Middle East Eye: Bafil û Qubad Talebanî daxwaza civînê ji Tirkiyê kirine û Enqerê red kiriye
كوردی عربي
Kurdî English

NUÇE RAMAN Raport Hevpeyvîn ABORÎ MULTÎMEDYA Magazîn ÇAND Û HUNER
×

Middle East Eye: Bafil û Qubad Talebanî daxwaza civînê ji Tirkiyê kirine û Enqerê red kiriye

BasNews – Malpera Brîtanyayê Middle East Eye di raportekî de aşkera kir, berpirsên payebilind ên Hikûmeta Tirkiyê givaşên ser Serokê YNKê Bafil Talebanî zêde kirine û hişyar kirine ku eger guhertinê di siyaseta partiya xwe ya li hember PKKê de pêkneyne dibe ku encamên operasyonel derkevin holê.

Li gor wê raportê ev du sale peywendiyên navbera Tirkiye û YNKê aloz bûne û Enqere Serokê YNKê tometbar dike ku hevkariya PKKê li Silêmaniyê dike û hemû saziyên navçeyên bin destê YNKê jî xizmeta PKKê dikin.

Herwaha li gor heman raportê ew alozî û aciziya Tirkiyê wisa kiriye ku sala borî de hemû geştên esmanî ji bo balefirgeha navnetewî ya Silêmaniyê bên ragirtin. Çavkaniyên ewlehiya Tirkiyê ji wê malperê re ragehandine ku, eger Talebanî helwêstê xwe neguhere, Tirkiyê gefxwarine ku operasyona dijî PKKê li sînorê bin desthilata YNKê pêkbînin û ew gef li Bafil Talebanî xwarine

Meha borî jî Serokomarê Tirkiyê Receb Tayîb Erdogan ragehand heta YNK û serokê wê reftar û siyaseta xwe li hember PKKê neguhere, Tirkiye jî biryarên li ser balefirgeha Silêmaniyê de paşde gav navêje.

Di raporta Middle East Eye de hat gotin ku hemû çavkaniyên ewlehiya Tirkiyê amaje bi wê yekê kirine ku berpirsên payebilind ên PKKê li Silêmaniyê tên dîtin, li wê derê perwerde û rahênanê dikin.

Herwaha heman malper dibêje, heftiya borî Bafil Talebanî li gel şêwirmendê asayîşa netewî ya Iraqê Qasim Erecî li Silêmaniyê civiya ye û armanca civînê gotûbêjkirina pirsa gefxwarinên Tirkiyê yên li ser PKKê bûye.

Middle East Eye radigehîne ji ber wan givaşan pêgeha Bafil Talebanî gelek lewaz bûye.

Çavkaniyekî nav YNKê de jî ji wê malpera Îngîlîzî re ragehandiye: ‘’Eger helbijartin bên kirin û wêneyê siyasî yê Herêma Kurdistanê biguhere, neseqamgirî zêdetir dê li navçeyê çêbe û dê bibe qada lîstokan bo PKK û Îranê.’’

Çavkaniyekî ewlehiya Tirkiyê jî ji wê malperê re ragehandiye, nerasterat peyam ji bo Bafil û Qubad Talebanî hatine şandin û wan jî daxwaza civînê li gel berpirsên Tirkiyê kirine, lê Enqerê ji ber peywendiyên li gel PKKê ew daxwaz red kiriye

Learn the Truth Here ... لـێــــره‌ ڕاستی بـزانــــــه
Copyright ©2021 BasNews.com. All rights reserved