BasNews – Parlamenterekî ereb derbarê helwêstê Serok Barzanî yê derbarê pêkanîna hikûmeta xwecihî ya Kerkûkê de zanyarî belav kirin û ragehand, di dema civîna li gel Serok Barzanî de wan ji Serok Barzanî re gotine divê peywira parêzgar ji bo du salên destpêkê ji bo ereban be, lê Serok Barzanî ji wan gotiye ew ne pêkane û ew yek nayê qebûl kirin.
Parlamenterê Iraqê yê Sune Muheymen Hemdanî di daxuyaniyekî ji bo kanaleke Iraqê de ragehand, dema serdana Serok Barzanî kirine, ji bo gotûbêjkirina derbarê pêkanîna hikûmeta xwecihî ya Kerkûkê de ragehand: ‘’Em çûn gel Serok Barzanî, wî bi taybet ji gelek nûnerên ereb ronîtir axaft û behsa wê yekê kir ku Kerkûk pêwîste wek sembola pêkvejiyana aştiyane be.’’
Herwaha got: ‘’Min di hevdîtinê de ji birêz Serok Mesûd Barzanî re got, hûn bi wê yekê hatine naskirin ku bi hikmeta xwe gelek dosyayên niştimanî çareser dikî, bi taybet jî Kerkûk. Bi aşkera ez dixwazim biaxivim û ez li gel wê yekê me ku parêzgar ereb be û pêwîste du salên ewil peywira parêzgarê Kerkûkê ji bo me be.’’
Parlamenter Muhemmen Hemdanî gotinên Serok Barzanî ji bo pêşkeşkar vegot û diyar kir: ‘’Serok Barzanî ji me re got me du kursî tenê nîn in, me 7 kursî hene, em wek nûnerê kurd axaftinê li gel we dikin, ne pêkane em qebûl bikin peywira parêzgar du salên destpêkê ji bo we be.’’
Herwaha got: ‘’Serok Barzanî ji me re got, naha pêgeha kurdan ne tiştekî wisa ye ku ez tewîzê bidim û li gel we li ser tewîzê lihevbikim.’’