Eniya Tirkmen li Dadgeha Federal li dijî pêkanîna Hikûmeta Xwecihî ya Kertkûkê doz vekir
كوردی عربي
Kurdî English

NUÇE RAMAN Raport Hevpeyvîn ABORÎ MULTÎMEDYA Magazîn ÇAND Û HUNER
×

Eniya Tirkmen li Dadgeha Federal li dijî pêkanîna Hikûmeta Xwecihî ya Kertkûkê doz vekir

BasNews – Serokê Eniya Tirkmen a Yekgirtî li Iraqê Hesen Turan îro 14.08.2024 li Dadgeha Federal a Iraqê li dijî helbijartina Parêzgerê Kerkûkê û pêkanîna Hikûmeta Xwecihî ya Kerkûkê doz vekir.

Li gor daxuyaniya Eniya Tirkmen, Dadgeha Bilind a Federalî ya Iraqê doza wan qebûl kiriye û dê demekî nêzîk de helwêsta xwe ya di vê derbarê de ragehîne.

Şeva, 10.08.2024, bê tevlîbûna PDK, Eniya Tirkmen û hejmareke endamên Ereb ên Civata Parêzgeha Kerkûkê li Bexdayê, Parêzgerê Kerkûkê û Serokê Civata Parêzgeha Kerkûkê hatin hilbijartin. Rêbwar Teha wekî Parêzgerê Kerkûkê û Mihemed Hafiz jî wekî Serokê Civata Parêzgeha Kerkûkê hatin hilbijartin.

Berî ew civîn bê kirin, fraksiyonên PDKê, Eniya Tirkmen û Hevpeymaniya Erebî li Civata Parêzgeha Kerkûkê di sê daxuyaniyên cuda de red kirin ku tevlî wê civînê bibin û ew civîn wekî civîneke neqanûnî binav kirin.

Hejmara giştî ya kursiyên Civata Parêzgeha Kerkûkê 16 kursî ne û hejmara kursiyên aliyan di hilbijartina dawiyê de bi vî awayî bû:

  1. Kurd: Heft kursî (YNK 5 û PDK 2 kursî)
  2. Ereb: Şeş kursî
  3. Tirkmen: Du kursî
  4. Yek kursî jî ji bo kota ya Xirîstiyanan
Learn the Truth Here ... لـێــــره‌ ڕاستی بـزانــــــه
Copyright ©2021 BasNews.com. All rights reserved