BasNews – Tîma futbolê ya Îspanyayê piştî li gel Îngîltereyê derketin fînalê şeva borî hatin hember hev û di encamê de Îspanya 2 bi 1 li hember Îngîltere bi serket û cara çarem bû şampiyonê Euro’yê û kûpa bidest xist.
Şeva borî li qada futbolê ya Olympic a Berlînê fînala Euro 2024ê di navbera Îspanya û Îngîltere de hat lîstin û Îspanya 2 -1 li hember Îngîltereyê bi serket û kupaya Ewrupayê di dîroka xwe de cara çarem bi dest anî.
Îspanyayê di deqîqe û hûrdema 47ê bi Neco Williams gola yekem avêt û piştre di hûrdema 74ê de Îngîltereyê bi Cole Palmer bersiv da û encam bû wekhev, lê piştre di hûrdema 86ê de Îspanyayê bi Mikel Oyarzabal gola duyem avêt û encama lîstokê û tûrnuvayê diyar bû û Îspanya bû şampiyonê Euro 2024ê.
Balkêşe ev duyem care Îngîltere derdikeve fînalê lê heta nekariye kûpayê bidest bixe.