Li peravên Yemenê keştiya koçberan binav bû: 38 kes mirin
كوردی عربي
Kurdî English

NUÇE RAMAN Raport Hevpeyvîn ABORÎ MULTÎMEDYA Magazîn ÇAND Û HUNER
×

Li peravên Yemenê keştiya koçberan binav bû: 38 kes mirin

BasNews – Li peravên Yemenê keştiya ku koçberên neyasayî hilgirtibû binav bû û di encam de 38 kesan jiyana xwe ji dest dan.
Di nav 78 kesên ku hatine rizgarkirin de koçberên ku ji Etiyopyayê hatine û Yemenê wekî derîyê derbasbûnê bi kar anîne ji bo ku xwe bigihînin welatên Kendavê jî hene.

Keştiya ku 250 koçberên neyasayî hilgirtibû li peravên Yemenê binav bû.

Berpirsê Herêma Rudûmê Hadî El-Xurma ragihand, keştî beriya ku bigihê parêzgeha Şebveyê binav bû, 78 kes hatin rizgarkirin û 38 kesan jî jiyana xwe ji dest dan.

El-Khurma got, “Xebatên lêgerînê dewam dikin û di derbarê bûyerê de agahî ji Neteweyên Nekbûyî re hatiye dayîn.”

Hat ragihandin ku kesên di keştiyê de ne, pirranî koçberên ji Etiyopyayê ne û Yemenê wekî xala derbasbûnê bi kar tînin da ku xwe bigihînin welatên Kendavê. Kesên ku hatin rizgarkirin ji tîmên rizgarkirinê re gotin ku keştiya wan ji ber bayekî dijwar binav bûye.

Li gor daneyên Neteweyên Yekbûyî, di sala borî de 97,000 koçber ji herêma Zora Afrîkayê (Ethiopia, Cİibuti, Somali û Eritrea) hatine Yemenê.

 

 

Learn the Truth Here ... لـێــــره‌ ڕاستی بـزانــــــه
Copyright ©2021 BasNews.com. All rights reserved