BasNews – Şanda Danûstandinan a Hikûmeta Herêma Kurdistanê bi hejmareke kampanyayên weberhênana petrolê re dicive.
Şanda Danûstandinan a Hikûmeta Herêma Kurdistanê îro 22.07.2024 li Dîwana Civata Wezîran bi hejmareke kampanyayên weberhênana petrolê re civiya.
Şanda Danûstandinan a Hikûmeta Herêma Kurdistanê ji Serokê Dîwana Civata Wezîran Umêd Sebah, Sikirtêrê Civata Wezîran Amanc Rehîm, Serokê Fermangeha Hevahengî û Lidûçûnê Ebdulhekîm Xesro û Wezîrê Samanên Xwezayî Kemal Mihemed pêk hatibû.
Di wê civînê de behsa şeraketa hevpar û stratejîk a navbera Hikûmeta Herêma Kurdistanê û kampanyayên petrolê hat kirin û dawî serdan û danûstandin navbera Hikûmeta Herêma Kurdistanê û Hikûmeta Îraqê li ser pirsa petrolê di çarçoveya destûrî de hatin behskirin.
Çareseriya pirsa petrol û gazê û destpêkirina hinardekirina petrola Herêma Kurdistanê û rijdiya Hikûmeta Herêma Kurdistanê ji bo wê pirsê di wê civînê de hat berçavkirin.