Bêwar Barî Teyfûrî
Dîrok kesayetên hêja dinirxîne û vedijîne.
Wesîyeta Qazî Mihemed pir bi qîmete. Qazî Mihemed ji bo dîrok a netewa me kesayetek giranbuhaye, sembola rizgarîyê ye, bi navê wî em bi firnax û bi şanazin...
Lê mixabin piranîya kurda hela hê jî ji neyarê û nexastîyê resen a xwe re bawer û xizmetê dikin li hevdura bawer û xayîtîyê nakin. Ji dem ê antîk bigire heya dem a me kurd vê rewşa şepirzeda li bin zulm û zora bîyanîyên qeşmer de têne rencandin.
Ji Baba Tahîr bigire heya dema me hemû kesayetên kurd ên xwe naskirî ji bo yekbûn û hevgirtina kurda bi helbestan, bi berhemên xweva, bi wesîyetan hewar gazî kirine, lewre rêya rizgarîyê yekbûnêdaye. Lê kurd nikarin bibin yek, gelo çima kurd hevdu nagirin?
Ji bo yekbûnê çi têra kurda nake? Kêmasî çi ne, astengî çi ye?...
Madem dîroka mirovahîyê ji kurd û Kurdistanê dest pê dike çima kurd bi yekbûnê vê rastîyê testîq nakin, gelo sebeb çiye kurd ketin vî halê ne xweş? Derbarê kurda de gellek pirs me nerehet dikin, dîdem a kurda her kurdekî bi şeref, xwenaskirî dilxor dike...
Xulase çima kurd wesîyetên lawên xwe dîrokî nabîzin?
Yeqîn fehm nakin bindestin, an jî bê çandin. Çand gela têdigîhîne pêşda dibe, çand ji bo yekbûnê hêze. Netew a têgêhîştî tudem berdestîdîyê napejirîne. Çand ji bo heyîn a netewa ronahîyê dide û netewa vedijîne. Gel ê bê çand di çav ê alemê de nezan û kevneşope. Gel ê bê çand di her qada jîyanê de dikule, pêşnakeve. Çand çavkanîya hêzbûn û pêşketinêye. Cîvak, gel ên bi çand nakevin li bin minetan, yekbûn a xwe ava dikin. Çand ji yekbûnê dest pê dike û bi yekbûnê ve girêdayîye. Mixabin, kurd bi çanda bîyanîyan ve mezin dibin dibine dujminê hevdu, hevdu qebûl nakin, hevdu nabîzin lema jî hertim têk diçin, zeîfin. Netew a ku bi çanda xwe ve mezin nabe zeîfe, bê pêşeroje, tênagêhije, her îşê wî bê bingehe, xewn û xiyale...
Eger ev netew dixwaze têbigêhije û azad bijî demildest pêwîste zarokên xwe bi çanda xweva perwerde bike. Mirovên bi tore, bi terbîya gelêrî dikarin bi rûmet hevdu serwextbin, yekbûn a xwe ava bikin. Bi yekbûnê ji zulm, zorê, ji lêdan, înkar, talanîyê, ji dagirkerîyê, ji dujmin ê resen a netew a xwe rizgarbin.
Belê, zarokên kurda bi mantalîteya biyanîyan ve mezin dibin lema jî hevdu begem nakin, hevra qaîl nabin, dibin alîgirê xelqê, dibin evîndar ê biratîya dagirkerên nirxên mirovahîyê, hertim ji rêya rast dixalifin, xwe nas nakin, ji mîntalîtêt a netewa xwe, ji hestên netewî dûr dikevin, encamêda dibine neyarê gel ê xwe, dijmin ra biratîyê, xulamtîyê, xizmetek bê hempa dikin, nexastîyê netew a xwe ra dibin yek êrîşî hemwelatîyên xwe dikin, dujmin ra dibine hevpar, mixabin weha bi vê rewşê jîyan a kurd berdewame. A li vê rewşêda sekina mirovên zane, kesayetên têgêhîştî ên gelêrî têra serkeftinê nake. Lema jî serhildan ser neketine.Yên bê welat, yên bê biryar, kevneşop, yên ku jiyanê de nikarin xwe îfade bikin bila li ber dîrokê, ji mirovahîyê, ji xwedayê tewrebilind şerm bikin.
Gel ê ku ji dîrokê îbretê venegire jîyanêda nikare xwe kifş bike.
Her netew bi yekbûnê bi çanda xwe ve xwe îfade dike. Yekbûn ji bo gelan jîyana serdeste. Yekbûn ji bo gel wesîla xwenaskirinêye. Yên ku xwe nasdikin tu dem nayên xapandinê têk naçin.
Netew a belabûyî şepirze, bê çand, bê tore, berdest ji dîrokê îbretê hilnade...
Kurda tu wext ji dîrokê ders hilnedaye, bi xeyalan dimeşin. Rûdanên îro vê xuya dikin. Kurd hertim şaşîyê xwe ê dîrokî dubare dike. Lê dîrok şaşîya naborîne. Azadî, altindarî, siberoj, dostanî, serbilindayî, qedir, biratî yekbûna netewîdaye. Gelo, ji rewşa kurdan serok û kesayetên pêşeng ên kurdan qe şerm dikin. Dîrokê dîsa derfet daye kurda rabin bibin mêr hevrabin, ku vêcarê jî nebin yek dîrokê we lenet bike. Cek a herî mezin li hemberî dujmin yekbûne. Yekbûn hevdu qebûlkirin, hevdu parastin û piştgirtine.
Kevneşopîya me pêşerojê ji dest me distîne, me ji pêşerojê dûr dixêre.
Netewa ku nirxa azadîyê nizane mehkûmê mirinêye.
Netew a ku haj ji dîroka xwe nîne(tunene) xwe nasnake destê wî nagêhije pêşerojê. Lewra nikare wek gel xwe îfade bike, li bin tepika de dimîne, hertim têk diçe.
Gelê ku nikare hevdu re xwedî derkeve nikare welat ê xwe jî biparêze.
Gelê ku dijî hevduye di dîrokêda cîyê wî tune.
Dem nayê xapandinê her tişt zelal dibe. Dostê kurda kulma neyare.
Heya ku em xwe nasnekin hevdu nebîzin û nepejrînin (qebûl nekin) têk çûn ê para me be!...
Bêwar Barî Teyfûrî