Dennîs Dargul
Sumeran 5000 salan beriya niha nivîsa bizmarê peydakir. Di nav şaristaniya Sumeran de, cara yêkem xwendingeh hatin vekirin. Taybet perwerde jibo xwedayan, yasayên wan, hêvî û daxwezên wan, malê desthilatdariyê were tomarkirin û bihatana bi pênûs dan, pêwstî bi Pênûsşûran (katîp) hebû ye. Destpêkê xwendingeh jibo perwerdeya zarokên desthilatdariyê û Rahîbên Perestgehên Zigoratan, hate destpê kirin.
Di xwendingan de, zarok bi nivîsa bizmarê ku li ser tabletên axa qelandî, dihat nîşandan. Tablet du rûyê wê hebû, aliyekî wê nivîsa bizmarê ya mamostayan aliyê din xwendevanan heman nivîs kopî dikirin.
Destpêkê xwendingeh li dora Qesrên Melikan û Perestgehên bi navê Zîgoratan hatin avakirin. Katîp li wan xwendigehan de hatin perwerde kirin.
Navê xwendingehan di dema Sumeran de “Edûba” bû. Yanî, Mala Tabletan. Em dikarîn wek Mala Defteran jî (Mala Tabletan) bi nav bikîn. Desthilata Sumeran pêwistî bi van katîban hebû ku da bûrokrasiya dewletê bi rêve bibin. Xwendekaran di van xwendingehan de, destpêkê matematîk, geometrî, jiber kirina çîrokan, wek babetên sereke yên xwendinê hatin destpê kirin. Bi vî şêwazî asta katîban, zanyariya wan, giringîya wan (Pênûsşûran) mezin dikirin. Di nav civakê de Pênûsşûr kesayetên (Katîp) herî bi rêz û birûmet bûne. Her çend giringiya penûsşûran zêde bû, daxwaza xwendinê jî pêşket. Pisporê Nivîsa Bizmarî N. Schneîder diyar dike: “Di vekolînan de wan navên 500 xwendekaran peydakirine. Her wiha di derbarê malbatên wan, bav û dayikên wan pîşeyên wan li ser tabletan hatine destnişan kirin. Di van nav û pîşeyên bavên wan de diyar dibe hemû xwendekar zarokên dewlemendan bûne.”
Ev derdorene jiber ku nêzî melikî bûne, name, kîtap û hesabên qesran, dahata aborî bi van xwendekaran, dane encam dan. Karên qesrê yên name nivîsan û bersivan, jimara lawiran, jimara mirovan, kar û xebata qesir û xanan, li ser milê van katiban bûye. Jibo melikan jî cîhê baweriyê bûne. Temenê xwendekaran 6-7 saliyê destpê dikir. Heta 18 saliyê berdewam bû. Van xwendekaran piştî ku matematîk û hin karên din fêr bûn edî jibo xwe kar peyda dikirin û piştî xwendinê kar dikirin.
Di xwendingehê de, Mamosteyê Sereke hebû, harîkarê wî û xwendekarên jîr, ders didan xwendekaran. Hemû xwendekar neçar bûn li gor daxwaza Mamoste tevbigere û şert û mercên xwendinê jî, bi nivîsa bizmarê hati bûn destnişan kirin.
Wek Nimûne: Xwendekarên jîr û zîrek dihatin xelat kirin. Lê xwendekarê dersa xwe ya malê çênekiriba, dereng bihata xwendingehê, di dersê de axaftiba û serkeftî nebaya bi lêxistinê dihatin ceza kirin. Lêxistin cezayek gelek normal bû ku ev cezaye evro jî li gelek welatên paşketî berdewam dike.
Dersa xwendinê ya sereke Bîrkarî (matematîk) bû ye. Ji xwendekaran re çîxên rast û çep, şêwazên geometrî, paşê jî, herfên bizmarî, nîşan didan. Şêwazê nivîsê piranî resim bûn ku navek destnişan dikir. Paşê fêrî tîpan dikirin. Weke: u-a-I (tu-ta-ti-mu-ma mi) bi xwendekaran didan nivîsandin. Paşê sazkirina peyvan li ser tabletên şil dinivîsandin. Paşê xwendekar navên endamên malbatên xwe fêr dibûn, navên mamoste, hevalên xwe dinivîsandin. Paşê listeyek koma tipan wek UR-RA - HUBULLU fêr dikirin. Ev Koma tîpene wek navekê dihate destnişan kirin.
Bi kurtî li ser tabletan hem tîpên nivîsê hem jî resmê lawir (heywan), dar, ber, çiya, eşya, navên xarinê, vexwerinê, navên cografî, firinde li ser tabletan dihatin nivîsandin. Bi fêrkirina van cûre peyvan name bi xwendekaran didan ninîsandin. Di ware dadweriyê de, ev xwendekarene perwerde dikirin ku arêşên civakê çareser bikin. Di tabletek bizmari de, li bajarê ÎSÎN ê çirokek hatiye destnişan kirin ku doz jibo kuştina kesekê hatiye vekirin û wan Pênûsşûran (katiban) biryar serdane. Her wiha di derbarê biryarên yasayî de jî perwerde hebû ye û şêwazê nivîsa hevpaymanan, sozname, nîşan didan. Xwendekarên ku jîr û zîrek bûne di Qesrên Melikan û Zîgoratan de dihatin erkdar kirin. Nameyên Melikan wan dinivîsîn, bersiva nameyên melikên din wan dinivisîn, pesn û sena jibo melikên xwe rêz dikirin. Helbest wan jibo xwedayan û melikan dinivîsîn.
Ev Katibene, di ware bîrkarî, pîvanên erdî, gelek şaraza bûn. Şertê sereke jibo Katîbekê, zanîna Bîrkariyê bûye. Her wiha dersên muzîkê, çandî jî fêr dikirin. Asta herî bilind ya Katîban Nivîsina Destanan bûye. Ew destanên wek Gilgamiş û bi dehan Destanên din li ser tabletan dihatin nivîsandin û xwendekar neçar bûn jiber bikin. Xwendingehên Sumeran yên beriya 4000 salan di cîhanê, herî pêşketi bûye û kesayetê zana û têgihiştî perwerde kirin. Di dîroka hemû cîhanê de nimûneya sereke ye. Ev xwendekarên mijara gotinê paşê wek xwendina neçarî hate pejirandin û edî xwendinên pîşeyî, vekolînên ser astronimî, şîrove û bîrçûnên li ser melik, xwedavend, xweda û zîgoratan, pêşket. Edî desthilatdariya Sumeran, xwendingeh kirin wargeha avakirina fermanberên saziyên dewletê. Yanî saziyên ayînî, xebata qesrên melikan, bazar û bazirganiyê de, ev xwendekar dihatin erkdar kirin.
Dê Berdewam bîn….
Dennîs Dargul