Ciwan û Dewletsazî…Projeyeke û ciwanên herçar parçeyên Kurdistanê ji bo dewletsaziyê amade dike
كوردی عربي
Kurdî English

NUÇE RAMAN Raport Hevpeyvîn ABORÎ MULTÎMEDYA Magazîn ÇAND Û HUNER
×

Ciwan û Dewletsazî…Projeyeke û ciwanên herçar parçeyên Kurdistanê ji bo dewletsaziyê amade dike

BasNews – Ciwan û Dewletsazî projeyekî ciwanên herçar parçeyên Kurdistanê ye. Fikra wê projeyê ji aliyê ciwanekî bajarê Kerkûkê yê bi navê Ehmed Sîrwan ve çavkaniya xwe digre û ev proje ragehandiye û ciwanên herçar parçeyên Kurdistanê komkiriye. Me wek BasNews li gel Ehmed Sîrwan ê serpereştyarê projeya ‘’Ciwan û Dewletsazî’’ hevpeyvînek pêkanî.

BasNews: Fikra projeya ‘’Ciwan û Dewletsazî’’ çavkaniya wê çiye?

Ehmed Sîrwan: Rewşa Kerkûkê piştî 16ê cotmeha 2017ê û lewaziya fikr û hizir û hestên niştimanperwerî ji aliyê beşek zêde ya ciwanan ve bû sedem ku ez vê fikrê bikim û projeyekî bi navê ‘’Ciwan û Dewletsazî’’ bidim destpê kirin. Herî dawiyê Pirtûka ‘’Ciwan û Dewletsazî’’ min gehande çapê û naha di xizmeta ciwanan de ye.

BasNews: Komkirina wan ciwanan di vê projeyê de çawa bû?

Ehmed Sîrwan: Ciwanên herçar parçeyên Kurdistanê daxwaz û armanc û hewldan ji bo dewletekî serbixwe û azad e, vegera ji bo dîroka rêveberên herçar parçeyên Kurdistanê ku hewldane ji bo dewletsaziyê û vê dîtinê ve min pêwîst û giring zanî ku beşdariya ciwanên herçar parçeyên Kurdistanê li gel yek ciwan û dewletsaziyê rêkbixim. Herî dawiyê me karî li Hewlêr a paytexta Herêma Kurdistanê wê projeyê di roja cîhanî ya ciwanan de pêkbînin û peyama ciwanên herçar parçeyên Kurdistanê bo dewletsaziyê bigehînin.

BasNews: Rola ciwana di bingehkirina dewletê de çiye?

Ehmed Sîrwan: Ciwan ew leşkerin ku dibin leşkerê dewletê û reseniya niştiman pişta xwe bi wan ve girêdide. Ciwan bingehê avabûna dewletê ne, ji bo wê jî ciwanên herçar parçeyên Kurdistanê helgirê ala dewletbûnê dibin û bi enerjiyekî bê dawî ve emê hewla wê bidin.

BasNews: Çima ciwan berdewam tên sarkirin ku ji fikra dewletbûnê dûr bikevin?

Ehmed Sîrwan: Welatên cîran û çend hêzeke navxwe yên bi nav kurd û Kurdistanî berdewam bazirganiyê pê dikin û hevkariya dijmin dikin, ji bo lewazkirina hestên niştimanî di nav civakê bi giştî û bi taybet jî nav ciwanan de. Sarkirina ciwanan ji bo wê yekê ku daxwaz û şiyan û îradeya ciwanan têkbişkênin û perwerdeya dijî pêkhateya niştiman û pêkhateya herêma me lewaz bikin, ji ber ew dizanin ciwan ew leşkerin ku dibin hêza dewletbûn, pêngavên wan guhertinên erênî ava dike. Ji bo wê jî tirsa wan heye û dixwazin fikir û şiyana ciwanan lewaz bikin û wan biwestînin û hestên niştimanî dûr bixin.

BasNews: Çi tiştek dihêle ku ciwan ber bi dewletsaziyê ve biçin?

Ehmed Sîrwan: Heskirina niştiman, rêzgirtin û kar û hewla pêkvebûnê wisa dike ku ciwan hewldanê ji bo dewletsaziyê bidin, ev yek wisa dike ku îradeya ciwanan pêngavê ber bi qonaxên dîrokî û geheştina bi dewletê bavêjin.

BasNews: Gelo nifşê nû yê paşerojê yê kurd ji bo bi bingehkirina dewletê çawa mifayê ji dîrokê werbigre.

Ehmed Sîrwan: Pêşxistina hemû waran de xwandin û hûrbûn û ponijîn û lêkolîna li ser dîrokê bi herdu cure şikest û serkeftin, sedemên başin ji bo ciwanên naha û yên paşerojê ji bo sûdwergirtina li derfetan û xirabiyan baş bikin û tiştên baş jî baştir bikin. Ez di wê baweriyê de me ku ciwan dikarin dîrokê ji bo xwe tomar bikin û hewl ji bo dewletsaziyê bidin û serkeftinên mezin tomar bikin. Ez daxwazê ji ciwanan dikim helgirê ala şoreşa çaksazî û dewletsaziyê bin û li gel yek em hewldanên xwe ji bo pêkhatine dewletekî serbixwe ya Kurdistan a mezin bidin û di bin ala pîroz a Kurdistanê de bi aştî û li gel yek jiyan bikin.

Learn the Truth Here ... لـێــــره‌ ڕاستی بـزانــــــه
Copyright ©2021 BasNews.com. All rights reserved