Li Tirkiyê di bûyereke trafîkê de 2 jê bijîşk 4 kesan canê xwe ji dest dan, 2 kes birîndar bûn
كوردی عربي
Kurdî English

NUÇE RAMAN Raport Hevpeyvîn ABORÎ MULTÎMEDYA Magazîn ÇAND Û HUNER
×

Li Tirkiyê di bûyereke trafîkê de 2 jê bijîşk 4 kesan canê xwe ji dest dan, 2 kes birîndar bûn

BasNews – Li Sînop a Tirkiyê otomobîleke ku karmendên tenduristiyê têde, li gel otomobîleke din li hev dan û di encamê de 2 jê bijîşk, 4 kesan jiyana xwe ji dest dan, 2 kesên din jî birîndar bûn.

Di rêya navbera Sînop – Boyabat de, otomobîla ajokarê wê E.Ç û otomobîla Selahedîn Bulut ajokarê wê bû li hevdan û di encamê de yek ji otomobîlan de şewat derket.

Li ser agahdariyê gelek tîmên agirkuj, polîs û tenduristiyê tîmên AFADê geheştin cîhê bûyerê û şewat hate vemirandin.

Hat ragehandin di bûyerê de ajokarê otomobîlê E.Ç û herwaha ji bijîşkan jî Sena Sakîn û Mehmed Turan Yazalar û herwaha kesê bi navê R.T li cîhê bûyerê jiyana xwe ji dest dan.

Li gor çapemeniya Tirkiyê bijîşka bi navê Beyza Nur Çetîn û ajokarê otomobîlê ji aliyê tîmên tenduristiyê ve ji nexwaşxaneya Dewletê ya Ataturk a Sînopê re hatin veguhestin.

Parêzgarê Sînopê Mustafa Ozarslan, Rêveberê Ewlehiya Parêzgehê û Fermandarê Parêzgeha yê Cendirme Ferhat Kuran li cîhê bûyerê lêkolîn kirin.

Bijîşkên canê xwe ji dest dane....

Dr.Mehmed Turan Yazalar
Sinop'ta feci kaza: 2'si doktor 4 ölü, 2 yaralı - 3

Dr.Sena Sakîn

Sinop'ta feci kaza: 2'si doktor 4 ölü, 2 yaralı - 1

Sinop'ta feci kaza: 2'si doktor 4 ölü, 2 yaralı - 2

Learn the Truth Here ... لـێــــره‌ ڕاستی بـزانــــــه
Copyright ©2021 BasNews.com. All rights reserved