Wezareta Elektrîkê çend projeyên xizmetguzariyê bo Rêveberiya Xweser a Zaxo ragihand
كوردی عربي
Kurdî English

NUÇE RAMAN Raport Hevpeyvîn ABORÎ MULTÎMEDYA Magazîn ÇAND Û HUNER
×

Wezareta Elektrîkê çend projeyên xizmetguzariyê bo Rêveberiya Xweser a Zaxo ragihand

BasNews – Wezareta elektirîkê çend projeyekî xizmetguzariyê ji bo navçeya Batêl ya ser bi rêveberiya xweser ya bajarê Zaxoyê ragehand.

Îro 14.08.2024, Wezareta elektirêkê li tora xwe ya civakî Facebookê de belav kiriye ku çend projeyek ji aliyê elektirîka rêveberiya xwebixwe ya Zaxoyê li navçeya Batêl tê cîbicî kirin.

Projeyên ku tên cîbicî kirin evin:

- Gehiştina elektirîkê ji bo hindek komelge û gundên navçeya Batêl.

- Gehandina elektirîkê ji bo çend bîrên avê li sînorê wê navçeyê.

- Ronî kirina cadeya serekî ya wê navçeyê.

- Derxistina fîdereke nû li santrala elektirîka Batêl bo sivik kirina bargiraniya ser fîdera Balqusê.

 

Learn the Truth Here ... لـێــــره‌ ڕاستی بـزانــــــه
Copyright ©2021 BasNews.com. All rights reserved