BasNews – Endameke Mekteba Siyasî ya Tevgera Îslamî, bi rexne kirin behsa wan kesan dike ku li ser ve xwe wek çalekvanên di warê cudahiyan de didin nîşandan û di bin re jî ser bi hizbên desthilatdarin.
Êrvara roja pêncşema 18ê Tîrmehê, çapemeniya Silêmaniyê aşkera kirin ku Şinyar Enwer, ew jina ku timî probaganda teslîmbûnê ji dagirkeran dikir, li ser lîsta YNKê hatiye berbijêr kirin. Eve jî bertekên curbecur bi xwe re anî.
Endamê Mekteba Siyasî yê Tevgera Îslamî di daxuyaniyekî de ji bo BasNewsê ragehand: “Ev hilbijartin bo Kurdistanê girînge, me li sînorê Helebce beşdarî kiriye ku li gor hejmara şêniyên wê wê kursî hatine dabîn kirin.”
Herwaha got, “Di derbarê dengên hizbên Îslamî suprîzek nayê bendewar kirin, lê parastina dengên xwe dikin.”
Her çend têkiliya bi mijara berbijêr kirina Şinyar Enwer re jî heye, rêveberê Tevgerê ji BasNewsê re got, “Gazindên me ji ber bikaranîna çalakvanan hene ku di binîve ser bi desthilatê ne û ji bo lêdana dengên rasteqîne yê Opozîsyonê hatine danîn.”
Di vê derbarê de berê rojnamevan Esrîn Îsa Şiwan ji BasNewsê re got, “Wê jinê xwe firotiye YNKê, Qubad û Bafil Talebanî û pare didin Şinyar bo dijûndanê bi welatparêz û kesên ku kurdîtiyê dikin, Qubad Talebanî bi xwe jî pare daye ta ku dozên pûç û bêbingeh li dijî Serokê Hikûmeta Herêma Kurdistanê veke, di hemandemê de ku Qubad bi xwe cîgirê wî ye jî.”
Her wek ronî jî kiriye, ew pareyê ku ji Şinyar Enwer û kesên wek wê re tên dayîn, yek ji wan bacên ku ji bazirgan û xelkê Silêmaniyê tên wergirtinin, li gel wê dahata ku li bajêr tê dizîn yan jî bi qaçaxçîtiya deriyan re tên peyda kirin.
Herwaha got: “Şinyar Enwer deriyekî gelek xirab û bêşermane bo xelkekî din jî vekiriye ku bi aşkera bi wergirtina pare, dijûnan bi xelkê didin! Mixabin ji bo YNKê ku hizbeke naberpirsiyare eger na çawa dibe ku girîngiyê bi van kesan bê dayîn? Lê belê xelkekî hevbeş heye di nav Şinyar û YNKê da, ew jî ev ku herdû jî bi para kar dikin û herdû jî hem YNK, hem Şinyar, li dijî kurd û Kurdisanê ne.”
Li gor vê xanima rojnamevan, divya Bafil û Qubad Talebanî şermê li wê bikin ku kesekî wek Şinyar Enwer li dijî kurdperweriyê û dilsozên Kurdistanê xistiye dewrê û naha jî kirine berbijêr, “Lê belê herdû birayên YNKê şermê ji ti tiştî nakin û ji ber berjewendiyên xwe yên teng û hizbî, dest didin hemû tiştekî.”