Dennîs Dargul
Tevgêra sîyasî ya Başûrê Kurdistanê, zêdeyî Sed Sale jibo azadiya Gelê xwe şer dike.
Ji sala 1907 ê û heta bi pêşengîya Şêx Ebdiselam-2 ê di nav tekoşeriya Azadiyê de ne. Di demek wiha de ku Desthilata Osmaniyan têk diçû û cîhê xwe ji desthilatdarîya Ingilizan re dihişt, Şêx Ebdulselam pêşbînî dikir ku Kurdistan ber bi perçebûnek mezin ve diçe. Dest bi xebatê, kombûnên û pêwendiyên diplomatîk kir. Di yêkem kombûna xwe li gel serok eşîretên devera Behdînan, Şêx û Rûspiyên kurd, li Gundê Birîfkan mala Şêx Nûr Mihemedê Brîfkanî, encam da. Daxwezên xwe ji Sultanê Osmaniyan re birêkir. Bersiva Sultanê Osmaniyan tund bû û wek perçebûn û serhildanek li dijî, desthilata xwe qebul kir.
Daxwezên Şêx Ebdulselam Barzanî (1907) Ji Sultanê Osmaniyan çi bûn?
1-Li herêmên Kurdan Zimanê Kurdî wek zimanê fermî were pejiran din.
2-Zimanê xwendinê Kurdî be.
3-Ew Rêveberên Dewletê yên Kurdistanê tên erkdarkirin Kurd bin ango Zimanê Kurdî bizanin.
4-Olê Dewletê ya Fermî Îslame. Biryarên Dadgehê li gorî Şert û Mercên Şerieta Îslamê werin cîhbicîh kirin.
5-Ji ber xizmeta zerorî bac wek berê werin stendin, lê daxwaz dikîn bac jibo başkira rêyên bajarên Kurdan û jibo avakirina xwendingehan bê bikar anîn.
Ev dawezên xwe Ji serkirdeyên din yên kurd re jî wek Şerif Paşa, Seyid Edbilqadir, Emin Elî Bedirxan re birêkir.
Sultanê Osmanî Artêşek Mezin di bin Serfermandariya Ferik Mihemed Fazil Paşayê Daxistanî de, rêkir ser devera Behdínan.
Bi hezaran leşkerên Osmaniyan êrîşi Devera Barzan kirin. Şêx Ebdulselam berxwedanek mezin nîşan da. Lê di vî şerî de, ji ber bêdengiya hin serok eşîrên kurd, Şêx Ebdulselam Barzanî bê piştgirî hiştin û Barzanî jî, ji neçarî xwe sipartin çiyayên Kurdistanê. Leşkerên Osmaniyan gundên devera Barzan agir pêxistin û xelk ji deverê koçber kirin. Şêx xwe spart Devera Çel a Hekarê. Sadî Axayê Çelî ew bi dilgermî pêşwazî kir.
Bi kurtî di navbera Şêx Ebdulselam û Desthilata Osmaniyan de peymanek Aştiyê tê morkirin.
Peyman ji van xalan pêk tê:
1-Dîlên destê Aliyan de dê werin serbest kirin.
2-Zerer û ziyana Leşkerên Osmaniyan daye Gundên Kurdan dê were qerebû kirin.
3-Her malbatekî ku rastî zerer û ziyana Osmaniyan hatine dê 1000 Lîreyê tirkî, ji wan re bê dayîn.
4-Wekaleta Deverê jî, dê waliyê Mûsilê bigre ser milê xwe û siyasetek Dadwerane, bidomíne.
Piştî vê peymanê heta demekê aramî çêbû û jiyan kete ser rêya asayî.
Lê paşê, Osmanî ji van biryaran jî paşde gav davêjin û êrişen xwe zordariya xwe li ser Herêmên Kurdan berdewam dikin.
Şêx Ebdulselam Xebata xwe ya Diplomasiya Navdewletî berdewam dike, diçe Îranê, Nahcivanê û li gel Serkirdeyên Rusî hevdîtinan çedike.
Heta li Rojhilatê Kurdistanê bi xiyanetî tê desteserkirin û li Musilê li gel sê rêhevalên wî tê şehid kirin. Sadi Axa Çelî jî li Wanê Mele Ebdullahê Gûzereşi jî bi heceta tevli Serhildana Şêx Ebdulselam bûne, tên Şehîd kirin.
Xebata Siyasî, rola wan li deverê qet ranewestiya. Bi kurtî, di sala 1921ê Şêx Ehmed alîkariyê di bin Serokatiya M. Mistefa Barzani (19 Saliyê) ji Şêx Mehmûd re, rêdike devera Silêmaniyê. Sala 1925 ê heman Malbata Barzan alîkariya Leşkerî rêdike, bo Şêx Seîd Efendî. Di Sala1932yê li dijî, desthilata Îngilizan dîsa şer destpêkir û daxwezên Gelê Kurd yên azadiyê bi qûrbanîdanê ve bilind kirin. Şêx Ehmed Barzanî 20 salan ji aliyê Hikûmeta Bexda ya di bin kontrola Ingilizan de, hat zindanî kirin. 20 Salan geyd û bend bi dest û pîyên wî ve girêdayî bû. Bes daxazek jê dihat kirin "Bêje Ez Poşmanim" lê heta şehid bû ev gotin ji devê wî derneket.
Got: "tiştek ku ez pişman bim, min nekirî ye"
Heta Sala 1945 ê disa Xana Barzan jibo Piştgiriya Komara Kurdistan ya Mihabadê, bin Rêbertiya Nemir M. Misfeta Barzanî de bi tevlê bûna sedan xort û cengawerên devera Barzan û xwediyên bawermendên kurdewari ye, çûn tev li Şoreşa Mihabadê bûn, xizmet kirin.
Heta Şoreşa Îlonê û Gulanê xebata jibo Azadiya Kurdistanê qet ranewestiya.
Hin caran ji ber komployên Navdewletî xwe paşve kêşan ango behndan çêbûye, lê wek armanc qet ranewestiya ye.
Em werîn ser Rola Serok Barzanî û Başûrê Kurdistanê:
Berya Serhildana Sala 1991 ê Serok Barzanî pêşbiniyên xwe di sala 1987 ê li Şerê Xakurkê aniya ziman.
M. Barzanî(1987): "Nabe, ev dikdatoriya Bexdayê bi vê siyaseta xwe encam bistîne û dê di demek kin de hilweşe"
Ev pëşbínî rast derket. Di heman salan de di bin pêşengiya Serok Barzanî û Kek Idrîs de Eniya Kurdistanî hati bû avakirin. Yanî di salên 1983ê û heta 1991ê hevdîtinên Yekitiya Partiyên Kurdistanî YNK, PKK û Hemû Partiyên din jî di nav de, daxwaza Serok Barzanî hebû ku îradeyek Siyasî ya Kurd ava bike.
Jiber vê rastiyê di dema Serhildana Sala 1991ê de rola Eniya Kurdistanî derket pêş û heta avabûna Parlamentoya Kurdistanê, ber bi çav bû. Îdî Eniya Kurdistanî (Ji Partiyên Başûrê Kurdistanê pek dihat) bû Parlamentoya Kurdistanê (1992).
Êdî îradeyek siyasi li Başûr Peydabû û bu realiteyek ku cîhê xwe di nav kurdan û qada diplomasiyê de girt.
Ji sala 1992 heta sala 2003 Herêma Kurdistanê di bin çavdêriya UN de bû. Ev bo me kurdan derfetek mezin afirant ku ev beşê Kurdistanê mafê azadiya xwe biparêze.
Ji Sala 1992ê heta sala 2003ê nûner û serkirdeyên Îro yên Iraqê, li ku dijîyan ? Rêya diplomasiya wan, baregehên wan li ku bûn, li ku xwerin dixwerin, hotêlan diman û dihatin parastin. Piraniya wan li Herêma Kurdistanê bûn, li Hewlêr û Silêmaniyê bûn. Kurdan ew xwedan dikirin. Xebatên xwe li Kurdistanê rêve dibirin. Çi serkirdeyek Îro yên Iraqê nemaye ku li Hewler, Silêmanî û Duhokê mifa ne dîti be. Hemûyan ji herêmê taybet Ji Serok Barzanî mifa wergirti ye. Xwariye, vexweriye, rehet nivistine, diplomasiya xwe rêve birine, hatin û çûna wan li ser Herêma Kurdistanê bû ye. Di damezirandina Iraqa Nû ya Federal de, Rola Serok Barzanî Mam Celal ber bi çave. Serok Barzanî û Mam Celal nebana Iraqa Nu, destûra nû, hevgirtina siyasi ya Şieyan û Suneyan çênedi bû. Eger Serok Barzanî nebaya, heta Evro da Şîa û Sunne hevdû dê xwariban. Me kurdan Iraqa Nû avakir. Lê bêwafayiya wan, dema tên desthilatdariyê, li hemberî Kurdan ji Saddam xeraptirin.
Ez fikra xwe bêjim: xwezî me di Iraqa Nû de harikariya Bexda nebikira, rê û mayên desthilatdariyê nişan nedaba. Xwezi me ew li ser difna wan bihiştana, bila wan bixwe arêşên xwe çareser bikirana. Lê bi xweziyan ve tu tiştek hel nabe baş dizanim. Ew wefadari, duristi û dilsoziya me li gel derdorên Ereb, Tirk û Fars, her dem dibe bela li serê me Kurdan. Pêwist bû me bes Herêma Kurdistanê qahîm bikira, biparasta û diplomasiya xwe rêvebira. Da niha Kerkuk jî, Mûsil jî ku bajarên qedîm yên Kurdan in, da di nav sînorên dewletek Konfederal de ban.
Bexda Siyaseta xwe ya li gel Kurdan ne duriste. Find û fêlên xwe ji bo jinavbirina kurdan û Herêma Kurdistanê bes cemidandi ye. Dest ji armancên qirêj li gel Tirkiye, Tehranê li dijî Kurdan berneda ye. Kimbûbên 4 Dewletên dagirker li dijî Kurdan berdewam dike.
Lê Herêma Kurdistanê realiteyeke ku ji neçarî hatiye qebûl kirin. Îradeya Siyasî ya Kurd taybet Serok Barzanî, dikare zimanê wan fêm bike. Wan jî (li gorî çavbínî) rêzek taybet nişanî Serok Barzanî didin. Bi kurtî xebata Rizgariya Kurdistanê bi Şêx Ebdulselam ve dawî nebû û ev xebate Bi Serok Bazanî ve evro li Bexda berdewam dike. Hêvidarim Bexda Hikûmeta wê, Desthilata Kûr, fêm bike ku aştiya li gel kurdan herdem dê bi mifayê wan de be...
Dennis Dargul