Radyoyên Kurdî û Teknîka Ragihandinê
كوردی عربي
Kurdî English

NUÇE RAMAN Raport Hevpeyvîn ABORÎ MULTÎMEDYA Magazîn ÇAND Û HUNER
×

Radyoyên Kurdî û Teknîka Ragihandinê

Dennîs Dargul

Di tevahiya cîhanê de, teknolojî dema xwe nû dike, teknîka berî xwe demode dike. Yanî her pêşketinek di tekolojiyê de çê bibe, teknîka berîya xwe bê wete dihêle. Çawe ku destpêka ragihandinê “Bêtêl”  bi pêlên ronahiyê hati bûne dursit kirin û fêmkirina wê zehmet bû. Her teknika piştî wê derdikeve jî, ya beriya xwe dixe gorê. Bêtêlê, çûn û hatina hespan, pîyan, tirimbêlan hêsan kir. Rêya bi heyvan kurt kir. Telefonên Malan derketin Bêtêl edî bes bû amîrek leşkerî hêlat, Radyonê jî gavek din avêt ku li her devera cîhanê her kes dikare her bûyerê bi bîhîstinî fêm bike û bizane. Televizyon derket edî giringîya Radyonê paş xwe hişt. Televizyonên Reng derketin televizyonên reş û spî paş xwe hişt. Di heman demê de piştî Mobaîl Lens derketin edî giringîya Televizyonê kêm bû. Edî Televizyon di malên me hemûyan de, wek dekorekîye heyvê carakê jî kes temaşe nake. Ji xwe radyo bes jibo Ajogeran ango teksiyan maye ku di rêyan de dikarin hin caran gûhdarî bikin.

Lê em dikarîn birûkeyekê li ser dîroka radyonên kurdî bikîn. Gelê Kurd jî her dem li gel cîhana modern ya teknolojîyê xwestiye xwe bigûncîne. Gelo Radyo destpêkê li kû jibo çi hati bû dûristkirin ?       

Di cîhanê de yek ji berhemên ragihandinê ku di nav civakê de bitesîre Radyo ne. Radyo di destpêkê de, ji layanê İngilîzan, Emrîkîyan û Komara Sovyetê ve bi armanca kar û xebatên Sîxurîyê yanî İstîxbaratê hati bû bikar anîn. Taybet dema şeran de, jibo kar û barên xebata leşkerî pêlên radyonê wek deng hate bikar anîn. Bi tevî pêşketina serdemên ronakbiriyê, zanyariya teknolojîyê jî, pêşket.

Taybet cîhazên elektronikê wek bêtêl, telefon li İtalya di sala 1885 an de derket.. Bi van gavên zanistî, teknîk giha mustewayekê ku edî rêyên hatin û çûnan, nûçe şandinê, agahdarkirinê, sanahî dibû û nêzîk dibû. Di dewsa bi rêyên dûr û dirêj ku bi heyvan hetta salan berdewam dikir, edî teknîk wisa pêşket ku di nav deqqan û demjimêran de, civakê haya wan ji yek û din dibû.

Mesela berîya sed û pêncî salan, rêyên peyam şandinê, bi hespan, xêştiran û seyarên hespan dihate kirin. Li gelek welatan jî, bi kutran name ji hev û din re dişandin. Lê di dewsa ew qas rêyên xwezayî û suruştî de, teknîkê cîh girt. Teknîk, di heman sedsalê de bi tevî despêkirina şerê cîhanê yê ekê û duyê, bi şêwazeke xerap bikar înatin. Taybet di şeran de komkujiyan de, hem pêlên teknîka modern hatin bikar înan hem jî di propagandeyên ne rast de, tesîrek xerap û neyînî ser civakê kirin. Yek ji van berheman ku di salên 1920 de ji layanê emrîkîyan ve hate durist kirin Radyo bû.

Lê piştî ku çend salan bi armancên dewletê yên Sixurîyê hate bikar anin, xistin nava civakê. Bi awayayeke resmî yêkem radyona cîhanê 1920 de li Emrîka hatîye derxistin. Piştî ku van desthilatdaran dîtin ku feydeyek mezin û bi tesîr ser civakê dike, wek cîhaz jî xistin nava bazarê. Her ku roja derbaz bû, hijmara radyonan di nava dewlemendan de belav bû. Piştî ku dîtin radyo aletek serençrakêş û bi feydeye, firotin û kirîn zêde kirin. Di nav salên 1921 an heta 1930 î ê de, hema hema radyo giha her deverên cîhanê. Di navbera salên 1930 heta sala 1940 an de, edî di her malekê de radyo dihate guhdar kirin. Ji ber ku li Kurdistanê çi caran dagirkerî xelas nebuye, li gel hewildanên wan yên xerap radyo jî zu kete ser xaka welatê me. Taybet radyo bi armanca xerakirina civakê bikar dianîn. Eger dagirkerîyê çi serkeftin li Kurdistanê bidest nexistiba jî, lê bi rêya radyonê, tesîrek mezin ser civakê dikirin ku serkeftine û ew başin.

Bi dursitkirina bernameyan, civakên bindest dixepandin. Bi rêya radyonê leşkerê xwe, serdarên xwe, fermandeyên xwe mezin qehreman û yên civaka kurd jî, eşqiya, xwedê nenas, bê armanc û kesên xerap nîşan dida. Lê Kurda jî çi car dest ji doza xwe bernedan. Di serdema desthilatdarîyên melikên Iraqê de, nûnerên Kurdan yên parlamena Iraqê  di Sala 1938-39 an de, daxwaza mafê weşana Radyona Kurdî kirin.

Radyoya Kurdî ya Bexda yêkem Radyoye ku di sala  di 19.11.1939 an de, bi zimanê Kurdî dest bi weşanê kir. Radyoya Bexda, bi stranên kurdî, ziman, çand û dîroka me de destpêkê gavek giring havêt. Di destpêka salên 1960î, edî desthilatdarîya Bexda radyo li dijî kurd û Kurdistanê bikar anî: Edî bi zimanê me xwestin dagirkerîya xwe ser xaka Kurdistanê zêde bikin. Ev radyone edî kete bin sîyaseta hovane ya dîkdatoriya Bexdayê. Her çi qas hin kesayetên rewşenbîr, zana û kurd perwer tê de cîh girtibe jî, paşê ji ber kurdperwerîya wan hatine zindankirin, berzekirin û şehîd kirin. Li Kurdistan û derveyî Kurdistanê, çi hêza sîyasî ya kurd be, çi jî rewşenbirên kurd be, di navbera salên 1938 heta salên 1963 hejmarek zor radyonên Kurdî hatin vekirin.

Radyonên Kurdî:

1- Radyoya Bexda di 19. 11. 1939 an de, bi zimanê kurdî dest bi weşanê kir.

2- Duyem Radyoya Kurdî  di 05. 08. 1941 an Ezgê Kurdî li Beyrudê Kamîran Bedirxan ve, hate damezirandin.

3- Di Newroza sala 1942an de, Radyoyekê Kurdî, bi alikarîya Komara Sovyetê li Filistîn bajarê Yasayê  bi zimanê kurdî, erebî û cuhî dest bi weşanê kir.

3- Di 15. 12. 1955 ê jî, çarem Radyoya Kurdî li Erîvanê, hat damezirandin.

4- Di sala 1957 an  de  jî, dengê Kurdî Kahîre hat saz kirin.

5- Di heyva deh sala 1958 ê radyoya Tehranê dengê kurdî hat saz kirin.

6- Ezgê Kurdistana Iraqê jî, 20. 09. 1963 ê hat saz kirin ku yêkem radyoya Şoreşa Kurdî bû. Her wiha ev radyo wek radyona Dengê Pêşmergê Kurdistanê jî dihate qebûl kirin ku tesîra wê ser hemû deverên Kurdistan ê û tex û çînên civakê, hebû.

Di warê şadimaniya şoreşê, perwerdekirina civakê, agahîyên rast û durist ser doza kurd û Kurdistan ê, dengê Kurdistanê gavek gelek mezin avêt. Vê radyonê hemû derew, hewildanên ne rast yên dagirkeran, zulma wan, eşkere dikir. Bi tevî van hemû radyonên kurdî, her roja ku derbaz bû, doza kurdî ya şoreşê jî giha qonaxên gelek bilind.

Ezgê Dengê Kurdistan, bi srudên niştimanî, stranên niştimanî, bûyer serpêhatîyên şoreşê û perwerdeya komelgehî de, bernameyek baş û serkeftîyane bo pexşa wê hati bû saz kirin.

Lê ev pêşketina teknolojîya ragihandinê qet ranewestiya, me kurdan jî her dem jê mifa wergirtiye û me dewleta xwe ya serbixwe nebe jî, gasî dewletek mezin me amirên ragihandinê jibo xwe avakirine. Edî gelê kurd bûye perçeyek giring ya Ragihandina cîhanê û di vî warî de ji hîç Miletekê Cîhanê kêm tîr nebû ye.

Edî heman babeta Ekspayerbûna – Kevin bûna teknolojiyê berê, agahdarîn û li gorî teknolojîya nû ya cîhanê ku dibêjin “Hizra Çêkirî” “Zîreka Çêkirî” “Bîra Çêkirî”  cîhê xwe ji hemû teknolojîya berê dihêle. Pêwiste Em Kurd jî ji vê pêvajoya “Hizra Çêkirî” xwe bigûncînîn û alavên xwe yên ragihandinê li gorî vê pêşketina modernizma teknolojîyê de, xwe amade bikîn.

Di destpêka vekkirina radyo, televizyon û karên stalaytan, teknikerên biyaniyan jibo me kar dikin. Heta niha jî wisa ye. Em bixwe kadrên xwe heta perwerde dikîn, teknîkek nû derdikeve ku disa bîyanî bikarin birêve bibin. Ji ber vê rastiyê çi li başûrê Kurdistan be, Rojava be, her derên cîhanê Kurd bixwe dikarîn teknîkerên xwe perwerde birin û xizmeta gel û welatê xwe de bin.       

Dennis Dargul

Learn the Truth Here ... لـێــــره‌ ڕاستی بـزانــــــه
Copyright ©2021 BasNews.com. All rights reserved