BasNews – Parêzgeha Şirnexê ya Bakurê Kurdistanê biryara qedexekirina xwepêşandan û hemû çalakiyên din li navenda parêzgehê û tevaya bajarkên îdareya Şirnexê ragehand, herwaha 14 dever jî wekî “deverên demkî yên ewlehiyê” diyar kirin.
Parêzgeha Şirnexê ragehand, “Ji bo sê rojan xwepêşandan û hemû çalakiyên din li Şirnexê û tevaya bajarokên îdareya Şirnexê hatine qedexekirin, herwaha hatina xelkî ji derveyê bajaran bo navendên bajaran jî rêpêdayî nîne û tevdîrên qanûnî li beranber tên bicihanîn.”
Parêzgeha Şirnexê herwaha ragehandiye, “14 deverên Şirnexê wekî deverên demkî yên ewlehiyê hatine destnîşankirin û ji bo dema 15 rojan geşt û hatin û çûn lê qedexe ne, ku deverên Gabar, Cûdî, Besta, zozanên Feraşînê û piraniya deverên çiyayî yên Şirnexê vedigire.”
Parêzgeha navbirî sedema derxistina wan biryaran jî ji bo parastina selametiya welatiyan û kontirolkirina rewşa ewlehî û seqamgiriya deverê vegerand, ji ber bicihanîna operasyonên serbazî.
Pêştir jî li Parêzgeha Colemêrgê ya Bakurê Kurdistanê biryara qedexeya xwepêşandan û hemû çalakiyên sivîl ji bo dema sê rojan hatibû derxistin, li gel diyarkirina devera ewlehiyê li çend deverên wê parêzgehê.
Herwaha hatibû ragehandina ku ji bo çi kesekî nîne bê destûrî biçe deverên qedexekirî. Li dû wê biryarê, sibe 15.08.2024 demjimêr 09:30ê ew qedexe bidawî tê.