Mesrûr Barzanî: Şoreşa çaksaziya çandiniyê li Herêma Kurdistanê dest pê kiriye
كوردی عربي
Kurdî English

NUÇE RAMAN Raport Hevpeyvîn ABORÎ MULTÎMEDYA Magazîn ÇAND Û HUNER
×

Mesrûr Barzanî: Şoreşa çaksaziya çandiniyê li Herêma Kurdistanê dest pê kiriye

BasNews – Serokê Hikûmeta Herêma Kurdistanê kevirê bingehîn ê bazara hevçerx a zerzewat ango sebze û fêkî li Akrê dana.

Îro 11.06.2024ê Serokê Hikûmeta Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî kevirê bingehîn ê bazara hevçerx a zerzewat û fêkî li Akrê dana û gotarek pêşkeş kir û ragehand. ‘’Berî ku ez bêm êre, serdana hin cotkaran kir li zeviyên çandiniya kartol û petateyan. Min li gel wan axaft û cîhê keyfxweşiyê ye ku berhemên kartol û petateyan roj bi roj zêde dibe û gelek zêdetirî pêwîstiya navxwe berhemtê û awayê çandiniyê jî ber bi awayekî pêşketî yê zanistî ve diçe.’’

Barzanî got: ‘’Wan cotkaran gazindên wan hebû, digotin berhemên petate li hin sînorên Herêma Kurdistanê ve tê wergirtin û ew bandoreke xirab çêdike, em wek hikûmet dê dûvçûnê li ser bikin ji bo piştevaniya cotkaran û Wezîra Çandiniyê jî lêre ye û dê dûvçûnê bike û em rê nadin ew berhemane bên nav Kurdistanê.’’

Serokê Hikûmetê ragehand: Wan cotkaran daxwaz kirin mijar avê bê çareserkirin, em di vê derbarê de jî bendavên din çêbikin.’’

Serokê Hikûmetê Mesrûr Barzanî ragehand; Cîhê keyfxweşiyê ye ku em dibînin her rojê li cîheke Kurdistanê kevirê bingehîn ê projeyekî tê danîn an jî projeyek tê cîhbicîh kirin û pêşkeftina li Kurdistanê berdewame. Ez keyfxweşim careke din hatim devera Akrê û Berdereş û li qeza Akrê me ji bo danîna kevirê bingehîn ê projeyekî giring ku projeya bazara hevçerx a fêkî û zerzewate.

Herwaha got, Akrê yek ji bajarên herî kevin ê Kurdistanê ye û yek ji qezayên herî kevin a Kurdistan û Iraqê ye ku xwedî dîrokekî pir kevne. Ji aliyê erdnîgarî û aborî ve navçeyeke gelek giring û dewlemende bi taybet jî di warê çandiniyê de. Ji aliyê geştûguzarê de jî navçeyeke giringe û gelek cîhên geştyarî lê hene. Plana hikûmetê ew e ku di wan waran de li vê deverê bêhtir pêşbixe û derfeta kar ava bike.

Serokwezîr Barzanî diyar kir: Di çarçoveya bernameya hemû curekirina dahatên Kurdistanê ji aliyê hikûmetê de em gelek nirx û giringî didin mijara çandiniyê li Kurdistanê û me şoreşek li çaksaziya çandiniyê de li Kurdistanê da dest pê kirin. Lê ev destpêke hîn gelek pêngav mane ku em bikarin sektora çandiniyê li Kurdistanê bigehînin asteke standartên cîhanî ku ne tenê sûd û mifaya wê hebe bo xelkê deverê û cotkaran, bibe selika xorakê ji bo hemû Iraq û navçeyê jî. Ev yek jî dê rê xweşbike ji bo ku sektora pîşesazî û avakirina kargehan de jî pêngavên din bên avêtin û derfeta kar a zêdetir li gel xwe bîne.

Ji bo dîtin û guhdarkirina hemû axaftina Serokê Hikûmeta Herêma Kurdistanê....

Learn the Truth Here ... لـێــــره‌ ڕاستی بـزانــــــه
Copyright ©2021 BasNews.com. All rights reserved