Copa America 2024 bû ya Arjantînê
كوردی عربي
Kurdî English

NUÇE RAMAN Raport Hevpeyvîn ABORÎ MULTÎMEDYA Magazîn ÇAND Û HUNER
×

Copa America 2024 bû ya Arjantînê

BasNews – Tîma futbolê ya Arjantînê di lîstoka fînala kûpaya Amerîkayê de li gel Kolombiyayê hat hember hev û di encamê de 1 – 0 ji Kolombiyayê bir û bû serkeftî û şampiyonê ‘’Copa America 2024’’ê

Lîstoka fînalê ya Copa America 2024ê îro ber bi sibehê li stadyuma Hard Roddick a Amerîkayê hat lîstin û di encamê de Arjantîn 1 – 0 li hember Kolombiyayê serket û ji bo cara 16emîn bû xwediyê kûpaya Amerîkayê.

Piştî 90 hûrdemên lîstokê bi 0 – 0 temam bû, lîstok çû dema dirêjkirinê û di hûrdema 112ê de lîstokvanê Arjantînî Lautaro Martînez gol avêt û lîstok her bi wî awayî temam bû û Arjantîn bû şampiyon.

Efsaneyê Arjantînî Lionel Messî di hûrdema 65ê de ji ber seqet bû ji lîstokê derket û bi çavên girî çû derê.

Learn the Truth Here ... لـێــــره‌ ڕاستی بـزانــــــه
Copyright ©2021 BasNews.com. All rights reserved