BasNews – Rûniştvanên gundeke Xirîstiyanên parêzgeha Duhok a Herêma Kurdistanê ji ber hebûna PKKê û binkeyên wan li navçeyê û şer û pevçûnên wan ên li gele artêşa Tirkiyê naçar bûn gundê xwe vala bikin.
Rûniştvanên gundê Tîşembîkê ya li sînorê nahyeya Kanî Masî ya parêzgeha Duhokê ku demekî dirêje çekdarên PKKê li navçeyên wan belav bûne û piştî hêzeke artêşa Tirkiyeyê li gundê Meska ya gundê cîran bi helîkopterê hatin daxistin û şer li gel PKKê dest pê kir û ji ber wê jî gundê xwe vala kirin û bi naçarî koçber bûn.
Tîşembîkê gundeke Xirîstiyanên Duhokê ye, bi dehan malbat bi sedan sale li wî gundî de bi aramî û parastî dijiyan. Lê hebûna PKKê û şerê PKKê û artêşa Tirkiyê wekî ku çawa ziyan gehandiye sedan gundên kurdistanê ziyan gehande wî gundî jî.
Vê derbarê de rojnameya El Erebî El Cedîd di raportekî de aşkera kir, ji ber şerê PKK û Tirkiyeyê û topbaranan ziyan bi dêra gund geheştiye û navçeyên wan ên çandiniyê zerer dîtine û zererekî mezin jî geheştiye derdora gund. Ji bo wê jî xelkê gund ji bo rizgarkirina canê xwe ji wê navçeyê reviyane û vala kirine.’’
Vê derbarê de çalakvanê Mafê Mirovan Îsmaîl Sengawî ji rojnameyê re ragehandiye ku ji ber şerê navbera PKK û Tirkiyeyê, belayên sere mirovan tên zede bûne û zerermendên yekem ên şer jî malbatên wan gundên Duhokê ne ku mijûlê gund û navçeyên xwe ne û ti aramî bo wan nemaye û bi naçarî koçber dibin.
Herwaha diyar kiriye ku gundê Tîşembîkê yek ji gundên seqamgîr û parastî bû, lê îro ketiye naverasta şer û metirsiyan û ji ber wê xelkê wê jî koçber bûne.
Ew çalakvane giring dibine ku hikûmeta federal a Iraqê lijneyekî taybet ji bo dûvçûna zerermendên wê operasyonê pêkbîne û zererên wan koçberan qerebû bike û êşên wan kêm bike.
Herwaha ji wê rojnameya erebî re aşkera kiriye ku; ‘’Êşên xelkê wan gundan zêde bûne, bi taybet jî ji ber çekdarên PKKê ji bo xwe rizgarbikin ji bombebaranên Tirkiyeyê, xwe davêjine navçeyên aram û ew jî dibe sedemê serekî yê koçberbûna xelkê wan gundan.’’
Îsmaîl Sengawî diyar dike hebûna PKKê li navçeyên Herêma Kurdistanê bûye sedemê zerer û ziyaneke madî ya mezin ji bo xelkê û ji bi giştî jî ji bo Herêma Kurdistanê. Lê erke hikûmeta federale ku berpirsyartiya wê dosyayê bigre stûyê xwe.’’
Heman rojname bi zimanê Rêxistina Aştiya Cîhanî ya Amerîkayê (CPT)yê jî belav kir, ku naha 182 malbat ji ber şerê PKK û Tirkiyeyê koçber bûne û 602 gund jî di bin gef û metirsiya valakirinê de ne, ku dibe di nav mehekî de bên vala kirin.