Berdevkê Partiya Komunîst: Em hevpeymanê YNKê bûn lê derbarê diyarkirina parêzgarê Kerkûkê de ji me nepirsîn
كوردی عربي
Kurdî English

NUÇE RAMAN Raport Hevpeyvîn ABORÎ MULTÎMEDYA Magazîn ÇAND Û HUNER
×

Berdevkê Partiya Komunîst: Em hevpeymanê YNKê bûn lê derbarê diyarkirina parêzgarê Kerkûkê de ji me nepirsîn

BasNews – Berdevkê Partiya Komunîst a Kurdistanê (Hizba Şuî) dibêje, herçend ku partiya wan li gel  Yekîtiya Niştimanî ya Kurdistanê (YNK) hevpeyman bû di hilbijartinên encumenên parêzgehên Iraqê yên parêzgeha Kerkûkê de, lê YNKê derbarê hilbijartina parêzgarê Kerkûkê de pirs ji wan nekiriye.

Roja şemiyê 10.08.2024, fraksiyona YNKê li gel tek endamê ser bi Reyan Keldanî li Encûmena parêzgeha Kerkûkê, karîn sê endamên Erebê encûmenê bixine rêza xwe ku li gor hindek siyasetmedaran ev sê kesane li hember pere beşdarî wê civînê bû ne û civîna wan li otela Reşîdî ya bajarê Bexdayê hatiye pêk anîn û kesekî YNKê kirin parêzgarê Kerkûkê, evê jî bi xwe re bertekên curbecur anî hole.

Di vê derbarê de berdevkê Partiya Komunîst a Kurdistanê Subhî Mehdî ji BasNewsê re ragehand: “Partiya Komunîst a Kurdistanê, ji bo navçeyên derveyî Herêma Kurdistanê, çi bo encûmena Nûneran û çi bo parêzgehan, herdem destpêşxeriya wê kiriye ku em hemû bi hevre bi yek lîstê beşdariyê bikin, lê di demekî da ku ew hemû nayên bo yek lîstê, wê demê li şûna 5 ya 6 hizib bin, eger 2 hizb jî bin her baştire, me li ser wê bingeha hevpeymaniyê li gel YNKê pêk anî.

Herwaha diyar kiriye ku ewên nekarîne wekû Partiya Komunîst a Kurdistan ti kursiyekî encûmena parêzgeha Kerkûkê li gor wê hevpeymaniyê bidest bînin, ji ber wê jî YNKê bi xwe gotûbêja pêkanîna hikûmeta xwecihî ya Kerkûkê kiriye û pir ji Partiya Komunîst nehatiye kirin û em nebûn beşek ji gotûbêjan.”

Herwaha got, “Em di wê baweriyê de ne ku hizb li gorî berjewendiyên xwe gwîzan dihejmêrin, eger nebe postek nikare bibe asteng li pêşiya yekîtiya me. Em dibêjin divê ev partî ji bo meqamekî doza netewî nekin qurbanî. Pêwîstiya Kerkûkê bi xebat û yekîtiyê heye. Em dibêjin divê ev hizbane li ser postekî, dozeke niştimanî û neteweyî nekin qorbanî. Pêwîstiya Kerkûkê bi karkirin û yekdengiyê hebû.”

Berdevkê Partiya Komunîst a Kurdistanê diyar kir ku ew dixwazin kurdek bibe parêzgarê Kerkûkê, lê ji bo destnîşankirina Rêbwar Taha û rêkeftina avakirina rêveberiya Kerkûkê, şêwirîna Partiya Komunîst nehatiye kirin. "

 

Learn the Truth Here ... لـێــــره‌ ڕاستی بـزانــــــه
Copyright ©2021 BasNews.com. All rights reserved