta Herêma Kurdistanê ya Evro, rêk û pêkiyek xistiye di nav sistema rêvebirinê. Disiplînek baş mirov dibîne ku wek berê ferq û cudahî, wesitekarî, nayê encam dan. Pêşiya vê têgihiştina xerap hatiye girtin. Edî, hewil tên dayîn ku ciddiyetek di nav daireyên Hikûmetê de were encam dan. Ev jî dê rê vebike ku xebata çaksaziyê bi serkeftiyane pêk were. Em dibînîn ku di Herêma Kurdistanê de, di encama Xebata Hikûmeta Herêmê, geşedanek mezin di avakirin û avadankirinê de, çêbûye.  Ya giring ewe ku welatî bi bawer bin, bi hêvî bin û bawerî bi îradeya xwe ya siyasî hebe. Wekê din asayîşa herêma Kurdistanê, li Rojhilata Navîn de yêk ji nûmineyên başe ku welatiyên xwe diparêze. Aştî û aramiyek mirov di nav jiyana rojane de dibîne. Projeyên mezin yên nav dewletî, di nav xebata cîhbicîhkirinê de ne. Ev jî xalek gelek giringe ku Geşepêdana Çaksaziyê bi serkeftiyane were encam dan.    

 

Dennîs Dargul

Learn the Truth Here ... لـێــــره‌ ڕاستی بـزانــــــه
Copyright ©2021 BasNews.com. All rights reserved