BasNews – Çekdarên DAIŞê li gund û warên rojhilatê Humisê êrîşî hêzên ser bi rêjîma Sûriyê kirin û di encamê de 5 çekdarên ser bi rêjîmê ve hatin kuştin.
Rewangeha Sûrî bo Mafên Mirovan belav kir, çekdarên DAIŞê bi çekên sivik û navîn ve li gund û warê rojhilatê Humisê êrîşî Lîwaya Qudis a ser bi rêjîma Sûriyê ve û ji aliyê Rûsyayê ve tê piştgirîkirin kir û di encamê de 5 çekdar hatin kuştin û 2 çekdar jî birîndar bûn.
Li gorî zanyariyên Rewangehê, ji destpêka sala 2024an ve 395 kes di operasyonên leşkerî yên li nav çolên Sûriyê de hatine kirin, hatine kuştin. Ji wan 43 sivîl, 27 çekdarên DAIŞê û 325 leşker û çekdarên ser bi rêjîmê ve ne.