Zaze Mahabadî
Olên bi ‘’sirr’’, an jî ‘’nepenî’’ û peyva beramberê wê û dikare pênasa wê bike, peyva ‘’mystery’’ ye ku ew peyv ji bo nepenîbûnê hatiye bikaranîn.
Beşdarbûn û têkelbûna ol an jî cemaetên waha wekî ku bi awayekî nepenî û veşartî pêktê, herwaha derbarê wan ol û cemaetan de zanyarî dayîna kesên ne guncaw jî nayê kirin û li gel wê kesên ku ne endamê û beşdarê wan ol û cemaetan bin ti agahiyekî veşartî û nepenî ya wê ol û cemaetê ji wan re nayê dayîn. Ew kesên ku nikarin agahî û zanyariyên wê cemaet û olê biparêzin, endamtî û beşdariya wan a ji bo wî olî û cemaetê jî nayê pejirandin û mercê serekî divê bikaribe wan nepeniyan biparêze. Wek encamê wê jî derbarê mijarê de bi giştî agahî kêm in. Agahiyên ku hene jî, ji wan kesên ku piştre ji wê cemaetê cuda bûne û gotinên ku wan di wê derbarê de kirine ne. Li gor agahî û zanyariyên ku wan belav kirine hin daneyên arkeolojîk hene ku ew jî şirove ne.
Di olên sirrî de hem di dîtin û ramanê de û hem jî di hûrgiliyan de herçend hin cudayiyên wan hebin jî, lê li gel wan cudayiyan jî bi giştî di bin yek serenavê de dikare bên komkirin û hin taybetmendiyên wan ên hevpar hene.
Ew taybetmendiyên hevpar di bin hin serenavan de dikarin bên komkirin ku waha ye: Mirov xwedî cevherekî xwedayî ye; Ew tê wateya ku cevherê xwedayî di nav bedena madî de ye, ji bo xwe gehandina çavkaniya esmanî û semawî ew cevherê madî divê ji bedenê rizgar bibe û ew zarûrete; Ji bo rizgariyê merasîma xwe gehandina sirra olî pêwîste; Ji bo guneh ji holê bê rakirin pêwîstî bi rîtûel û îbadetên paqijiyê heye; Beşdarbûna ezmûnên îlah an jî teqlîda wan kirin; Taybetmendiyekî din a olên sirrî jî, di nav oldarên xwe de nijad, milet, aborî û cudayiyên civakî giring nabîne û wekheviyekî teqezî heye.
Olên sirrî hin ji wan heta naha jî hebûna xwe berdewam dikin. Di nav wan olane de; Biratiyekî Orfîk (Li Yewnanîstana kevnar de sîstemekî olî û felsefeyê) û Pythagoryen (fîlozofê ku di matematîk û astronomî de xwedî gelek dahênan) heye; Qralîçe Isîs-Osîrîs, Baalên Sûrî û Adonîs, Mîtra ya Îranê, Elusinian a Yewnanê, Kakeyî û Êzidî dikare bên hejmartin.
Peyva Înîsîyasyon di gelek çavkanî û ansîklopediyan de, ji bo pêşketina bandora sîpîrîtûel (ji hizra madî dûrketin û ponijîna li ser menewiyetê) pêwîstî bi mamostayekî tund û di bin kontrola wî ya berdewam, di nav sîstemekî nîzamî de li ser bingehê ezmûnan perwerde û rêbazekî ku tê pênasekirin e. Peyva Înîsîyasyon di bingeh de bi latînî ji gotina Înîtîum tê û wateya wê jî wateya; ‘’Ketina cîhekî, beşdarî bûn, qebûl bûn, destpê kirin’’ e.
Cara Yekem Gotin û Peyva Êzidî li kuderê hat bikaranîn?
Peyva Êzidî; Li gor rewşenbîrê bi navê Xelîl Cindî Reşo; Ew peyv tê wateya ‘’Ruhên Paqij’’, ‘’Yên Rast Birêve diçin’’ û di bingeh de jî di nivîsên Sumeriyan de wek Ê-zi-dî hatiye nivîsandin.
Li gor baweriya Êzidî, mirov dimre, lê ruhê wî namire û ruh derbasî bedenên din dibe û hebûna xwe berdewam dike. Roj, hîv û stêrk çavkaniya ronahiyê ne û ew hemû jî ji bo wî pîroz e. Agir ji ber çavkaniyekî nûr û ronahiyê belav dike tê pîroz kirin û nabe tif lê bê kirin. Di pirtûka wan a pîroz Mishefa Reş de hin qedexe waha têne rêzkirin: Ji ber ku navê pêxember bibîrtîne xwarina marolê (xes) qedexe ye.
- Herwaha fasulyeyên hişk herame. Boyeyê şînê tarî bikaranîn, cilên şîn li xwe kirin qedexe ye.
- Ji ber Masiyan Yûnis Pêxember di zikê xwe de veşartine û li hember wî ji bo bêrêzî nebe, masî nayên xwarin.
- Herwaha ji ber ku xezal keriyê yek ji pêxemberan bûne, xwarina goştê wan herame.
- Ji bo ku bêrêzî li hember tawûsê neyê kirin û dîk jî dişibe tewûsê goştê dîk jî nayê xwarin.
- Roj pîroze. Ronahiyê belav dike, germ dike û jiyanê ava dike. Ji ber ku mar jî pir ji taw û ronahiya rojê hesdike mar sewalekî pîroze û teqez nabe bê kuştin.
- Spî rengekî pîroze; nîşaneya safî û paqijiyê ye. Ji ber wê jî Êzidî giringiyekî mezin didin berkirina cilên spî.
- Dirêjkirina por û simbêlan û por û pirça ku dirêjbûyî kirina kezî jî kevneşopî ye.
- Ji bo Êzidiyan hin erk û wacibên olî yên li ser wan ferz; şehadet, nimêj ango îbadet, rojî, zikat û hec e.
Li gor Êzidiyan gelek navên Xwedê hene. Yê ku herî zêde ji wan tên bikaranîn û yê herî xweşik Xweda ye. Şehadet, nîşan dide ku xwedê xwedî hêzeke bê dawî ye. Şêx Adî (Hadî) û mûridên wî Sultan Êzîd jî ferîşteyên xwedê ne, nûra erd û keyfxweşiya mirovahiyê ne. ferîşteya Tawûs, ferîşteya xwedê ye û nûnerê wî ye. Êzidî xwe wek malbatekî pir mezin dibînin. Ew malbat di nav xwe de wek ‘’Binemal’’ û ‘’Babik’’ xwe ji hev cuda dikin.
Êzidî hev du li ser bingehê eşîret, qebîle, mal û bavikan nasdikin.
Civaka Êzidî piraniya salê bi cejn û rojên taybet û ziyaretên taybet ve derbas dikin.
Cejna Êzî, Bêlinda, Cejna Xidir Ilyas û li gel wan cejnane cejna herî mezin a Êzidiyan Cejna serê salê ye. Ew cejn wek Cejna Melekzan, Cejna Melekê Tawûs û Çarşema Sor jî tê zanîn. Li gor salnameya rojhilat ew cejn rastî yekem çarşema meha Nîsanê tê. Di vê mehê de dawet nayên kirin. Şeva sersalê jî Babeşêx û di meclîsa wî de sema tê gerandin. Li hemû aliyên Laleşa Pîroz Qendîl tên pêxistin. Êzidiyan perestgehên wek muslimanan ango mizgeft nîne, herwaha wekî Xirîstiyanan Dêrên wan nînin an jî wek Cihû û Musewiyan Kenişt û hewra nînin.
Ji bo Êzidiyan tirbeya ewliyayan, çiya, serê kaniyan, di bin darên pir balkêş û xweşik ango cîh û mekanên ku xwedî pîrozî hebe bese û rûyê xwe didin tawê û radiwestin û mekanê herî baş ên ji bo îbadeta Êzidiyan ew cîhên pîroz in.
Êzidî, berê ji aliyê Faris, Ereb û desthilatdarên Tirk ve rastî 72 komkujiyên mezin hatine û di dîrokê de 80 caran ji ax û warên xwe hatine dûrxistin û pîroziyên wan wek bahaneyê hatine dîtin û ji komkujiyan re hatine derbas kirin. Hejmara Êzidiyan her roj, her diçe kêm dibe. Êzidîtî êdî di nav kategoriya ‘’Olên tine bûyî’’ de cîh digre.
Komkujiya herî dawî jî ya sala 2014ê bû, ku ji aliyê rêxistina terorîst a DAIŞê ve hate kirin.